15 maj 2021

Nukteyeke pir manîdar

Hin nukte, pêkenînên siyasî hene ne tenê xweş in, tam li hedefê dixin, her wisa meriv ji wan ders û ibretê jî digire. Ev pêkenîna ezê li jêr qal bikim, bûyereke qewimîye, him meriv dide kenandin, him jî kûr, kûr dide fikirandin.

Pêşmergeyekî PDKa Îranê(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) û pêşmergeyekî KOMELA li ser qerekterê şoreşa Kurdistanê ketibûn gewriya hev. Gava Kurdistanê azad bikin, ewê dûzaneke çawa ava bikin, li hev nedikirn. Pêşmergeyê KOMELA digot:

- Gava em li Kurdistanê werin ser hukim, emê dîktatoriya proleterya îlan bikin.

Pêşmergeyê PDKa Îranê li dijî vê dîtinê derdiket, digot:

- Law malneket, carê li Kurdistanê çîna proleterya tuneye, çawa ewê were ser hukim? Tiştekî wiha ne mimkûn e.

Pêşmergeyê KOMELA  jî digot:

- Çawa li Kurdistanê proleterya tuneye? Sekreterê we Qasimlo bîst sal berê di kitêbek xwe da gotiye li Kurdistanê çîna proleterya heye. Here bixwîne…

Li ser vê îddîayê, pêşmergeyê PDKê dengê xwe birriye, êdî nikanîbûye tiştekî bibêje.
Di ser ra demek derbas bûye, ew pêşmerge rojekê rastî Dr.Qasimlo hatiye, jê ra qala vê minaqaşa xwe ya bi pêşmergeyê KOMELA ra kiriye û dixwaze bizanibe wî tiştekî wiha nivîsîye ya na?
 Qasimlo gotiye:

- Ê baş e te jê ra got çi ?

Pêşmerge milê xwe hil kiriye, gotiyee:

- Ma êdî min kanîbû çi bigota!
Qasimlo gotiye:

-Hema te yê bigota 20 sal berê, sekreterê min jî ehmeqekî wek te bû!

Xwezî her siyasetmedarê me wek Dr. Qasimloyê gorrbihuşt wiha jîr û zana bûya…

 Nukte: gotina manîdar, meriv dide fikirandin, heneka xweş, ne qebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE