10 maj 2021

Kûçikê alman û kûçikê kurd

Yekî li Almanya û yekî kurd li parqekê kûçikên xwe digeriandin. Li hev sekinîn, ji hev ra qala kûçikên xwe kirin.

Yê alman pir pesnê kûçikê xwe da, got ez kanim 10 Euroyî bidimê, bibêjim here ji min ra pakêtek cixare bikire. Derxist 10 Euro da kûçikê xwe û jê ra got here ji min ra pakêtek Marlbro bikre û were.

Kûçikê alman pere girt, çû cixare kirî û hat.

Yê kurd got, kûçikê min jî diçe ji min ra tişta dikire û tê. Wî jî derxist 10 Euro dirêjî kûçikê xwe kir û got:

-Here pakêtek Marlbro bikire û were.

Kûçik pê da ewtiya, pere negirt. Wî çiqas pere dayê jî kûçik tim pê da ewtiya û pere ji desta negirt.

Yê alman got:

-Çima diewte, çima naçe?

Yê kurd got:

-Dibêje ezê bikirim, ez perê te qebûl nakim. Şerme, perê xwe têke bêrîka xwe !

 

 Çikûzî

Mêrik yekî pir çikûz(tima) bû, destê wî nediçû bêrîka wî, tu carî xercîyek nedida zarokên xwe. Rojekê lawê wî jê ra got:

-Bavo, şeva çûnî min di xewna xwe da dît te pere dida min.

Bavê wî berê xwe pê da kir, got:

-Zû ji ber çavê min wenda bibe, hîn ku min ew pere ji te nesitendîye!

 

Vîtamîn

Mamoste di sinifê da Beybûna biçûk pirsî, got:

-Beybûn, 5 sêv û 7 pûrtiqalên din dike çi?

Beybûn hinekî fikirî, got:

-Dike vîtamîn, mamoste. Vîtamîn jiyan e, dibê em bixun.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE