11 maj 2021

Tirk Kurdistana Başûr hêdî bi tevî erdê xwe dikin

Tirkiye êdî wek li bakur, li başûr jî gundan vala dike, dişewitîne, xelkê ji gind û malên wan derdixe, bi çolan dixe.

Bi topbaran û bombebaranan 10 gundên Zaxo vala kirine. Gundî ji malên xwe reviyane, kes newêre here mala xwe, ser zeviyên xwe.

Bi bombebaranan agir bi daristanan ketiye, agir gihşştiye nava gundê Kêste.

Kurd ev kurd bin, hukûmet ev hukûmet be, sibe dor ewê were bajaran. Sibe jî dor ewê were Zaxo, Amediyê û Dihokê jî. Tirk Kurdistana başûr hêdî hêdî dagir dikin.

XXX

 

Tirk hemû, ji kîjan fikrê, ji kîjan îdeolojiyê dibe ferq nake, giş neyarên kurdan, yahûdiyan û êrmenîyan e.

Tirk giş antî-semît, antî-kurd, antî-êrmenî ne.

Serokê dîyanetê jî wisa ye, serokê partiya komunîst jî wisa ye. Giş nazîstên di ser hev ra ne, serokê dewletê jî wisa ye.

 XXX

 

Partiya Komunîst a Tirkiyê gotiye “ew daxwaza gelê filistîn a serxwebûnê rast û bi heq dibîne, piştgiriyê didê.”

Lê ew li dijî serxwebûna kurda ye, dagirkeriya dewleta xwe diparêze.

Partiya Komunîst tenê ne wiha ye, dîndarên tirk jî eynî tiştî dibêjin.

Partiyên tirk giş, di her warî da destegê didin micadele filistîniyan a ji bo serxwebûnê. Lê hemû jî li dijî azadî û serxwebûna kurdan in, giş dixwazin kurd tim blindest û koleyên tirkan bimînin.

Û him jî ne li dijî kurdên bakur tenê wiha difikirin, li herçar perçên Kurdistanê neyartiya kurdan dikin, kurdên serxwebûnxwaz neyarên xwe dibînin.

Kurdê, tirkê tiştê ji filistîniyan ra dixwaze ji kurdan ra nexwaze ew durû ye, irqçî ye, neyarê miletê kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE