Taner Akçamê tirkê kemalîst çendakî berê îdîayek, virek avêt ortê,
got li hin herêmên Kurdistanê ” bûkên êrmenî berî ku bi zavê ra têkevin
gerdekê, mecbûr bûn bi axayên kurd ra razana.
Ev çendake hin kurd li ser vê meselê minaqaşe dikin.
Taner Akçem, wek çavkanî jî Lazerev nîşan da. Di kitêba Lazerev da qala tiştekî wiha tê kirin, lê wek îdeyekê, ne bi îspat û delî.
Dûra mesele gerîya, gerîya, kitêba Mazhar Ahmed, ”Di Şerê Cîhanê yê 1ê da Kurdistan” wek belge hat nîşandan. Tiştê li ser Mazahr Ahmed tê gotin jî ne rast e, vala ye, bêbingeh e.Mazhar Ahmet di kitêba xwe da negotiye ”mafê gerdekê rast e”, negotiye tiştekî wiha qewimî ye, di vî warî da delîl, îspat û çavkaniyek nîşan nedaye. Tenê gotiye ”hinîdîayen” wisa hene.
Tiştê Mazhar Ahmed gotiye ev e:
”Heta hin çavkanî îdîa dikin, dibêjin bûkên êrmenî şeva dawetê mevbûr bûn têketana himêza feodalên kurd, îdîayên wiha didin pêş.”
Heta nuha tiştên li ser ”mafê şeva ewilî” hatine gotin giş çîrokên vala ne, tu kesî şahidekî bûyerê, delîl û belgeyeke ji wê demê nîşan nedaye, giş dibêjin ” bûye, îdîayên wiha hene”, yanî çîroka dibêjin.
Bûyine tiştekî wiha ne mim kûn e, ne li gorî kultur, exlaqê miletê kurd e, tu kurd zulm û bêexleqiyeke wiha qebûl nake, îslam qebûl nake.
Ya din, heger bi rastî li dereke Kurdistanê iştekî wiha biba, êrmeniyan ewê binivîsandana, rojnameyên êrmeniyan ewê qal bikirana.
Li ku bûye, kê kiriye, kî marûzî tecawizeke wiha bûye ewê bihata nivîsîn, rojnemayan, tarîxzanên wê demê ewê qal bikirana, ewê belge û cî nîşan bida na.
Tiştekî wiha tuneye, tiştên tên gotin hemû çîrokên ”dibêjin hebû, tunebû axayên kurd berî şeva gerdekê bi bûkên êrmenî ra radizan.”
Vir e, tiştekî wiha ne mimkûn e, ne li gorî exlaqê kurdan û îslamê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar