16 maj 2021

Sosireta giran, Bloggspotê 9 nivîsên min rakirine !

Do bi şev dema min bala xwe da E-posta xwe (gmaîla xwe) ez matmayî mam, ez tevizîm !

”Bloggspot”ê, 9 nivîsên min ji bloga min rakirine, xera kirine.

”Blogger teamet”ê gotiye me bala xwe da van nivîsên te, me ew li dijî prensîbên xwe dîtin, lema jî jê birin.

Ji bo her nivîsê wiha gotine:

”Your post "Hindik mabû min îro kulîlkên xanimê ji bîr bikira" has been deleted.”


Û bi vî hawî 9 nivîsên min avêtine.
Dûra gotiye me filan nivîs paş da bi cî kir, lê nivîs xuya nake.
Ji van nivîsan yek jî nuha di bloga min da tuneye.

Ev 14 sal in ez bloger im, ev cara pêşîye tiştekî wiha tê serê min.
Ya din hin nivîsên wer rakirine ne siyasî ne, min ji xanima xwe ra gul kirîbû, min li ser wê nivîsîye.
Min pesnê pirbûna jinên karê wergerê dikin daye. Ew jî rakirine.
Gelo heqê Bloggspotê heye bi vî hawî nivîsên min bavêje ?
Ya xerab ew nivîs li ba min tunene.
Ez kanim çi bikim ?
Gelo ez kanim wan nivîsan paş da bigirim, tiştekî wiha mimkûn e ya na?

Nivîsên ji bloga min avêtine ev in:

 

1)Tirk dibêjin ewê HDPê jî bigrin

2) Em kurd ji dijminên xwe gelkî medenîtir in

 3)Wê peqlê ji bin zimanê xwe derxe !

 4)Otokirîtîkek derengmayî

5)Tirkiyê kitêbeke din qedexe kir !

6) Pirbûna jinên wergêr min kêfxweş dike

 7)Hindik mabû min îro kulîlkên xanimê ji bîr bikira

8)Ereban bi şûr, kurdan bi çiqlê zeytûnê pêşwazî li Papa Francîs kirin9) Hindik mabû min îro kulîlkên xanimê ji bîr bikira

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE