21 september 2020

Evîndarî payizê xweş e

 


Însanan li ser herçar demsalên salê jî pir gotinên xweş gotine, şiîr nivîsîne. 

Lê belê herî bêtir li ser payizê naliyan e, nuhurandine, şiîr nivîsîne, bi dildariyeke bêsînor kilam avêtine ser payizê; jiyana xwe şibandine payizê…

Payiz, demsala şaira ye, merivên hestîyar, diltenik, dilzîz ji payizê hez dikin.
Payiz, him demsala kovan û xemgîniyê, ya kul û kesera dildaran, ya kal pîran e,  him jî demsala huzûr û dilşadiyê ye.
Dildarî payizê xweştir e.


Di payizê da xweza reng diguhere, ebeyeke, şalekî zêrîn bera ser bjna xwe dide, rengên zer û sor, kesk tev hev dibin, bi hev ra li ser daran û li erdê dans dikin, govendek semayî digerînin.


Ez ji payizê, ji çilopekên ji daran diweşin hez dikim.


Kê gotiye, gotin yên kê ne ez nizanim, lê min çend gotinên li ser payizê wergerandin kurmancî.

-A rast, çilo ji darê aciz bûbû… Payiz behane bû.

-Kavilekî(xirbeyekî)dîn im di kuçeyên te da, min umrê xwe kiriye boraqa navê te. Ya tu yê bibî ya min, ya jî di êvara vê payizê da ezê dest ji ber xwe berdim. 

-Însan eynî wek çar demsala ye. Gava dikene dişibe ”havînê”, gava dilşa dibe dişibe ”biharê”, gava diqefile dişibe ”zivistanê”, gava xeyalşikestî dibe dişibe ”payizê.”

-Evîn wek ba ye, tu nikanî bibînî, lê belê tu his dikî…
- Evîna te wek baranaka payizê bi ser min da dibare, tu dibêjî belkî sureka bayê payizêye dengê te di guhê min da.

-Dev ji biharê, havînê berde. Di wan damsalan da her kes evîndar dibe. Heger tu yê ji însanekî hez bikî, di dema baranên payizê bi ser te da dibarin hez bike.

 -Min ji meşa di baranê da tim hez kiriye. Bi vî hawî kes nabîne ez digrîm.

///Charlie Chaplin

Ez maraq dikim, gelo ev payiz ewê çi nîşanî me bide? Gelo ewê jî wek payizên bihurîn bêyom, bêwefa û qebîh be û barek kul û xem bera hinavê me bide, ya jî ewê bibe payizeke me ya bextewariyê û ruyê me bikenîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE