11 maj 2021

Pir dilşa me, min kitêb îro şand ji weşanxaneyê ra

Min kontrola (redakteya) kitêba xwe îro qedand û şand ji weşanxaneyê ra

Ezê îşev rehet rakevim. Li ber çavê min bûbû çiya, min bawer nedikir biqede. Erê qediya, lê ez jî pê ra qedîyam.

Nuha, fena ku barekî giran ji ser milê min rabûbe, ez xwe rehet û serbest his dikim.
Karê neqede tuneye, kar çiqasî pir û zor be jî rojekê diqede. Lê dîsa jî destpêk zor e.

Tiştê ketibû ser milê min, min qedand, ji nuha û pê da êdî karê weşanxaneyê ye. Hêvî dikim ew jî zû çap bikin.

Çend roj berê min li vir nivîsî, min soz da xwe û we, min got roja ez redakteya antolojiyê biqedînim, ezê bi çend qedeh şerab pîroz bikim.

Min êvarî soza xwe anî cî. Xanimê masî çê kir û min şûşeyek şeraba xwe vekir. Min û xanimê bi çend duble şerab xebata min pîroz kir.

Gava meriv kitêbekê diqedîne, dişîne ji weşanxaneyê ra û gava ji çapxaneyê tê, dikeve destê meriv, meriv pir kêfxweş û dilşa dibe.

Îro bi şandina kitêba xwe ez pir kêfxweş bûm. Kêfxweşiya duduya jî bi xêr kînga hat ezê bijîm…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE