15 februari 2018

Ahmet Altan derseke tarîxî da mahkimê !



Di gazete duvaRê da min parastina Ahmet Altan nuha qedand. Parastineke pir dirêj e, lê parastineke bêtirs û mêrane ye. Zereyê tirsê di dilê wî da tuneye.

Lê Ahmet Altan ne tenê bi bêtirsî û mêraniya xwe, bi paratstina xwe, bi zanîn û kapasîta xwe ya întellektuel jî dozgerê îdîaname hazirkiriye û kesên navê vê tîyatroyê kirine mahkime perîşan dike.

Ahmet Altan wiha dest bi parastina xwe kiriye:

”Birêz hakim!
Îro ez ji bo mahkimebûnê nehatime vir, hatime mahkimekirinê.

Îro li Tirkiyê bêyî Mudûrîyeta Gorristanan yek mueseseyeke dizgûn dixebite nemaye.

Mahkime têk çû, medya têk çû, ordî têk çû, sîsteme perwerdê têk çû, tendurustî têk çû, aborî têk çû, siyaseta derve derva têk çû, esayîş têk çû, siyaset têk çû, ehlaq têk çû, tiştekî têk neçûye nemaye.


Kîjan zorbayî muxalifên xwe bi metodên neheq ceza kiribe, dû ra ew jî rastî eynî cezayî hatiye. 

Yê şandiye giyotînê çûyeye giyotînê, yê zindankiriye zindan bûye, yê şandiye surgûnê surgûn bûye. 

Cezayên zorbayan dane, di xerîteyên qedera wan da wek menzîleke ewê bigihîjinê hatiye îşaretkirin.
Nuha hûn dixwazin min di hefsê da bikujin.

Piştî min ev rastî hemû ji we ra gotin, ez jî nuha ji we ra dibêjim:
Ez amademe di hefsê da bimrim.
Û ji we dipirsim:
Ya hûn?
Hûn jî amadene di hefsê da bimrin?
Çimkî cezayê hûnê bidin, ewê di xerîteya qedera we da eynen were qeydkirin.”

Yê bi zulmê bextewar be, aqûbeta wî berbat e.
Bêguman Erdogan jî wek hemû dîktatoran ewê ji wê aqûbetê xelas nebe. Altan rast gotiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE