07 maj 2021

Tirk Kurdistana Başûr jî dikin Efrîn

 


Tirkiye li ber çavê me Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dike, gund bi gund digre û lê bi cî dibe.

Tirkiye bi hêzeke mezin ketiye nava Kurdistanê, gundên li ser sînor û yên nêzî sînor yek bi yek vala dike, gundîyan ji malên wan derdixe û bi çol û çepelan dixe.
Ji ber bombebaran û topbaranên Tirkiyê, li Kanî Masê ya Amêdiyê 32 malên gundê Kêste dest ji mal û zeviyên xwe berdan û mahcir bûn.
Ev sosireteke mezin e !

Çawa tirk herin gundên başûr vala bikin û xelkê ji malên wan derxin?

Gerek tirkan nikanîbûya ev hukim bikira. Sebebê vê, bêdengiya hukûmeta Kursiatanê ye.

Û hukûmeta Kurdistanê jî li hemberî vê dagirkeriya tirkan bêdeng e.

Meriv dîn dibe, lal dibe !
Tirkiye her dera dagir dike leşkerên xwe lê bi cî dike, qereqolan lê çê dike.

Tirkiyê di vî şerî da heft xalên serbazî yên nuh li gundên devera Berwarî Bala ava kirine.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Rêvînk Hirûrî gotiye:

“Berî destpêkirina operasyonê, 36 xalên serbazî û şeş binkeyên serbazî yên Tirkiyê li sînorê parêzgeha Duhokê hebûn, niha hejmara wan gihîştiye 43 xalên serbazî.”

Ev jî tê wê maneyê Tirkiye Kurdistan Başûr jî wek Efrînê û Serê Kaniyê dagir dike û hukûmeta Kurdistanê lê temaşe dike, dengê xwe dernaxe.

Ne henek menek e, Kurdistana Başûr jî wek Efrînê ji dest dihere !

Dera tirk bi darê zorê, bi şer bigirin birehetî nadin.

Bi vê bêdengîya li hemberî dagirkerîya Tirkiyê, hukûmeta Kurdistana Federe Kurdistanê dide Tikriyê.

Ev bêdengîya hukûmeta Kurdistanê û hêzên kurdên başûr felaketeke mezin e, xwe teslîmî tirkan kirine. Fena ku ne li dijî dagirkeriya tirkan bin.

Tirk welatên wan dagir dikin û ew jî lê temaşe dikin, derbekê berra leşkerên tirk nadin, nakin qêrîn û hawar, alîkariyê ji dinyayê naxwazin, li dijî tirkan tevgerekê, serîhildanekê nakin. Gundên xwe yek bi yek didin tirkan.

Prof. Dr. Hasan Oktayê tirk ji Rûdawê ra gotiye, ”Tirkiye dixwaze li Herema Kurdistanê kampên nû ava bike û êdî li herêmê zêdetir mayînde be.”

Yanî Tirkiye ewê li Kurdistanê bi cî bibe, bi paş da venekişe.  Jixwe tiştê dibe jî ev e.

Tirk dibînin dagirkirina başûrê Kurdistana pir rehet e, ji rojava rehettir e.

kurd dengê xwe nakin, piştî çend topbaranan gund bi gund, herêm bi herêm didin tirkan û ji cî warên xwe, ji gundên xwe direvin.

Gerek kurd nerevin.
Gerek gundên xwe vala nekin.
Kurdistanê rakin ser nigan, bi sedhezaran herin wan gundan, wan herêman biparêzin.

Rev, valakirina gundan malwêranîye, aqûbeta Efrînê û Serê Kaniyê ye.

Heger hukûmeta Kurdistanê û partiyên li ser hukim ne bi dagirkirina Tirkiyê ra ne, ne hevalên Tirkiyê ne, gerek hewqasî bêdeng nemana, gerek heta nuha qiyamet rakiribana.

Bi min wisa tê, fena ku dagirkirin bi dilê hukûmeta Kurdistanê be, lema bêdeng e, tiştekî ji tirkan ra nabêje.

Ewlehiya Kurdistana Başûr nuha ji ya rojava gelkî xerabtir  û talûkettir e, tirkan dev ji rojava berdane îcar başûr dagir dikin. Çimkî başûr rehettir dagir dibe.

Çimkî li başûr ne milet û ne jî partî û hukûmet kes dengê xwe nake, tenê gundan didin tirkan û tirk jî gav bi gav leşkerên xwe lê bi cî dikin.

Ev malwêranî ye, hukûmetek, miletek gerek hewqasî rehet telîmî neyarê xwe nebe.

Welatê bêxwedî, welatê kes neparêze tirkê dagir bikin.

Lê hûn baş bizanin, tirk bi dagirkirina çend gundan û çend bajaran nasekinin.

Hedefa tirkan xistina Hewlêrê ye. Dixwazin statuya kurdan ya îro ji ortê rakin, başûr jî bikin wek  bakur.

Û dûra jî tiştê anîn serê HDPê, serok û siyasetmedarên wê, ewê bînin serê serok û siyasetmedarên başûr jî.

Heger kurd dixwazin Kurdistana Federe bimîne, dibê gundê Kêstê nedin tirkan, dibê nehêlin tirk li 43 derên Kurdistanê leşkerên xwe bi cî bikin. Dibê li hemberî wan bêdeng nemînin, wer bikin gazî û hawar, dinyayê bi vê rewşê bihesînin.

Hukûmeta Kurdistanê, pêşmerge dibê welatê xwe biparêze.

Hukûmeta welatê xwe neparêze, pêşmergeyên welatê xwe neparêzin hebe çi ye, tunebe çi ye?

Dibê hukûmeta Kurdistanê ji Îraqê, ji Amerîkayê, ji hêzên hevpeyman, ji Neteweyên Yekbûyî alîkariyê bixwaze, bixwaze leşkerên tirk jî û PKKê jî ji welatê xwe derxin.

Kî bi zor têkeve welatê meriv dibê meriv qebûl neke, ya bi rehetî, ya bi zor ji welatê xwe derxe.

Dibê Îraq, Kurdistana Federe biparêze, heger neparêze wê demê tu maneya federasyonê tuneye, dibê kurd serxwebûna îlan bikin. Gerek kurd viya ji Îraqê bixwazin.

Di esasê xwe da PKK ji bo tirkan bahaneye, PKK hebe jî, tunebe jî tirk dixwazin Kurdistana Federe têk bibin, hedefa wan ev e.

Lê PKKê ji bo hedefa xwe dikin hincet. PKK jî tiştê tam li gorî dilê tirkan dike.

Di rastiyê da tirk naxwazin PKK ji başûr derkeve, dixwazin PKK li wir hebe heta ku ew digihîjin hedefa xwe ya têkbirina Kurdistana Federe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE