20 september 2020

Reîsê tiran dîsa dest bi hokus pokusekê kiriye

 


Reîsê bi nav û nîşan, tucarê axirzeman, serokê tirkan, Recep Tayyip Erdogan, ji bo endametiya AKPê kampaniyeke nuh daye destpêkirin. Di îlana kampaniyayê da dibêje:

”Bibin endamê AKPê û fersenda mayina şevekê li Kulliyeyê bi destê xwe xin.”

Kullîye, navê qesra Erdogan e, 1150 odeyên wê hene.

Pîncîtîyeke wiha nayê bîra hoqebazê dinyayê yê herî zîrek, herî fêlbaz.

Lê diyar e tirsê girtiye, xwe zeîf his dike.

 

XXX

Cubbelî Ahmet, ji rojnamegerê tirk Sagi Ozturk ra gotiye, ”2 hezar komeleyên selefî xwe çekdar kirine. Heger sawcî ban min bike, bibêje tu çi zanî, tu çawa van tiştan dibêjî, ev kîjan komele ne, kîjan hêz in, ez hazir im herî kêm navê 150 hebî jê ra bijmêrim.”

Tiştê Cubbeli Ahmet gotiye bi îhtîmaleke emzin ewê rast be. Cubbelî di meseleyeke hewqasî cidî da dereweke wiha nake, bingeh tunebe viya nabêje.

Çimkî ew di nava wan da ye, yekî ji wan e. Lema jî haya wî ji çekdarbûna çeteyên AKPê heye.

Ji xwe berê jî rojnameya Gozcuyê qala vê çekdarbûna AKPê kiribû, gotibû hukûmetê bi hezaran sîleh li merivên xwe belav kiriye.

Li Tirkiyê bêyî haya hukûmetê kes nikane xwe çekdar bike. Vana çeteyên tirk ên Daîşê û El Qaîdeyê ne. Reîs ji bo parastina xwe û îktîdara xwe sîleh daye wan, belkî rojekê jê ra lazim bibe.

Xeber ali ser vê meselê di T24a da heye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE