10 april 2026

Sebebê bindestiya me ne xurtbûna dewletên dagirker tenê ye

Kurdên Kurdistana Îranê û Îraqê tevî şerê Amerîkayê û îranê nebûn, kurdan fîşekek jî navêtin ji Îranê da. Lê dîsa jî bûn hedefên êrîşên Îranê û çeteyên wê.

388 fuze û dron avêtine ji Kurdistana Federe da. Di van êrîşan da gelek pêşmerge û sivîl, zarok hatin kuştin.

Vî şerî careke din nîşanî me da hetanî em nebin xwedî dewleteke xurt emê tim werin kuştin, tim bibin hedefên dewletên dagirker.

Sebebê bindestiya me ne tenê xurtiya dewletên dagirker in, ji wê bêtir bêtifaqiya serokên kurd in.
Kurdan li tu beşekî Kurdistanê ji bo serxwebûnê yekîtiyeke netewî ya xurt çênekirin û daxwazeke miştereke nekirin. 

Tim hinekan serî hilda, hinek li dij derketin, bûn hevalên neyaran û serîhildan têk çûn.
Li Kurdistana Başûr û Rojava serokên kurd îro jî eynî tiştî dikin, ji ber ku berjewendiyê netewî, serxwebûna miletê xwe di ser kursî û berjewendiyên xwe ra nagirin kurd bindest mane. Hinekên wan jî bi dijmin ra dixebitin, nahêlin kurd azad bibin.
Di van 30 salên dawî da heger kurd bi tifaq bûna li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava kanîbûn serxwebûna xwe bidesxistana. Lê ev yek nekirin û man bindest.
Îraq êdî ne dewlet e, ereb nikanin hukûmetekê ava bikin. Lê ji ber kurd ne li hev dinya destega veqetandinê nade kurdan. Îro kurd giş bi tifaq bin şansê veqetandina ji Îraqê heye. Lê PDK û YNK viya nakin, bêtifaqiyê, dûviktiya ereban tercîh dikin.  

XXX

Cenazeyê Yalçın Kuçukê ereb, berê çepekî radîkal bû, vê dawiyê bû tirkekî pantirkîst, dijminê kuran, cenazeyê wî ji alî dewletê va bi merasimeke leşkerî hatiye rakirin.

Tu gotin, tu rexne Yalçin Kuçuk ji viya baştir tarîf nake.

Ev merasima leşkerî nîşan dide Yalçin Kuçuk merivekî dewletê yê muhîm û bi qîmet bûye. Heger ne were bûya dewletê cenazeyê merivekî sivîl, tu sifetekî wî yê resmî tune bi merasimeke leşkerî ranedikir.

Di wexta xwe da kurdên bûn hevalên wî, dixwestin pê ra rismekî bigirin pir bûn. Nuha jî hin kurd wek ronakbîrekî dostê kurdan rahmê lê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar