Îro xanima min bû nanpêj. Nanê xwe baş lê xistiye, lê şor kiriye. Heger xwe ji min venediziya, bi dizî hevîr nekira, ez li ser serî bûma, nan şor nedibû.
Xwest ji min ra surprîzekê bike, marîfeta xwe nîşanî min bide, lê şoriyê pê ra bêbextî kir.
Nanê me qadiya bû. Min got xanim, ev serê salekê ye ez nanpêjiyê dikim, ji min heta vir. Îcar dora te ye...
Got na, xulqê min tuneye, nizanim min hevîrkirin ji bîr kiriye. Hela nuha ne eceleye…Min jê ra got metirse, qet ne zor e. Çend şikil ardê me li mal heye, hema tevhev ke, 50 gr. hevîrtirşê xwe têkê û bi ava şîrgerm bistirê. Piştî nîv saetê hevîrê te tirş dibe, hazir e.
Gava min wiha digot, xwe dixeyidand, digot, tu bi qedrê Xwedê dikî van tiştan ji min ra nebêje. Ma tu dikî fêrî min bikî?
Bîstik berê ez ji ber kompîtorê rabûm, çûm mitbaxê, min bala xwe dayê destê wê di hevîr da ye. Xwest bê haya min nanê xwe lêxe. Nîşan bide ew kane ji min baştir nan lêxe.
Min got, çima te ji min ra negot, çima tu bi dizî dikî?
Got, ez naxwazim kes li ser sere min be, ji min ra nebêje, ez vî karî ji te pir baştir zanim.
Lê Xwedê kir nanê wê şor bû, heger bêqusûr ba, ewê bifiriya, ewê zêde pesnê nanpêjiya xwe bida.
Ez nuha bela xwe tê didim, dibêjim, heger te haya min pê xista, ez li ser sere te bûma, hevîr şor nedibû. Diqehere, pê zor tê, lê nikane îtîraz bike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar