23 september 2020

Cahil û nezanan gelê me gêj kirine

Di medyaya sosyal da gelek vîdeoyên ecêb tên belavkirin.

Vîdeoyên jinên kurd bi kelogirî, mêrên kurd bi husturxwarî li ber tirkan digerin, dibêjin "em barişê dixwazin", em birayên hev in, bira ev şer raweste, filan û bîvan... 

Bîstek berê min li vîdeoyeke wiha temaşe kir û pir û pir pê êşiyam û min şerm kir.

Wek kurd meriv vîdeoyeke wiha çê nake û belav nake, meriv însanên xwe hewqasî belangaz nîşan nade. Bi tiştên wiha gelê xwe pîs dikin, biçûk dixin. Dibêjin kurd ne tiştek in û tiştekî jî naxwazin.

Gava ez dibînim kurdek bi feqîrî, bi hustuxwarî, bi rebenî, bi liberger qala tirkan dike, dibêje kurd, tirk ferq nake, em birayên hev in, em giş misilman in, filan û bîvan, ez dîn dibim, tu namîne kompîtora xwe bişkînim.

Miletek ji meriv hewqasî nefret bike, dewletek li meriv hewqasî zulmê bike, meriv bi hêrs qalê dike, naletê lê dibarîne. Bi hezkirin qalê nake.

Dewleta vê zulmê li meriv bike, miletê ji meriv hewqasî nefret bike, meriv bi çavê biratiyê lê nanêre, bi kêmanî meriv jî bi qasî wan jê nefret dike.

Ne zulma dewletê û tirkan tenê, partiya Tirkiyê, siyaseta "Tirkiya demokratîk", serokatî û bindestiya çepên tirk malik li me şewitandiye, kurd ji desthilanîn da xistiye, kurd kirine evîndarên celadên xwe. Siyaseta partiya Tirkiyê û biratiya kurd û tirkan kurd bêhiş kirine, kurd kirine parsekên ber deriyên tirkan, şexsîyet, xurûr bi kurdan ra nehîştiye. Kurd êdî xwe miletekî cihê nabînin, doza azadî û serxwebûna xwe nakin.

Kî Tirkiyê, tirkan li ber dilê kurdan şîrîn bike ew zilamê tirka ye, ne dost e.

 

XXX

Tirk li qeza Mêrsînê Silîfkeyê derketine dua Dolarê Emerîkî.

Ji bo ku dolar dakeve li mizgefta gund kom bûne û bi hev ra dua dikin, dibêjin ya Rebî tu li miletê tirk werî rahmê û buhayê dolar daxînî.

Lê dua wan hîn qebûl nebûye, dolar îro dîsa bilind bûye û perê tirk jî roj bi roj dibe zibil, her kes ziblê xwe dike dolar.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE