Heyetên Amerîkayê û Îranê îro li paytexta Pakîstanê
Îslamabadê dest bi civînên xwe dikin.
Gelo hêvî heye li hev bikin û peymaneka aştiyê îmze bikin?
Ez bawer nakim, tiştekî wiha îhtîmaleke pir zeîf dibînim.
Biya min ev hevîr ewê hîn pir av hilkişîne/hilîne, ewê gelek civînên din çêbin.
Çimkî Îran û Amerîka di daxwazên xwe da ji hev pir dûr in.
Şerê Îsraîl û Îranê heye. Mesela Lubnanê û piştgiriya Huzbullahê heye. Mesela Hûsiyên Yêmenê heye.
Îsraîl dev ji lêdana Huzbullahê bernade, Îran jî dev ji alîkariya wê. Ji bo wê jî lihevkirin pir zor xuya dike.
Îhtîmala li hev nekin, şer dîsa dest pê bike, ji îhtîmala lihevkirinê zêdetir
xuya dike.
Şer neqediya ye, tenê şikil guhertiye.
Li gorî New York Timesê nivîsîye hin berpirsên amerîkî gotine, Îran nekane
Tengava Hurmizê ji çûn û hatina keştiyan ra veke, çimkî cihê mayinan wenda
kirine, nikanin wan bibîni. Îranê ev yek vedişart. Sebebê venekirina Tengava
Hurmuzê ev e, tengav mayinkirî ye.
Ji bo dîtina mayinan alîkariya Amerîkayê û welatên din lazim e.
XXX
Meleyên Îranê yên faşîst, neyarên azadiyê, medenîyetê ne
kurd tenê, faris jî perîşan kirine.
Îrana berê bi edebîyata xwe, bi şiîra xwe, bi sinet û mîmariya
xwe meşhûr bû, kirine weletekî paşdamyî, ji azadiyê, ji medenîyetê bêpar.
Îrana bi edebîyata xwe, bi Omer Xeyam, lê bi taybetî jî bi
Hafizê Şîrazî meşhûr bû, nuha bûye warê meleyên serdema navîn û welatê bi îdamkirina
însan meşhûr.
XXX
Gotineke xweş heye, dibêjin, yê mala moza hingiv wêran
kiriye şîrîniya hingiv e.
Tiştê mala me kurdan jî wêran kiriye, sê miletên har, wek hûtan
û dewletên emperyal kirine bela serê me, zengîniya welatê me ye. Ava me ye,
petrol û gaza me ye, coxrafîya me ya pir stratejîk e.
Ji ber coxrafîya me ya stratejîk û zengîniya erdê me,
dijminên me bela xwe ji me venakin, nahêlin em li welatê xwe azad bijîn.
Yanî malê me, zengîniya welatê me, bûye bela serê me.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar