19 september 2020

Em di şîna xwe da jî ji bo xelkê digrîn !

Meriv xêra yekî bixwaze, lê ew xêra meriv nexwaze, heta tim nifira li meriv bike.

Meriv ji yekî hez bike, heta xwe ji bo wî bide kuştin, lê ew ji meriv nefret bike, heta şerê meriv bike.


Meriv ji bo xatirê yekî bi xelkê ra dijminatiyê bike, lê ew bi dijminê meriv ra dost be, alîkariya dijminê meriv bike.


Û gava meriv viya gişî bizanibe, lê dîsa jî dev ji heyranî û piştgiriya wî kesî bernede, gelo meriv ne xêvo ye, ne bêmejî û totikvala ye?

Ez gelek kurdan dişibînim merivekî wiha...


Her kurdek Eloyekî xemxur e, ji bo her miletê bindest digrî, li çonga xwe dixe, porê xwe dirûçikîne, lê ji bo xwe ji wî kesî tiştekî napê, naxwaze. 


Yê ji miriyên xwe bêtir ji bo miriyên xelkê bigrî kêmaqil e, ehmeq e.


Filistînê tenê dijminatiya dijminê xwe dikin, wekî din dijminatiye kesî nakin, nabêna xwe bi kesî ra xera nakin, kî alîkariya wan bike dostê xwe dibînin.
Ma em kurd jî wiha ne?
Em ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan dijminatiya Îsraîl û Emerîkayê dikin.
Em di şîna xwe da ne ji bo xwe, ji bo xelkê digrîn.
Ma ev karê aqil e?
Ma ev ne ehmeqaî ye?

XXX

Ezê li jêr pirsekê ji kurdên bi erebî, bi tirkî û bi farisî zanin bikim.

Di van salên dawî da çend bobelatên mezin hatin serê me kurdan.

Dagirkirin, talan û qetlîamên Şengalê, Kobanê, Efrînê Serê Kaniyê, Girê Sipî ji felaketên hatine serê me tenê çend numûne ne.

Li Şengalê, li Efrînê, li Kobanê bi hezaran kurd bi hovane hatin kuştin, tecawizî jin û keçên me kirin, bi hezaran keç û jinên kurdên êzdî revandin, li mazatan firotin hev. Hîn jî bi hezaran jin, keç û zarokên êzdî wenda ne.

Nuha ez vê pirsê ji we dikim.

Gelo heta nuha ji farisan, ji tirkan, ji ereban, ji çep û dîndarên wan kesî li ser van bobelatên hetine serê me şiîrek, çîrokek, romanek nivîsîye, fîlmek çêkiriye heye?

Kurdan li ser filistîniyan gelek tişt nivîsîne, gelek tişt kirine, heta xwe dane kuştin jî.

Gelo filistînîyekî li ser Şengalê, Kobanê, Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî, li ser felakatên hatine serê me şiîrek, çîrokek, romanek nivîsîye ?

Ez nizanim. Kesên zanin bira bibêjin ji bo ku em jî bizanibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE