20 september 2020

Hela ji qumandar ra hinek boq bîne

 Rojekê qumandarekî tirk û çend cendirme pê ra li gundekî Kurdistanê bûn mîvanê maleke kurd. 

Mazûbanê malê li gor qeweta xwe ji mîvanên xwe ra xwarineke hazir dike û da ber wan. Berî  ku mîvanên dest bi xwarinê bikin, malxuyê malê bala xwe dayê pîvazê hişîn dananîye ser sifrê. Ban lawê xwe kir, jê ra got:

-Lawo Jêhat, hela here ji qumandar efendî ra hinek boq (nêriyê pîvaza hişîn) bîne!

Dema qumandar navê ”boq” (boq bi tirkî gû ye) bihîst, gelkî aciz bû  û ji xwediyê malê ra got:

-Hey bêterbiye, tu çawa kanî ji min ra wiha bibêjî?

Xwediyê malê baş bi tirkî nizanîbû, lê fêm kir maneya ”boqê” bi tirkî xerab e. Ji bo ku ji qumandar ra ferqa ”boqê” tirkî û kurdî îzah bike, got:

-Qumandar beg, xwe nexeyidîne, min got boqê me bîne, ne boqê we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE