12 maj 2021

Herî kêmaqilên misilmanan kurd in

Li gorî Eflatûn, kêmaqilî bi ber du sebeban e. Yek, ji ber dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahiliyê ye.

Tirkan di nava 100 salî da bi milyonan kurd dîn kirin, cahil hîştin, kirin kêmaqilê misilmanan. Di nava misilmanan da miletê herî kêmaqil, herî xêv û totikvala kurd in.

Halê wan sed qatî ji yên filistîniyan xerabtir e, ji bo xwe tiştekî nake, tiştekî naxwaze, ji bo filistîniyan xwe perçe dike, porê xwe dirûçikîne.

Filistînî jî dost û hevalên dagirkerên Kurdistanê ne, bi wan ra neyartiya kurdan dikin.

Tirkan Efrîn, Serê Kaniyê, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr topbaran kirin, bajar ji ortê rakirin, 1000 keç û lawên kurd kuştin.

Filistîniyan, misilmanan rojekê Tirkiye protesto nekirin, rojekê piştgirî nedan kurdan, negotin kurd guneh in, vê zulmê li kurdan nekin.

Lê kurd dîsa jî dadikevin kuçe û kolanan û Îsraîl şermezar dikin.

Gava yek xêra meriv nexwaze, ji rojan rojekê peyveke xêrê, peyveke dostana ji bo meriv nebêje, meriv jî ji bo wî şînê nagirî, ji bo wî dijminatiya xelkê nake.
Lê kurd dikin, çimkî totik vala ye.
Gava aqil tunebe meriv pir rehet dibe maşa destê dijminê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE