20 september 2020

Ew ap û îdolê xortan bû

 


Zana û kurdperwerê hêja, apê keç û xortên kurd Mûsa Anter, 28 sal berê şeva 20ê îlona 1992a li Diyarbekrê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana dewletê, bi şiklekî namerdane hete kuştin.

Apê Mûsa ap û îdolê xortan hemûyan bû, bi xebat û liberxwedana xwe, bi nivîs, serpêhatî û mîzaha xwe tesîreke mezin li nifşên xwe û yên di pey xwe ra kiriye. 

Lema jî di dilê her kurdî da ciyekî taybet ê Apê Mûsa heye. 


Qelema xwe li hemberî hêzên dagirker wek şûrekî bi kar anî, bi zîrekî û mîzaha xwe henekê xwe bi dagirkeran û edaleta wan kir, dagirkerîya wan tim bi bîra wan xist. Ji bo xortan bû îdolekî îlhamê û sembolekî liberxwedanê.

Apê Mûsa nayê jibîrkirin, kurd ewê vî xweşmêrê zana tim bi hurmet û bi hezkirineke kûr bibîr bînin.

Bi hurmet bibîr tînim

Ji milê çepê yê li serî apê Mûsya ye. Bavê min ê rahmetî, Bûboyê Xamo jî ji milê rastê yê serî, yê bi berçavk e.
Wî jî bi hurmet bibîr tînim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE