14 februari 2018

Di roja evîndaran da min xanim ji bîr nekir...

Ji bo roja evîndaran..
Ewrûpî 14-ê sibatê wek rojeke evîndaran qebûl dikin û di vê rojê da gul û çîçekan didin dildar û evîndarên xwe.

Berê haya me kurdan ji tiştên wiha tunebû, lê nuha ji ber ku cîhan biçûk bûye, pir hindik tiştên wiha di me jî geriya ne.

Nuha ez li ser vê rojê tiştekî nebêjim û guleke sor nedim xanima xwe û hemû jin û xortên kurd, hemû pêşmerge û gerîlayên li hemberî hêzên dagirker şer dikin nabe, ewê bi kêmasiyeke mezin be.


Dibe ku hin kes bi min bikenin, bibêjin ”ma nuha wexta tiştê wiha ye?”

Belê eyn nuha wexta tiştê wiha ye, eyn di van rojên giran da dibê meriv tiştê wiha bibêje û hezkirina xwe nîşan bide.

Gelî keç û xortên kurd, gelî dayikên kurd yên fedakar û qehremanên Efrînê, gelî pêşmerge û gerîlayên canfîda û evîndarên welatê xwe, di vê roja evîndaran da evîna xwe ji ser evîndarên xwe, ji welat û ji zimanê xwe kêm nekin...



Ey dayikên fedakar, ey keç û lawên canfîda yên nuha li Efrînê û di sengeran da welatê xwe diparêzin, yên ji bo azadiyê ketine zindanan, ez ji we hemûyan hez dikim, hûn tim di dilê min da ne, ez dilê xwe dikim qurbana we hemûyan…

Mihemed Ronahi Te özel dersa kibartiyê bida, niha komek perê te bûn. Tu tam bir kurd beyefendisi yî...
 
Zinarê Xamo Spas Mihemedo !,
Vaye ez û xanim dikin herin derve, ezê herim ser gulfiroş û jê ra baqek/qevdek gulên sor bikirim.
Bîstik berê min jê ra qal a vê nivîsa xwe û vê rojê kir û ew himêz kir. Mizicî, fedî kir, xwest min ji xwe dûr xe, lê min qebûl nekir, me hev û du himêz kir. .
Ji te ra jî eynî tiştî pêşniyar dikim, tu carê dilê xwe û ya hevala xwe şa bike...

Mihemed Ronahi Xweziya min bi dilê te xortê hêja. Di wextê xwe de min jî eynî wek te dikir ,

Zinarê Xamo Bi navê Xwedê ev gelkî xweş bû !

Mihemed Ronahi Ka diyariya Amojna min?

Zinarê Xamo Mihemedo, ma te nedîtiye? Ez merivekî centîlmen im û mêrekî xwediyê soza xwe me!
Di roja evîndaran da diyariya min ya ji xanimé ra...

Mihemed Ronahi Rebbî apo xwedê min û te bike birayê axretê

Zinarê Xamo Lawo kêmaqil, ma te hîn fêm nekiriye, ji zûda ye min tu kiriye birayê xwe yê axretê...


Mihemed Ronahi Apo heke tu herî cinetê cinet cinet e heke tu herî cehnimê cehnime cinet e xwedê destê min û te ji hev neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE