13 maj 2021

Çep û îslamiyên tirk jî bi qasî dewleta xwe li dijî azadiya me ne

Partiya Komunîst a Tirkiyê gotiye “ew daxwaza gelê filistîn a serxwebûnê rast û bi heq dibîne, piştgiriyê didê.”

Lê ew li dijî serxwebûna kurda ye, dagirkeriya dewleta xwe diparêze.

Partiya Komunîst tenê ne wiha ye, dîndarên tirk jî eynî tiştî dibêjin.

Partiyên tirk giş, di her warî da destegê didin micadele filistîniyan a ji bo serxwebûnê. Lê hemû jî li dijî azadî û serxwebûna kurdan in, giş dixwazin kurd tim blindest û koleyên tirkan bimînin.

Û him jî ne li dijî kurdên bakur tenê wiha difikirin, li herçar perçên Kurdistanê neyartiya kurdan dikin, kurdên serxwebûnxwaz neyarên xwe dibînin.

Kurdê, tirkê tiştê ji filistîniyan ra dixwaze ji kurdan ra nexwaze ew durû ye, irqçî ye, neyarê miletê kurd e.

Dema çepên tirk, komunîstên tirk, dîndar û îslamîstên tirk neyartiya kurdan dikin, li dijî azadiya kurdan dertên, hin kes dibêjin efendim ew ne komunîstên rastî ne, ew ne dîndarên rastî ne. Fena ku çep û dîndarên, îslamîstên tirkan yên piştgiriya azadiya kurdan hebin.

Na, eynî hemû jî komunîst in, dîndar in, him jî yên xalis-muxlis in ! Partiya komunîst ne komunîstên sexte ne, yên ji wan baştir tunene.

Ew ne komunîstên rastî ne, ew ne dîndarên rastî ne, ew ne misilmanên rastî ne, ew ne çapên rastî ne, ev giş çîrok û demagojiyên xapandinê ne.
Hemû jî yên rastîn, yên xalis-muxlis, yên heqîqî ne.

Kîjan komunîst û îslamiyên faris, ereb û tirk heqîqî ne, kîjan piştgiriye azadî û serxwebûna miletê kurd dikin?
Kes jî nake, hemû jî li dijî serxwebûna kurdan in.

Çep, demokrat, lîberal, komunîst û dîndarên tirk jî bi qasî dewletên xwe, bi qasî faşîst û nasyonalîstên xwe li dijî serxwebûna miletê kurd in, ev rastiyeke. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE