13 maj 2021

Me îro hewşa xwe şên kir

Îro li Stockholmê tam havîn bû, 23 derece germ bû. Îsal cara pêşî ye em germîyaneke wiha zêde dibînin.

Min pantorê xwe yê kin li xwe kir, ez, xanim û lawikê me Rojen, me berê xwe da BAUHAUSê, me ji bo hewşê çend kulîlk û 5 torbe ax kirî.

Danê nîvro me hersiya zend û bendên xwe vemaltin û me dest bi çandina kulîlkên xwe kir, em ji hal da ketin. Saet di 19.00a da me xwe jê xelas kir.
Me zêde kirîbû, min û xanimê li ser cî li hev nedikir. Lê axirê me hemû çandin.

Hin kulîlkên me mribûn, êdî nedihatin, me hinekên nuh çandin. Û hinekên her sal tên çandin, me tibabek jî ji wan kirî. Kulîlk, gul li Swêd biha ne, me pêşek perê xwe tê da. Hêvî dikim me rast çandibin, hişin werin.

Min barek pîvaz jî li dewşê xistine erdê, ew jî hin salan derdikevin, hin salan dernakevin.

Heger birayê min ê biçûk Faîq telefon nekira, min nizanîbû îro eynî ye, min digot belkî sibe. Jixwe em tu cejn mejnan pîroz nakin, lê şîraniyê dikirim. Min çû hinek peqlawe kirî. Xort jê hez dikin. Xêra cêjnê ez û xanim jî dixun…

 XXX

Li nêzî Mêrsîn 3-4 tirkan êrîşî malbateke kurdên hewlêrî kirine, bav û lawê wî yê 12 salî birîndar kirine. Kevir li serê mêrik xistine, mêrik giran birîndar e, rakirin nexweşxanê.

Malbatek kurd ji Hewlêrê li ereba xwe siwar bûye, wek turîst berê xwe daye Antalyayê. Di rê da 4 tirk heqaretê li wan dikin, dajon ser ereba yê kurd, dixwazin wî di şerampolê wer kin.

Yê kurd disekine. Tirk jî ji ereba xwe dadikevin, êrîşî wan dikin, wan giran birîndar dikin.

Tirkan welatê wan dagir kiriye, her roj bi tonanan bombe bi ser gundên wan da dibarînin, di van çend rojên dawî da 10 gund vala kirine, lê qet ne xema vê malbata kurd e.

Wan dîsa jî roja eydiyê xwe tûzikandine û berê xwe dane Tirkiyê, nava tirkan, kêfê.

Însan çawa kane heqasî bêar be, hewqasî bêşexsîyet be, ez fêm nakim.

Lê tirkan jî tam heqê wan daye.
Ev ne cara pêşî ye tirk wan lînc dikin, berê jî li Trabzonê û li hinderên din êrîşî wan kirin, xwestin lînc bikin. Lê kurdên başûr dîsa jî ji tirkan qurt nabin, li ber xwe nakevin. Gava însan li ber xwe nekve her heqaretê, her zulmê qebûl dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE