Mucahît Bîlîcî xoce, li ser êrîşên tirkan ên ser kurdan û bi van êrîşan ra rûmeta(heysîyeta)bi darê zorê ji destê kurdan hatiye girtin nivîseke xweş nivîsîye.
Tirk, çi dewlet, çi siwîl, her roj li vir û li wir, bi êrîş, lêdan û lînckirinên xwe kurdan bêrûmet dikin, bi şeref û xurûra wan dilîzin, heqaretên nemayî li kurdan dikin. Kî çi bşne serê kurdan, çi zulm û heqaretê li kurdan bike jê ra dimîne.
Neyartiya kurdan êdî ne ji alî hêzekê, gurûbekê, partiyekê tenê ve tê kirin, dewlet,
hukûmet, civata tirk jî bi xurtî êrîşê kurdan dike.
Li Tirkiyê heqaret û zulmkirina li kurdan, ji alî pûlis û leşkeran ve
îşkencekirina kurdan, bûye beşekî jiyana her kurdî.
Û ji bo ku kurd jî di van salên dawî da ji desthilat hatine xistin, nikanin ji
qesasên heyfa xwe bigrin, nikanin bersîvê bidin qesasan û êrîşkaran.
Ev pasîfî û bêçaretiya kurdan jî him dewletê û him jî tirkên siwîl bêtir
bêperwa dike, di her fersendê da kurdan pîs dikin, rûmet û xurara wan tînin
pênc peran.
Mucahîd Bîlîcî, di nivîsa xwe ”Kurt haysîyetî” da dibêje heger kurd ji
desthilanîn nehatina xistin, heger hêzeke kurdan diparêze hebûya, heger kurdan
bikanîbûya bersîv bidana êrîşkaran, bikanîbûna heyfa xwe bigirtana, heger
êrîşkaran bizanîbana zulma li kurdan dikin ewê ji wan ra nemîne, ev zulm
nedikirin, newêrîbûn kurdan hewqasî bêrûmet û rencîde bikin.
Nivîs bi tirkî ye û di malpera ”Gazete dûvar”ê da ye. Min girîng dît û ew
wergerand kurmancî. Min xwest ev nivîs bi kurdî jî hebe.
"Rûmeta kurdî
Mucahît Bîlîcî
Qabîlîyeta xweparastina (nefsî mudafaa)kurdan bi darê zorê ji destê wan hatiye
girtin.
Ji ber ku kurd ji qabîlîyeta bikaranîna şîdetê mehrûm in, bikaranîna şîdeta li
hemberî wan hêsan bûye û hatiye teşwîqkirin. Îro tu malîyeteke zulmkirina li
kurdan tuneye, ya jî pir kêm e.
Gundiyê ji helîkopterê hatiye avêtin rûmeta(heysîyeta)kurda ye.
Ruyê keça li bazara karkiran hate sîlekirin jî rûmeta kurda ye.
Kalê serê wî ji bo ku bi kurdî peyivî hate şikandin jî rûmeta kurda ye.
Ya hate revandin, ya tecawizî wê hate kirin jî rûmeta kurda ye.
Yê taxek lê tê qedexekirin jî asas rûmeta kurda ye. Yê ji bajarekî tê derxistin û tê celîkirin jî rûmeta kurda ye.
Rûmeta kurdan(heysîyeta kurdan)îro bêxwedî ye. Çimkî ji kurd qut bûye, hatiye
qutkirin. Tiştên tên serê kurdan ji ber zayîbûna rûmeta wan tê serê wan.
Edalet berê bi doza xwînê, bi qisas dihat bicîanîn. Civatên herî prîmîtîv jî ji
bo ku dengeyeyê têxin jiyanê, di edaletê da tirsê bi cî bikin, prensîba barbar qisasê
bi qisas bi cî dianîn.
Yê xwîn dirijand xwîna wî dihat rijandin. Yê tiştek bi ferdekî dikir, wek bi
tevahiya qebîleyê bike dihat qebûlkirin.
Wek Hobbes jî gi bîr dixe, merivê herî zeîf jî dema biryarê bide û ezm bike,
kane merivê herî bi hêz jî bikuje.
Ji ber ku li hemberî yê gur e meriv dibe gur, hatiye gotin ”însan gurê hev e.”
Yê gez bike tê gezkirin; yê bikuje tê kuştin. Prensîba dibê xwîn li erdê
nemîne, li hemberî xwînrijandinê barîyera herî bi hêz bû.
Ev mafê herî însan xwediyê wî bû wek mafekî tabiî hate dîtin. Bi qasî huqûqên
kevn, huqûqa modern jî ev heq red nekir, tenê delege kir, parve kir.
Ev dewleta nûnerê şîdetê, ji merivên temsîl dike qabîlîyeta kuştinê ji wan dewr
girt. Li dera destê dewletê nedigihîştê, şexs her tim xwediyê vî mafê xwe yê
esasî bû.
Navê xweparastinê(nefsî mudafaa)dan wê. Heger tu mecbûr bibî yê dixwaze te
bikuje bikujî, li gorî huqûqa modern ev ne sûcek bû. Mafê xweparastinê tim baqî
ma.
Heta gava mafê xweparastinê û şîdeta dewlet temsîl dike were hebberî hev,
xweparastin ji mafê dewrî dewletê bûbû hîn eslîtir bima.
Li gorî Qanûna Esasî ya Amerîkayê heger dewlet ji rê derkeve û li hemberî gel
bibe tîran, zulmê li gel bike, ya jî bi îşxalê têkeve destê welatên din, mafê
hemwelatiyan heye milîsan çêkin û li hemberî rejîma mustebît şer bikin, ev yek bi
şerîetê helal hatiye dîtin. Û bi guhertina Duyem a Qanûna Esasî(the Second
Amendment) ev yek bûye qanûn.
Dewleta te tecawizî namûsa te bike, xweparastina li hemberî wê mafekî te yê
tabiî ye.
Qabîlîyeta xweparastina (nefsî mudafaa)kurdan bi darê zorê ji destê wan hatiye
girtin.
Ji ber ku kurd ji qabîlîyeta bikaranîna şîdetê mehrûm in, bikaranîna şîdeta li
hemberî wan hêsan bûye û hatiye teşwîqkirin. Îro tu malîyeteke zulmkirina li
kurdan tuneye, ya jî pir kêm e.
Heger gurûbek însan ji hinên din bitirse lê belê ketibe rewşke nikane wan
bitirsîne, piştî demekê ew gurûba însên rûmeta xwe wenda dike. Dikeve, tê
pihînkirin. Ewê dest bi parasa merhametê bike. Gunehê pê were, lê belê ewê tu
carî wekhev neyê dîtin.
Bifikirin ku rûmeta(heysîyeta)gurûbekê(qest li vir miletê kurd e) ji alî
dezgehên resmî û ne resmî yên di îdîa wan temsîl dikin ve were dizîn.
Miletekî bifirkirin piştî şêlandina rûmetê nenûkên wî hatine kişandin û
bêparastin maye.
Dev ji dewletan berdin, li dinyayê hin rêxistinên terorist, heta rêxistinên sûc
jî wezîfeya wan e kîtleya temsîl dikin biparêzin, bi vê yekê berpirsiyar,
mukelef in. Bi vê parastinê meşrûîyeta qezenc dikin.
Dewlet wekîltiya kurdan nake.
Şebekeyeke sûc a kurdan a bi şeref jî tuneye.
Rêxistinekê mafê kurdan ê medenî, rêxistineke din jî mafê kurdan ê xwezayî xesp
kirine. Yên dibê wan biparêzin ya li wan dixin, ya jî dibin hebûna wan di
xumar-mumarê da berhewa dikin.
Kurdên şexsîyet û nenûkên wek ku jê hatine stendin fena ku li ser sifra guran
rûnin. Roj tuneye di medyaya sosyal da xeberên li ser êrîşên gurên ji qewmê
însên ên ser mirovên kurd dernekevin.
Baş e, ji bo telafîkirina rûmeta jê hatiye stendin kurd çi dikin? Piştî hel
sîleya dixwe bêyî parsekiya merhametê û empatiyê nikane tiştekî din bifikire.
Nenûkên te tunebin tu yê bibî perçeyek goşt, bimînî ji însafa qesabên tu ketîyî
destên wan. Tu benderuhê ne xwediyê xwe û ji xwe ra nikane bi xwedî heysîyet û
hurîyet be. Yên heysîyeta kurdan dizîne, kurd bêşexsîyet hîştine.
Peki, kendisinden koparılan haysiyetini telafi etmek için ne yapıyor Kürt? Yediği
her tokattan sonra merhamet ve anlayış dilenmekten başka bir şey düşünemiyor.
Tırnakların yoksa bir et parçası olur, eline düştüğün
kasapların insafına kalırsın. Kendilik sahibi ve kendine olamayan hiçbir varlık
haysiyet ve hürriyet sahibi olamaz. Kürtlerin haysiyetini çalanlar, Kürtleri
benliksiz bırakanlardır..."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar