19 september 2020

Ji bêçaretî

 Hakim ji xanima girtî pirsî, got:

-Te ji bo çi kursî li serê mêrê xwe xistiye û serê wî şikandiye?

Jinikê hustiyê xwe xwar kir û got:

-Ez çi bikim hakim beg, ji bêçaretî bû. Mase pir giran bû û wê di wê taftafê da tiştekî din jî bi destê min neket…

 

Bertîl

Muxtarê gund bertîlxurekî pir yeman bû, bê bertîl mohra xwe ji bêrîka xwe dernedixist. Rojekê çend gundiyan bi hev ketin û çûn li muxtêr gilî kirin, gotin muxtar bê bertîl tu tiştekî mohr nake.

Doz hat vekirin û celp ji muxtêr ra çû. Roja mahkimê xwediyên gilî û muxtar, giş çûn mahkimê. Hakim piştî ku îdîaname xwend ji muxtêr ra got:

-Muxtar, ev camêrên hanê dibêjin muxtar bê bertîl tu karî nake. Ma rast e, ne rast e, tu çi dibêjî?

Muxtar yekî kone bû, got:

-Hakim beg, bi Xwedê carnan tên ji min ra jî dibêjin “hakim yekî bertîlxur e, ji xelkê rişwetê digre, bê bertîl kar nake. Lê ez ne guh didim gotinên wiha û ne jî ji wan bawer dikim.

Piştî van gotinên muxtêr, hakim bi hêrs ji gundiyên gilî kiribûn ra got:

-Derkevin der, berat!

 

 Terkîba malbatê

Du kalên swêdî bi hev ra dipeyivîn. Yekî ji yekî ra bi gazin got:

-Di van salên dawî da terkîba(kombînezona) malbatê ji binde hatiye guhertin.

Hevalê wî got:

-Bi çi hawî?

-Berê, di zaroktiya me da her dê û bavekî çar, pênc zarokên wan hebûn. Lê nuha her zarokekî çar, pênc dê û bavên wan hene. Zarokên feqîr nizanin ji kê ra bibêjin bavo û dayê…

 

Nigê bêdesmêj

Xoce Nesredîn desmêj girt lê avê têra nigekî wî nekir. Dema dest bi nimêja xwe kir nigigê xwe yê neşuştîrakir hewa û li ser nigekî nimêj kir. Yên li dorê li hember vê yekê matmayî man, gotin:

-Xoce, malneket, ev çawa nimêj e?

Xoce got:

-Ev nimêja nigekî bêdesmêj e.

 

Destê xwe nedayê

Hakim ji xortê berdûş pirsî, got:

-Lawo ma rast e te ev camêrê hanê ji ser nêrdiwanê totî jêr kiriye?

Xortê berdûş xwe hinekî pik kir û got:

-Na hakim beg, min tenê ji ser pêlikekê ew tahm da, wekî din min qet destê xwe nedayê, ew bi xwe gundorî jêr bû.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE