15 maj 2021

Li Diyarbekrê kurd çima ne ji bona xwe, ji bona filistîniyan dimeşin ?

Li Diyarbekrê kurd çima ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan meş û mitîngan çê dikin?
Çima li dijî dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Kerkûkê, Şengalê dernakevin, lê Îsraîl protesto dikin?
Sebê vê paradoksê çi ye, çima wiha dikin?
Gerek em sebebê vê korfahmiyê baş bizanibin.
Bi însên ra ruh û tamara millî, kurdayetiyê çiqasî kêm be, çiqasî zeîf be, însan hewqasî rehet dibe heyran û zilamê xelkê.

Sebebê di nava me da muhîbên filistîniyan pir in ev e, xwe kurd nabînin, ruhê netewî, ruhê kurdayetiyê bi wan ra tuneye, lema jî ne bona xwe, ji bona filistîniyan digrîn, mitîngan çê dikin, dua dikin.

Ji bo kurdan tiştekî nakin, tiştekî naxwazin, çimkî ji kurdan hez nakin, çimkî ji kurdan, ji daxwaza kurdan ya azadî û serxwebûnê nefret dikin, li dijî azaiya kurdan e.

Herin ji wan kesên li Diyarbekrê ji bo filistîniyan dimeşin bipirsin, bibêjin hûn dixwazin filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe?

Ji sedî sedê wan ewê bibêjin erê, ev heqê filistîniya ye, dibê filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe?
Lê eynî pirsê ji bo kurdan ji wan bikin, belkî ji sedî 99ê wam ewê bibêjin na, bi kêmanî ewê nebêjin erê, ewê nebêjin ev heqê kurda ye, dibê kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Yanî mesele ev e; kesên li Diyarbekrê û li bajarên din ên Kurdistanê ji bo filistîniyan Îsraîl protesto dikin xwe ji filistîniyan hez dikin, ji bo wê jî piştgiriyê didin filistîniyan.

Erê bi eslê xwe kurd in, lê êdî ne xwe kurd qebûl dikin û ne jî ji kurdan hez dikin. Lema jî ji bo kurdan tiştekî naxwazin, li dijî dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Kerkûkê dernakevin.

Di vir da sûcê filistîniyan tuneye, filistîniyan kes mecbûrî piştgiriya xwe nekiriye.
Yên me ne tu meriv in, tamar û ruhê kurdayetiyê bi wan ra nemaye, êdî bûne tirk; zimanê wan kurmancî, zazakî be jî, bi ruhê xwe û bi fikrê xwe bûne tirk. Ji bo wê jî li gorî emir û telkîna tirkan hereket dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE