12 april 2026

Namzetê YNKê Nîzar Amêdî bû serokê Îraqê

Serokê Îraqê yê nuh: Nîzar Amêdî

Namzetê YNK´ê Nîzar Amêdî do di meclîsa Îraqê da bi piraniya rayan wek serokê Îraqê hat hilbijartin.
PDK´ê û YNK´ê li ser namzetê serokatiya li hev nekirin, herdu partî jî bi namzetên cihê ketin hilbijartinê.
Di tûra yekê da namzetê YNK’ê Nîzar Amêdî 208, namzetê PDK’ê Fûad Husên 17 ray girtin, namzetê Yekîtiya Îslamî Musena Emîn jî 17 ray girt.
Namzetê YNK’ê Nîzar Amêdî di tûra duyemîn da bi piraniya rayan, bi 227 rayan bû serokê Îraqê yê nuh.

Ji 329 parlamenteran 252 parlamenter li parlamentoyê amade bûn û ray dan.

PDK´ê di tûra duyem da hilbijartin boykot kir, beşdarî hilbkartinê nebû.
Çimkî bêyî wan kesî rayek jî nedaye namzetê wan Fûad Husên. Girtina 17 rayan ji bo PDK´ê têkçûneke mezin e, dibê serokên PDK´ê di vê siyaseta xwe ya şaş, ya bira her tişt ji min ra be israr nekirana, destek bidana namzetê YNK´ê.

Wan zanîbûn netîce ewê ev be, şansê wan ê qezenckirinê tune ye. Lê dîsa dev înada xwe bernedan.
Ev siyaseta kompromîsê qebûl nake, dibê ji ber ku ez ji te xurttir im, gerek her tişt ji min ra be zirarê dide PDK´ê û miletê kurd.
Serokê PDK´ê gerek hin caran wek birayê mezin hereket bike, hin tawîzan bide YNK´ê û partiyên din.

Namzetê YNK’ê Nîzar Amêdî di tûra duyemîn da piraniya rayan, 227 ray girt û bû serokê Îraqê yê nuh.

Nabêna PDK´ê û YNK´ê berê xerab bû, piştî vê hilbijartinê ewê gelkî xerabtir bibe. Çimkî Mesûd Barzanî li dijî vê hilbijartinê bû, wî dixwest namzetê wan Fûad Husên bibe serokê Îraqê, ya jî serok piştî lihevkirina bi PDK´ê ra were hilbijartin.

Vebûna meclîsa Kurdistanê û avabûna hukûmetê ma çarşemiya nayê zanîn. Yanî îhtîmala meclîs vebe, hukûmet çêbe gelkî zortir û zeîftir bû. Hêvî dikim ev texmîna min şaş be.

Di praktîkê da PDK û YNK ji hev qetiyan e, bûne du hukûmet.

Bi baweriya min vê veqetandinê resmî bikin, sînorên xwe jî diyar bikin baştir e.
Çimkî serok û berpirsiyarên PDK´ê naxwazin kursiyên di dest wan da ne kêm bibin. YNK jî viya qebûl nake. 
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, serokwezîr Mesrûr Barzanî ye. Serokê Netewî Mesûd Barzanî ye. 

Wezîrê karên derve yê Îraqê PDK ye. Ê bihêlin bira serokatiya Îraqê jî ji YNK´ê ra be. Jixwe meqamekî sembolîk e, tu giraniyeke wê tune ye. Lê çav berdane wê jî, dibê ew jî gerek ji PDK´ê ra be.

Wer xuya dike heta ev herdu alî sax bin ewê tu carî li hev nekin.

34 sal in ev wiha ye, li hev nakin, hukûmeteke netewî, ordîyeke netewî, aborîyeke muşterek çênakin. Wek du hukûmetên, du dewletên cihê hereket dikin.

Li ser kursiyên wezîran û parvekirina desthilatê li hev nakin. Yanî sebê lihevnekirina wan kursî û berjewendîyên şexsî ye.
Heger mesele berjewendiyên netewî bûya ewê li hev bikirana.
 

XXX

Namzedê YNK´ê Nîzar Amêdî do bi 227 rayan bû serokê Îraqê.

PDK´ê beyanek pir sert belev kiriye, gotiye:

”PDK ewê bi Nîzar Amedî ra danûstendinê neke, ewê wî wek nûnerê kurdan nas neke.”

Di demeke Kurdistan di bin êrîşên pir giran da ye siyaseteke hewqasî req, hewqasî antî YNK ne karê aqil e. Ev siyaseta dijberiya YNK´ê li zira miletê kurd û PDK´ê bi xwe ye jî. Gerek serok û berpirsên PDK´ê wiha nekirana.

Bi vî aqilî, bi vê siyasetê ne mimkûn e kurd li Kurdistana Başûr li karê derkevin.

Sîrkeya zêde tirş zirarê dide kûpê xwe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar