14 februari 2018

Erîc Edelman: Tirkiye ji kontrolê derketiye


Sefîrê DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) yê kevn yê Anqerê Erîc Edelman di kovara Polîtîco da li ser Tirkiyê nivîseke pir sert nivîsîye. 

Li gorî malpera Dikenê  nivîsîye, Erîc Edelman di nivîsa xwe da Tirkiye pir sert rexne kiriye û gotiye:

”Tirkye ji kontrolê derketiye. Dibê êdî li hemberî Tirkiyê şêleke pir sert û vekirî were nîşandan. Ji bo ku di rojên pêş da di nabêna DYA û Tirkiyê da şer çênebe şêleke wiha şert e. Dibê ji Anqerê ra were gotin êrîşa ser Menbîcê ewê bedelekî wê yê pir giran hebe û Washîngton amadeye her tiştî bike.”

Dîplomasîya DYA ya nerm ya li hemberî Tirkiyê Erdogan aşûnî(gewî)kir. DYA bi zimanê Erdogan jê fêm dike pê ra nepeyive Erdogan ewê xwe seqet bike û di netîceyê da li ser DYA ê pir buha rûne. Baştir Amerîka dev ji siyaseta nerm berde û gotina dawî ji Erdogan ra bibêje. Ya na Erdogan ewê bibe sebebê bobelatên pir mezin.

XXX


Dewleta Erdogan zor daye girtina kurdan û kesên mixalif. Tirkiye û Kurdistan bûye cehnimeyeke rastîn, kes nikane bîna xwe bigre. Heft xwezî bi Îranê.

Li Erzeromê 40 kes girtine. Ev li Erzeromê tenê ye, li gelek bajarên din jî eynî tişt e. Li Mûşê, Farqînê, Stenbolê.

Ev terora li ser kurdan û tirkên mixalif netîceya tirsê ye, xwediyê dewletê, hukûmetê pir ditirse, ji tirsê xewa wî nayê. Lema jî zor daye girtina însanan. Lê çiqasî digrin dîsa jî mixalefet naqede.

Ew çi bikin jî, çiqas însanan bigrin jî, li vî miletê mezlûm çiqasî zulmê bikin jî dawiya wan ewê wek ya hemû zalim û dîktatoran be...

XXX


Ev beyana konsulê Fransa yê Hewlêrê Domînîk Mass muhîm e. Fransa dostaniyeke baş nîşanî kurdên başûr dide. Serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian  jî pir muhîm bû. Îraqê nexwest Drian here Hewlêrê lê camêr qebûl nekir û çû Hewlêrê. Ev şêla Fransa hêjayî teqdîrê ye. Esas Fransayê li gorî welatên din yê Ewrûpayê tim alîkariya kurdên Başûrê Kurdstanê kiriye û di rojên teng da Fransa tim çûye hawar û alîkariya kurdan.
Weletê bi kurdan ra bêbextî kir û li hemberî kurdan hîn jî siyaseteke nexêrxwaz dimeşîne Îngilistan e. Îngilîz nerindiyê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE