13 maj 2021

Kes nikane kesî bi zor bike kurd

Keçeka êzdî ji ber ku yekî jê ra gotiye ”keça kurd” pir hêrs bûye, bûye wek mozeke azirî, gotiye "ji min ra nebêjin kurd, ez ne kurd im, ez êzidî me, êzdiyatî ne dîneke, qewmeke."

Hin kesan xwe aciz kirine, bi baweriya min dibê meriv xwe aciz neke.

Ev ne tiştekî nuh e, ji êzdiyan jî, ji zazayan jî yên dibêjin em ne kurd in pir in.

Kî xwe kurd qebûl dike, kî xwe kurd qebûl nake bi kêfa xwe ye. Dibê meriv kesî bi zor neke kurd.

Em kurd têra xwe hene û bi kurdbûna xwe jî serbilind in.

Eyup Kurt: Mamoste Ev gotina kû van salê dawî zêdebûye „em Êzdîne zimanême Êzîdkîye“ ji fermana 2014 li Şengalê bêhtir kete rojevê. Ewjî ji ber Pêşmerga ew ne parastin ji kerba dilêxwe wisa dibêjin. Yên Ermenîstan pirojeyeke dewleta Ermenîstane. Lê Êzdîyên Bakur û Rojava sedî 99 xwe kurd dibînin û bi ol Êzdî. Ezjî Yek ji wanim ez kurdim welatê min Kurdîstan ‚e ez ne kesekî oldarim lê bi olaxwe Êzîme. Slav û hurmetê min ji bo cenabê teyî xîretkêş

Zinarê Xamo: Helbet tesîra jenosîda Şengalê heye. Lê kesên wiha digotin berê jî hebûn, nuha hinekî zêde bûne.

Bêguman piraniya êzdiyan li dijî vê fikrê ne. Ez viya zanim.

Bi ya min kî xwe çi dibîne bira bibîne. Gelek kurdên sûnî jî bûne tirk û ereb.

Bindestiya salan ji me ra gelek gelş peyda kirine.

Ya ecêb, vê xanimê gotiye, di mala her kurdî da Quran heye û her kurd bi Quranê bawerîya xwe tîne. Ev ne rast e, binaka wê tuneye. Bi milyonan kurd çep, komunîst, ataîst, elewî ne. Diyar xatûn yeka cahil e. Lê çi be jî dibê meriv nekeve gewriya kesên wiha.

Gelek kesên zane, baqil, xwedî aqlîselîm bi merivên cahil, fanatîk ra dikevin gewrîya hev, dixwazin wan bidin fikirandin, bînin ser riya rast. Merivê fanatîk bêtolerans e, ji aqil hez nake, berra aqil dide. Çimkî ji xwe bawer e.

Serdem Kahraman: Ew ji ber ku nîvê Kurdan misliman in loma hêrs bûye. Halbûkî kurdên xiristiyan jî hene , êzdî jî hene, elewî jî hwd ..

Zinrê Xamo: Erê, yeka cahil e. Her kurd bi îslamê û Quranê bawer nake, dibê viya bizane.

Şêx Zelala ji Fînê: Mamoste,bi milyonan Kurdên ji îslamê û ji Qur'anê bawer dikin,lê ji bo Kurdbûnê dimrin jî hene Baweriya dîn û dînan cuda ye, irq û miletbûn cuda ye Ez bi xwe ji îslamê jî bawer dikim û ji Qur'anê jî bawer dikim,lê belê,berî her tiştî Kurd im û berî her kesî xêra Kurdan dixwazim

Zinarê Xamo: Ez te zanim xanima hêja. Xwezî her kurd, her dîndar wek te ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji qewmê xwe hez bikira. Gotina min li ser kesê fanatîk e. Kurdên bawer dikin jî hene, yên nakin jî hene. Kî ji çi bawer dike azad e, ya muhîm meriv li kurdperwer be.

Newaf Mîro: Meriv nikare bi zorê nasnameyekê bide mirovên din. Eciziyên kesên wûsa hene, divê meriv hewl bide wan fêm bike. Ne mecbûre her kesê bi kurdî diaxive kurd be û xwe kurd bibîne. Lê ziman nasnameya, bila ziman û çanda xwe biparêzin, ew jî baş e.

Zinarê Xamo: Miny negotiye kî bi kurdî bipeyive kurd e ya jî her kurd mecbûr e bibêje ez kurd. Min gotiye kî xwe kurd qebûl dike, kî xwe kurd qebûl nake bi kêfxwe ye û dibê meriv xwe aciz neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE