19 september 2020

Heger bi rastî hûn bawer dikin cixare ji siheta însên ra ne baş e nebin tiryakîyên cixarê

Hin camêr li ser rewşa kurdan, riya azadî û serxwebûna wan, girîngiya zimên, zirarên asîmîlasyonê tiştên pir rast û xweş dibêjin, di medyaya sosyal da nutiqên mikemel pêşkêşî me dikin.

Lê bi tirkî van şîretan li me dikin.

Yê cixarekêş, bi cixara di nava tiliyan da dibê ji xelkê ra nebêje cixare xerab e.

Heger ji dil hûn bawer dikin cixare ji bo siheta meriv ne baş e, xerab e, dibê hûn cixarê nekşînin, nebin tiryakên cixarê. Him hûnê bi xwe tiryakê cixarê bin û him jî qala zirar û xerabiyên cixarê bikin li hev nake... 

Bi cixara di nava tiliyên we da, bi dûxana di ser serê we ra pêl dide şîretan li xelkê nekin.

Him cixarekêş be û him jî bibêje cixare bi zirar e, nabe, li hev nake. Kî rast dibîne bi kêfa xwe ye, lê ez rast nabînim.

Him bibêje asîmîlasyon xerab e, hebûna me tehdît dike û him jî bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyive, nivîsîna kurdî fêr nebe, her roj bi tirkî binivîse. Wiha nabe, dibê gotin û kirinên we hev bigrin. Dev ji nutqan û şîretan berdin, ji xwe, ji malbata xwe dest pê bikin.

Bi axaftina tirkî, bi nivîsên tirkî rê li ber asîmîlasyonê nayê girtin. Bi vî karê xwe hûn jî kurdan asîmîle dikin.
Bi xweziyê dest nagihîje baqê keziyê.

 

XXX

Tirkiyê Efrîn li kurdên li Efrînê mane kiriye cahnime, dagirkerî, talan, zulm, îşkence, kuştin ne bes e, her roj bi çeteyên xwe çend kurdan direvînin, xûgiyê digrin û dû ra dikujin, beta dikin.

Tirkiyê di ser da jî ji NY ra gotiye tiştê we li ser Efrînê gotiye gişt bêbingeh e, li Efrînê zulm li kurdan nabe, kesî neheqî li kurdan nekiriye, revandin, kuştin jî derew e, em îthamên Neteweyên Yekgirtî hemûyan red dikin.

Tirk ji gotinê, ji însaniyetê fêm nakin, heta zorê nebînin, heta hinek dest nexe qiraka wan li tu derê rehet nasekinin, li Efrînê ewê vê hovîtiya xwe bidomînin û roj bi roj zêdetir bikin.

Zimanê tirk jê fêm dikin zor e, Dibê Netewyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê ji ambargoyê dest pê bikin.

 

XXX

Ji bo tirkan kîjan perçê Kurdistanê dibe, kîjan partî dibe ferq nake, li ku derê kurd xurt bin û xwedî maf bin, ya jî nêzî azadiyê bibin, tirk li wir êrîşî kurdan dikin, li wir dixwazin kurdan qels bikin, têk bibin.

Xayin û cahş ne tê da, tirk neyarê her kurdî, her partiyê ne. Dibê her kurd viya baş bizanibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE