15 maj 2021

Tirkiye û çeteyên mafîa du birayên sîmbîyoz in

Ji berê û ber da ye dewleta tirkan hêzên faşîst û çeteyên mafîayê li ser xwe xwedî dike, çavê xwe ji wan ra digre.

Çimkî gava hewce be wan wek hêzeke teqwîye dajo ser kurdan, pê kurdan terorîze dike.

Ji bo wê jî di nabêna hukûmeta AKPê û Sedat Peker û Çakicî da girêdaneke sîmbîyoz heye.

Çakicî û Sedat Peker çeteyên hukûmetê yên siwîl in, ne mimkûn e hukûmet zirarê bide wan.

Meriv notirvanê xwe, peyayê xwe, paşmêrê xwe nagire, ceza nake.

Çakicî û Sedat Peker û bi sedan çeteyên wek wan hêza dewletê ya antî-kurd in.

Hukûmeta AKPê tu carî vê hêzê lewx nake. Ev hêza –çete-mafîa hîmekî esasî ya dewleta tirka ye.

Bi vê hêzê Tirkiye ji rûman-yûnanan, ji êrmeniyan, ji yahûdiyan paqij kirin û dest danîn ser mal û milkên wan.

Nuha jî dora kurda ye, vê hêza faşîst-mafîa îcar jî li hemberî kurdan bi kar tînin. Berê jî gelek caran bi kar anîne.

Qet xwe newestînin, hukûmet vê têkiliya xwe ya sîmbîyoz a bi Sedat Peker ra qut nake, ew dê û dot in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE