14 maj 2021

Derd û kulên dinyayê hiş nehîştiye

Ev çend sal in ez her roj berê dîlokekê, dûra jî pêkenînekê dinivîsim. Carê ji ber êrîşa ser Efrînê, careke din jî dîsa ji ber êrîşeke tirkan bû min çend rojan nabên dayê. Wekî din min her toj bênabên ev rutîna xwe domandiye.

Min nuha ferq kir, vêsê min dîlok nivîsîye, lê pêkenîn nenivîsîye.

Ya ji kalîtiyê ye, ya jî ji derdê kurda ye hiş di serê min da nemaye. Bi baweriya min ji ber derdê kurda ye, her cara ez kompîtora xwe vedikim ez merezarî dibim, xebereke min dilşa bike nabînim.

Li hemberî hewqas derd û kul û dînîtiyên kurdan kevir bi kevirtiya xwe dihele, ne mimkûn e meriv bêhiş nebe. Hêvî dikim tenê bêhişî be, xerabtir nebe...

 

XXX

Omer Farûk Baran di çêkirina xwarinê(şîvê)da pesnê min daye, gotiye xwezî wî jî bikanîbûya wek min xwarinên xweş çê bikira.

Gava xort min ji xwe ra dikin numûne, tiştên ez dikim diecibînin bêguman kêfa min tê.

Meriv bibe numûneya rindiyê, çêyiyê, karên bi fêde tiştekî baş e. Ya muhîm meriv nebe numûneya nerindiyê, bavê pîşikê xerab.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE