08 maj 2021

Dixwazin filistînî bibin xwedî dewlet, lê li dijî dewleta kurdan e

Sebebê ku tirk, faris û misilamên dinyayê giş dijminatiya Îsraîl û yahûdiyan dikin mesela filîstîn e.

Ji bo ku Îsraîl serxwebûna filistîniyan qebûl nake, tirk, faris û misilmanên dinyayê Îsraîl rexne dikin, dibêjin ev neheqîye, dibê filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Lê misilmanên dinyayê ji bo kurdan jî eynî tiştî naxwazin. Tirkiyê, Îranê, Sûriyê, Îraqê jî welatê kurdan dagir kirine, ew jî nahêlin Kurdistan çê bibe. Ji bo vê yekê welatên misilman dijminatiya Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê nekin, yek weletekî misilman jî ji van dewletan ra peyveke tahl nake, nabêje çima we welatê kurdan dagir kiriye?

Tirkiye û Îran, Îsraîl bi dagirkeriyê îtham dikin, lê ew dagirkeriya Kurdistanê normal dibînin. Ji bo filistîniyan dewletê dixwazin, lê li dijî dewleteke kurd in.

Tirkiye û Îran dibêjin serxwebûn mafê filistînîya ye, lê ji bo daxwaza kurdan a serxwebûnê dibêjin ”terorîzm”, yên serxwebûnê dixwazin ceza dikin, dikujin.

Kurdên misilman, dîndar ji tirk, faris û ereban ra najênin tiştê hûn ji bo filistîniyan dixwazin, çima hûn nadin kurdan, çima hûn ji bo kurdan jî wek heqekî nabînin?

Kurdê ji filistîniyan re dewletê bixwaze lê ji kurdan ra nexwaze, ji bo filistîniyan li dijî Îsraîl be, lê ji bo kurdan ne li dijî Tirkiyê û Îranê be, ew merivekî durû ye, sextekar e, bêexlaq e, bêşexsîyet e,

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE