09 maj 2021

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu rast gotiye

 


Serokweşîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu, qerekter û îdeolojiya welatên misilman xweş tarîf kiriye, gotiye:

”Heger em kurdan wek dijminê xwe bibînin, welatên misilman giş ewê me wek birayê xwe qebûl bikin.”

Camêr rast gotiye, hedîse ev e. Ne Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îran tenê, welatên misilman hemû li dijî azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê ne. Giş dijminên me û dostên dagirkerên welatê me ne.

Tu welatekî misilman tiştê ji bo filistîniyan dixwazin ji bo me kurdan naxwazin. Ne tenê naxwazin, li dij in jî, naxwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin.

Ji bo wê jî tu welatekî misilman piştgiriya azadî û serxwebûna kurdan nake, piştgiriya Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê dikin.

Ev jî nîşan dide ne Sûrîye, Îraq, Îran û Tirkiye tenê, welatên misilam hemû neyartiya me dikin, dixwazin kurd li dinyayê nemînin, giş bihelin, bibin tirk, ereb û faris.

XXX

Bi rastî gotiye, negotiye ez nizaninm, lê alimên misilman dibêjin Mihemed Pêxember gava ketiye Mekê, gotiye: ”Hubbul weten mînel îman !”

Yanî hezkirine weten/welat ji îmanê ye.

Merivê ji welatê xwe hez neke, li dijî dagirkirina welatê xwe dernekeve, bibe heval û alîkarê kesên welatê wî/wê dagir kirine, ew kes alimekî heftê ilm be jî merivkî bêîman e.

Lema jî dîndarên, bawermendên bûne hevalê dewleta tirk, bûne heval û şûrkêşên hukûmeta AKPê, ew him xayinên miletê xwe ne, him jî bêîman in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE