07 maj 2021

Dudu ji me yek ji wan

Rojekî yekî sûnî li gundekî elewîya bû mîvanê malekê. Bala xwe dayê malxuya malê bi navê Omer ban lawê xwe dike, jê ra dibêje:

-Omer were, Omer here. Omerê min, hela were vira...

Navê lêwik bala mêrik kişand, ji jinikê ra got:

-Xwişka min, bi qasî ez zanim elewî navê Omer li zarokên xwe nakin. Lê ez dibînim navê lawê te Omer e .

Jinikê gotiye:

-Wele navê lawê minê pêşî Husên bû, nexweş ket mir. Navê yê duduya Husên bû, ew jî nexweş ket mir. Evê sisiya jî me navî kir Omer. Xwedê neke, heger ew jî bimre, qenekê ewê yekî sûnî jî bimre; ji me dudu çûn, bira yek jî ji wan here.

 Li nexweşa dinêre

Erdogan, piştî teftîşa tîmarxannê(nexweşxaneya aqil)li salonê dest bi axaftinê kir. Axaftina xwe qedand, bêyî yekî, her kesî jê ra li çepika xist. Vê yekê bala Erdogan kişand, pir aciz bû, jê ra got:

-Tu çima li çepika naxî?

Mêrik got:

-Ez li nexweşa dinêrim !


 Parsek

Li derî ket, xanima malê çû derî vekir. Jinikê bala xwe dayê yekî parseke, li parsê digere, ji jinikê sedeqeyek xwest.

Jinikê xwe xeyidand, got:

-Ma tu şerm nakî vê serê sibê li deriyê xelkê dixî, sedeqeyekê dixwazî?

Parsek got:

-Ez şerm dikim, çawa nakim! Min jî dixwest ez derî bi derî negerim, her kes sedeqeya xwe bîne mala min. Lê nikanîbû bi kesî bida qebûlkirin sedeqeya xwe ew bîne mala min.

 

Îrade

Parsekekî belangaz, zeîfokî li kuçeyeke Diyarbekrê xanimeke pir qelaw sekinand, destê xwe li ber vegirt, bi dengekî feqîrokî jê ra got:

-Xaltîkê, bawer bike ev hefteyeke qet tiştek bi devê min nebûye. Sedeqeyekê bide min, ez ji xwe ra pê parîyek nan bikirim.

Jinikê got:

-Axxx, axxx ! Xwezî ev îradeya te bi min ra jî hebûya, min jî bikanîbûya hefteyekê tiştek bi devê xwe nekira…

 

Kes nizane

Rojekê Recec Tayyip Erdogan û Abdullah Gul sohbet dikirin. Tayyip got:

-Evdila, ma îngilîziya te baş e ne were ?

Gul got:

-Baş e, ne xerab e.

Tayyip got:

-Cumleyek îngilîzî heye, ez dixwazim tu wê wergerînî tirkî.

Gul got:

-Ez bizanibim ezê bikim.

Tayyip got:

- Yaho ev ”I don´t know” çi ye?

Gul got:

-”Ez nizanim”.

Tayyip matmayî ma, got:

-”Hela hela! Wa ye tu jî nizanî ! Îro min ev gotin ji kê pirsî, got nizanim.”

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE