14 maj 2021

Bi vê aqilsivikiyê em ji xwe ra tu havlê nakin

Heger aqil bihata kirîn û firotin, minê kusêxê xaniyê xwe bifirota û ji kurdên muhîbên filistîniyan ra hinek aqil bikiriya.

Tu dibêjî belkî dema aqil par bû hin dîndarên me, ev muhîbên (heyranên) filistîniyan negihîştin ser, lema jî kêmaqil man. Ji ber ku kêmaqil in pir rehet dibin muhîbên xelkê, pir rehet dibin zilam û maşeyên destê xelkê û dijminên xwe.

Tu çi dikî, çi dibêjî, çi tê serî tesîrê li wî qafê bêmeju nake. Çimkî totikvala ye. Fena ku ne însan e, kompîtor e û tenê ji bo amîgotiya xelkê hatiye programkirin.

Tirk û ereban welatê wan, bajarên wan dagir kirine, namûsa wan, mal û milkên wan tar û mar kirin, bi hezaran kuştin, bi milyonan bi çolan xistine. Di destê tirkan da halê wan ji êsîran jî xerabtir e.

Lê dîsa ji bo xwe darnakeve kolanan, Tirkiyê protesto nake, ji bo filistîniyan dike. Yekî nizanibe ewê bibêje halê wî ji yê filistîniyan baştir e.

Filistînî tu carî ji bo kurdan nemeşiyana, rojekê Tirkiye û Îraq protesto nekirine, lê kurdên muhîbên filistîniyan xwe ji wan perçe dikin

Filistînîyan heykelê Seddam danîne, hevalê tirkan yê herî baş in, lê ew wek qûqla, wek Hecîwat û Qeregozê tirk ji bo filistîniyan gav û saetê hol dibe, xwe teqle dike.

Însan kane bibe robot, îspata wê hin dîndar, îslamiyên kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE