23 februari 2018

Êdî min roj jî ji bîr kirine



Cergî ez teqawit bûme ez rindikî nizanim kîjan roj çi roj e, hema geh dibe, roj, geh dibe şev û ez jî ji xwe ra dijîm.

Çimkî ne ez diçim kar û ne jî dereke din, lema jî qet hewce nake ez bizanim kîjan roj duşem e û kîjan roj şemî û yekşem e.

Îro ez û xanim li hinda gola me dimeşiyan, min
got xanim ”ma tu zanî îro çi roj e?”

Erê ew jî wek min teqawit bûye, lê dîsa jî li rojan miqate ye, hesabê wê xurt e, zane îro çi roj e.
Ji min ra got, ”îro înî ye”!
Min got we hew, çi zû bû înî, hîn do înî bû…

Xanimê got:
” Bi Xwedê ez hew dibînim dibe duşem û dû ra jî dibe înî. Tew ez nabînim sêşem, çarşem û pênşem çawa derbas dibe…”

Min got, ”xanim weleh heger hemû roj û hefte wiha derbas bin, me heb xwar, wê demê tiştek nemaya…"
Keniya, got rast e…

Dema meriv xort e, di bin 18 salî ra ye wext derbas nabe, roj dibin meh û meh jî dibin sal.

Lê rojên vê mîrata kalîtiyê wek babelîskê derbas dibin, hew dibînim duşem e roja din jî xanim dibêje îro înî ye.

Yanî bi vê tempoyê ezê tiştekî ji kalîtiyê fêm nekim û tu tahmê jê negrim.

Tirkan  û dewlta wan zaroktî, xortî li min kirin jahr û zindan, 30 salî nehîştin ez herim welatê xwe. 

Û dema çûm jî ne kesî ez nas kirim û ne jî min kes nas kir. Min rêya mala xwe dernexist.

Yên min ew nas dikirin piranaya wan miribûn û hinekan jî koç kiribûn.
Û yên xort jî digotin belkî ez turîst im, hatime Wêranşara xopan.

Heta bigihîje dînan jî zanîbûn ez xerîb im, kîjan rastî min bihata bi dû min diket.

Wêranşara min li pey xwe hîştibû miribû û ya nuh jî ne wê ez nas dikirm û ne jî min ew ….

Nuha jî dora îşkenceya kalîtiyê ye.
Tiştê dewleta tirk di kalîtiyê da anîye serê min ji yên zaroktiyê û xortaniyê hezar qatî xerabtir e. 

Me ken û laqirdî jî ji br kiriye, ji dilê min nayê henekekê, mîzahekê jî bikim. 

Mijara min û xanimê ya her tim  zulm û terora dewleta tirk, Efrîn e û nizanim Erdogan çi gotiye…


Bira kêfa rojên kalîtiyê li wir bimîne, tew nizanim li ku me. Heger ne xêra xanimê be roja tê da dijîm jî nizanim çi roj e…

Hêvî dikim îdîayên vê xeberê rast bin !


Îdîayên vê xeberê çiqsî rast in nizanim, lê bawer nakim hemû derew bin.

Lînka xebera Sputnîkê

Heger îdîayên Abdulla Hawez yên li ser Tirkiyê rast bin, heger bi rastî jî Nêçîrvan Barzanî vexwendina Tirkiyê ji ber Efrînê red kiribe û ji tirkan ra gotibe ew birayên me ne û emê alîkariya wan bikin, ji bo hemû kurdan destpêkeke xêrê ye, tarîxî ye, dibê meriv pir kêfxweş bibbe û jê ra li çepikan xe.

Dostiya PDKê û Barzanî ya bi AKPê û Erdogan ra gelek eşîrên kurd û bi hezaran kurdên nêzî PDKê û Barzanî xist himêza Erdogan. 

Her wisa ev siyaseta Barzanî ya Tirkiyê û AKPê têkiliyên nabêna gelek kurdan jî xera kir, bû sebebê kurd ji hev dûr kevin û dijminatiya hev bikin. Heger ne ev siyaseta Barzanî bûy bi îhtîmaleke mezin têkiliyên PDKê û PKKê û YPGê ewê gelkî baştir bûya. Û ENKS jî nediçû nava Îtîlafê û nediket bin baskê Tirkiyê.

Heger îdîayên di vê nivîsê da rast bin û Mesûd Barzanî bi rastî û ji dil siyaseta xwe ya Tikriyê û AKPê biguhere, ne ji bo kurdên başûr û rojava tenê, ji bo kurdên bakur jî merheleyeke nuh û destpêkeke tarîxî ye.

Çimkî siyaseta PDKê û barzaniyan ya Tirkiyê û AKPê zirareke pir û pir mezin da tevgera kurda ya netewî, bû sebebê gelek gelş zirarên mezin.

Hêvî dikim Barzanî û kurdên Kurdistana Başûr bi tevayî gihîştibin wê baweriyê ku Tirkiye marekî kor e, dûpişk e, neyarê hebûna kurda ye û li vê dinyayê tu dewlet bi qasî Tirkiyê û tu milet jî bi qasî tirkan ne neyarê qewmê kurd e.

Hedefa dewleta tirk û miletê tirk tunekirina kurdan ji ruyê dinyatê ye.

Dibê KDP û Barzanî êdî fêm bike ku Tirkiye û tirk bi peran, bertîlê, bi têkiliyên aborî dev ji neyartiya PDKê û hemû kurdan ber nadin.

Tirkiye, Erdogan li dû tunekirina miletê kurd e, PDK, YNK, PKk, YPG ji wan ra feq nake, Barzanî, Ocalan, Salih Muslim ji bo Tirkiyê ferq nake, hemû jî neyarên wan in. Barzanî û kurdên başûr dibê êdî vê rastiyê bibînin û siyaseteke li gorî vê rastiyê li hemberî Tirkiyê bimeşînin. Ew jî dibê giraniyê bidin yekîtî û hevkariya kurdan, ji bo vê yekê însîyatîfê bigrin.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan li ser êrîşa Efrînê gotiye:

”Ev havîn him ji bo rêxistina terorê û him jî ji bo alîkarên wê ewê germ derbas be, wer xuya dike. Berê Minbiç ewê ji terorîstan were paqijkirin, dû ra heta em rojhilatê Ferêt ji bo xwe û ji bo birayên xwe yên ereb dikin herêmeke ewle emê rêya xwe bidomînin.”

Bi van gotina Erdogan nêt û hedefa xwe vekirî gotiye.
Li gorî van gotinên Erdogan, Tirkiye piştî Efrînê ewê êrîşê bibe ser Minbicê û dû ra jî hemû Kurdistana Rojava dagir bikin.

Û ev êrîş ewê heta hevaînê dom bik.
De wa ye Erdogon plan û hedefa xwe diyar kiriye, dibê kurd jî êdî li gorî wê tedbîrên xwe bigrin.

Ka hevaltiya berê !



Di wext û zemanên berê da, bi rastî jî heval hebûn. 
Gava me digot "bi soza mêrê berê",  ava çeman disekinî.
Hevaltiya berê, ya xortaniyê xweş bû, ka hevaltiya berê !

Gava şexsiyet û qerekterê însên wek nuha ne wek hevîr bû, hewqasî ne çamûr bû, wek nihîtên bazalt, wek polayê bû. A wê çaxê di hevaltiyê da îstîkrar hebû.

Gava însan hewqasî zû xera nedibûn, gava hevaltiya bi dijmin ra şerm dihat dîtin. 

Gava meriv dibû hevalê yekî, wê hevaltiyê heta mirinê dom dikir. 

Gava heval, wek bedena Amedê bû, meriv kanî bû bêqisawet pişta xwe bispartayê. 

Gava heval wek şûrê şamê li pişta meriv bû, di rojên teng da tim ji meriv ra lazim dibû.

A wê demê hevaltî pir xweş bû.
Lê însan nuha bûne çeqilmas, ne dew in, ne mast in, bûne wek zebeşên kurmî...

Hevaltiya berê nemaye, hevaltiya nuha bûye wek hevaltiya dewletan, wek hevaltiya rûvî û quling, meriv mecbûr dibe di dilê xwe da mehê carê hevalên xwe nuh "update" bike...

Yanî tahma hevaltiyê jî nemaye û wesalam. Bi kêmanî ne wek berê ye. Heval bûne tûtya, kêm tên dîtin û heger hat û meriv bêhemdî li yekî rast hat, dibê meriv baş qedrê wî bizane, çimkî hevalê baş wek zêrê zer e...

-Havalên baş wek stêrkan e, hertim tu nikanî bibînî, lê belê tu zanî li wir e.

-Ji bo hevalekî mirin rehet e, lê belê dîtina hevalê meriv ji bo wî bimre zor e.

Terorîstê êrîşa Stockholmê Rakhmat Akîlov jî neyarê kurdan derket û serê wî jî gihîşt Tirkiyê


Terorîst û qatilê êrîşa Stockholmê Rakhmat Akilov neyarê kurdan derket û wek gelek terorîstên din serê wî jî çû gihîşt Tirkiyê.

Qatil û terorîstê Ozbek yê bi navê Rakhmat Akilovê ku sala çûn di 7ê nîsanê da(7/4-17) li Stockholmê bi kamyonê ajot ser xelkê swîl, 5 kes kuştin û 15 kes jî birîndar kirin, dijminê kurdan derket û wek piraniya Daîşiyên din, serê wî jî çû gihîşt Tirkiyê. 

Derket di belgeyên di destên polîs da ne xuya dike Rakmat Akîlov berî êrîşê gelek caran çûye Tirkiyê û hatiye, li Tirkiyê bi gelek kesan r atêkliya wî çê bûye û gelek caran gotiye ji bo ku Swêd alîkariyê dide kurdan, ewê Swêd ceza bike. 

Di vê xebera Radîoya Swêd beşê kurdî da rojnamevan Beşîr Kavak bi terfûrat qala îfadeya Akîlov û tiştên li ser kurdan gotiye dike. Xebereke pir balkêş e, bixwînin.

Dema meriv bala xwe dide îfadeya Akîlov û belgeyên polîs ji medyaya sosyal top kirine û axaftinên wî yên bi merivên Daîşê ra meriv dibîne bûyer digihîje Tirkiyê.

Ji xwe di piraniya êrîşên Daîşê yên li Ewrûpayê serî dihere digihîje Tirkiyê, qatil û terorîst berî êrîşê miheqeq gelek caran çûne Tirkiyê û hatine û li Tirkiyê bi hin kesan ra di têkiliyê da bûne.

Ew kes jî merivên MITê ne. Ewrûpî viya zanin lê tirsonek û bênamûs in, lema jî newêrin ji tirkan ra bibêjin hûn li pişt Daîşê ne.


XXX


Di dema herbê da kesên dibin hevalên dijmin pir giran tên cezakirin. Ev yek li hemû welatan wiha ye, cezayê îxanetê, cezayê hevkariya bi dijmin ra, bi kesên hevalên dijmin ra giran e.

Gelek kurd îro pir eşkere bûne hevalên dijmin û bi gelê xwe ra xiyanetê dikin, piştgiriyê didin êrîşên dijmin û dagirkirina Efrînê. Ji ber ku dewleta me tuneye natirsin, bêperwa hereket dikin. Lê rojekê ewê hesabê vî sûcî bidin.


Rojek ewê were ev xayintîya hewqasî bêperwa ewê ji van xayinan ra nemîne, milet ewê hesab ji wan bipirse. Û zarokên wan jî ewê ji ber vê xiyaneta wan têkevin binê erdê.

22 februari 2018

Gerek meriv xiyanetê xweş nebîne û xayinan îdare neke



Ji ber ku di nivîsên xwe da ez carnan kurdên zilamên dewletê, cahş û xayinan rexne dikim, hin dost û heval gazinan ji min dikin, dixwazin ez tiştên wer nebêjim û nenivîsim.

Bi baweriya ne rexnekirin, rexnenekirina hevkarên dewletê, cahş û xayinan şaş e, bêdengî û xweşdîtina wan şaş e.

 Bînfirehiya li hemberî hevkariya bi dijmin ra dibe sebebê belavbûna kultura çahşîtiyê û xiyanetê.

Bêguman ji nava her miletî tektûk xwefiroş, cahş, xayin û ajan derdikevin. Lê wek yên me hewqasî ne pir in, ne bi hezaran in. Xayinên xelkê ya yek e, ya dudu ne, ya jî çend kes in.

Xayinên me kurdan bi hezaran e.
Ezê du numûneyan bidim.

Tirkiyê Qibris jî wek Kurdistanê dagir kiriye. Gelo di nava 11- 12 milyon yûnan da mimkûn e yekî Qibrisî û Yûnanî di telewîzyonên tirk da dagirkeriya Tirkiyê biparêze?

Gelo di nava 400 milyon ereb da mimkûn e erebek di telewîzyonên Îsraîl da erdê Îsraîl "dagir" kiriye û îşxala Golanê biparêze?

Yanî we qet dîtiye û bihîstiye filistîniyek ya jî erebek piştgiriyê bide Îsraîl, bibêje filistînî terorîst in û Îsraîl bi heq e?

Lê bi sedan kurd her roj di telewîzyonên tirk da dagirkeriya Tirkiyê diparêzin, piştgiiriyê din êrîşên Tirkiyê, îşxala Efrînê diparêzn.

Em zanin bi hezaran, bi sedhezaran kurd dibêjin PKK, PYD, PJK terorîst in û piştgiriyê didin dagirkirina Eferînê hene.

De îcar dema ez ji van kurdan ra dibêjim cahş û xayin çima şaş e? 

Heger vana ne xayinên qewmê xwe bin, wê demê xayintî çi ye, meriv ji kê ra kane bibêje xayin?


Bi baweriya min ji kesên wiha ra negotina cahş xayin şaş e, xweşbîniya li hemberî kesên wiha cahşîtiyê, xayintiyê teşwîq û cazib dike, dibe sebebê cahş û xayin cesaretê bigrin û zêde bibin.


XXX



Hêzên dagirker tiştên li Kerkûkê anîn serê kurdan, nuha li Efrînê dubare dikin.
Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Rûsyayê YPG mecbûr kirin ji Sûriyê alîkariyê bixwaze.
Û Sûriye jî ji dêlî leşkerên xwe bişîne, hêzeke Hizbilahê girêdayî Îranê şand Efrînê. Di şandina vê hêza girêdayî Îranê da miheqeq planek, pîncîtiyek heye. Dixwazin îdareya Efrînê ji destê kurdan derxin. Dixwazin Efrînê jî bikin Kerkûk.
Di vir da kêmasiya kurdan jî heye. Heger serokên kurdan berjewendiyên şexsê, malbatî û hizbî di ser berjewendiyên netewî û Kurdistanê ra negirtana, heger bi rasît merivên netwî bûna ewê yekîtiya xwe çêkirina û hêzên xwe yên leşkerî bikirana yek û artêşeke netewî çêkirina. Lê ji ber ku berjewendiyên şexsî û hizbî di ser yên netewîra girtin, lema jî artêşeke netewî ya Kurdistana Başûr û Rojava çênekirin. Ji dêlî yekîtiya xwe çêkin, her yekî xwe spart dewleteke dijmin û wer bawer kirin ku dewletên dijmin ewê bibin dostên wan.

Careke din derket ortê dijminên me ji me pir jîrtir û biaqiltir in



Li Kurdistana Başûr kurdan teqrîben sedîsedê axa Kurdistanê xistibûn bin destê xwe û hindik mabû bibûna xwedî dewleteke serbixwe. Her tişttemam bû, tenê îlankirina serxwebûnê mabû.

Lê Erdogan bi siyaseteke pir zîrek him nehîşt Kurdistan çê bibe, him erdê ketibû destê kurdan ji destê wan derxist û him jî neyartiyeke pir kûr xist nabêna kurdan.

Hukûmeta AKPê bi dostî û têkliyên xwe yên bi PDKê û Barzanî ra bû sebebê YNK jî xwe nêzî Îranê bike, ew jî têkeve bin baskê Îranê.

Erdogan bi siyaseta xwe ya pir zîrek û têkliya xwe yên aborî yên  bi Barzanî û bi hin kurdan ra nehîşt kurd yekîtiya xwe çêkin û dezgehên dewletbûnê ava bikin. 

Erdogan bi riya dezgehên Gulen, bi têkliyên aborî û telewîzyonan bi hezaran zilam û ajanên xwe xistin nava kudan.

Tirkiyê wek şexs û wek partî bi kurdan ra têkilî danî, destê xwe di serê wan da, lê belê tu carî wek hukûmeteke kurd û Kurdistana Federe kurd nas nakir.

Hîştin PDK û YNK nûnertiyên xwe li Tirkiyê vekin, lê qebûl nekirin hukûmeta Kurdistanê nûnertiya(ofîsa) xwe veke. 

Û ji ber ku kurdên me jî berjewendiyên xwe yên şexsî û partîtiyê si ser yên netewî ra digrin,  li dijî vê siyaseta Tirkiyê ya atî-kurd û Kurdistan derneketin û di vekirina nûnertiya Kurdistanê da israr nekirin.


Bi kurtî gava meriv bala xwe dide 25 salên derbasbûyî meriv dibîne Tirkiyê li hemberî  kurdên Kurdistana Başûr siyaseteke serketî meşendiye û kurdan jî siyaseteke ji bin da malwêran meşandine. 
Lema jî Tirkiye li Îraqê bi ser ket û kurd jî têk çûn...


Yanî careke din derket ortê dijminên me ji me jîrtir û biaqiltir in û lema jî tim ew me dixapînin, lê em nikanin wan bixapînin...

Ji ber ku ew ji me jîrtir û biaqiltir in, di têkiliyan da yê li zirarê derdikevin tim em in. Lema jî Îranê û Tirkiyê kanîbûn li Îraqê di planên xwe da bi ser kevin û rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin.  

Tiştê Tirkiyê li Îraqê li hemberî kurdan kir, nuha li Sûriyê dixe praktîkê. Çawa li Îraqê kurd mecbûrî Bexdayê kirin, erdê rizgarkirî ji kurdan stendin, destihlata wan pûç kirin, dixwazin li Sûriyê jî eynî tiştî bikin.


Tirkiye nuha bi alîkariya Rûsyayê kurdan dipelixîne, desthilatê ji wan distîne, ya jî dixwaze bistîne.

Piştî karê xwe qedand ewê pihînekê li Rûsyayê xwe û dîsa vegere himêza Emerîkayê û Ewrûpayê. 

Çimkî hevaltiya Tirkiyê ya bi Rûsyayê ra ji bo têkbirin û pelçiqandina kurda ye, ji bo demekê ye. Tirkiye piştî karê xwe biqedîne, rê li ber çêbûna federasyona kurd bigre, ewê ji Pûtîn ra bibêje de bi xatirê te.

Tirkiyê di Şerê Cîhanê yê Yekê jî da li hemberî Rûsyayê eynî siyaset meşand. Li hemberî Fransa û Îngiltereyê û kurdan ji Rûsyayê alîkarî girt. Piştî îşî xwe qedand, kurd û komunstên xwe tasfiye kirin, ji Sovyetê ra gotin de bi xatirê we û dîsa vegeriyan himêza Îngilterê, Fransê û Amerîkayê.

Erdogan jî îro eynî siyasetê dimeşîne, bi alîkariya Rûsyayê Efrîna dagir dike, li kurdan dixe, kantonên kurdan ji ortê radike. Roja bigihîje armanca xwe, ewê dev ji Rûsyayê berde. 

Û ji ber Erdogan wiha kiriye Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji Erdogan naxeyidin, Tirkiyê ji NATOyê navêjin. 

Netîce meriv kane bibêje Erdogan  di 16 salên îktdara xwe da li hemberî kurdan siayseteke pir serketî meşand û nehîşt li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ava bibe û li Sûriyê jî eynî siyaseta serketî dimeşîne.

Li hemberî vê, kurdên Kurdistana Başûr û Rojava siyaseteke malkambax, ne netewî meşandin û lema jî îro miletê kurd di rewşeke pir xerab da ye.

Hêvî dikim her tişt li gorî neyarên me plan kirine nebe û kurd bikanibin ji vê badîreyê xels bibin

21 februari 2018

Ziman dil û hafizeya miletekî ye


Her însanek xwedî dilekî, her miletek jî xwedî zimanekî ye. Însanê dilê wî bisekine dimre, miletê zimanê xwe ji bîr bike qira(dawiya) wî tê.

Yanî weke însanê dilê wî rawestiyabe ew jî nikane bijî, dimre, di nava milet û kultureke din da dihele, wenda dibe.

Tiştê miletekî ji miletekî din cuda dike ziman e, dîn e û hin caran jî reng e. Tiştê me kurdan ji dijminên me digerîne ne dîn e û ne jî reng e, tenê ziman e.

Ziman, herçiqasî wasiteyeke jihevfêmkirinê be jî, lê di eynî wextê da di nabêna dema borî û pêşeroja miltan da wezîfeya pirake dîrokî û kulturî ye jî. 

Bi riya zimên meriv serborî, edebiyat, dîrok û kultura xwe dewrî cîlên nuh dike. 

Bi riya zimên mîrat û hemû berhemên miletekî yên kulturî ji mirin û wendabûnê xelas dibin û xwe digihînin cîlên nuh.

Miletê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û pêşda nebe, piştî demekê ji kok û kultura xwe qut dibe û dikeve bin bandora ziman û kultureke din û dû ra jî dihele û wenda dibe.

Li Rojhilata Navîn û li cîhanê di vî warî da numûne pir in, gelek miletan ji ber ku zimanên xwe wenda kirin dû ra ew jî wenda bûn.

Ji bo wê yekêye ku ji roja avabûna Komara Tirkiyê û virda ye tirk dixwazin kurdan asîmîle bikin. Dema kurd jî weke miletên din asîmîle bibin yanî zimanê xwe wenda bikin û tirkî bibe zimanê wan yê dayikê, wê demê kurdê jî weke hemû miletên din bihelin û bibin tirk.

Loma jî heger em naxwazin bibin tirk, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi rengekî xurt dewrî cîlên pêşerojê bikin.
Fikir ruhê zimên e, fikir şikil dide zimnên û wî bi pêş dixe, dewlemend dike. Cîhana însan, hestên însan bi zimên şikil digre. Meriv fikrê xwe, dilşadî û xemgîniya xwe, hezkirin û nefreta xwe bi zimên îfade dike, bi zimên dide der.

Heger zimanê miletekî dewlemnd be li gorî wê, kultur jî dewlemnd dibe. Çimkî medeniyeteke pêşketî ancax bi zimanekî dewlemend û pêşketî mimkûn e. 

“Ziman him dil û him jî hafizaya miletekî ye. Dibê neyê jibîrkirin ku yê dilê wî rawest dimre û yê hafiza xwe wenda bike dîn dibe.”

Di dîrokê da kîjan miletî zimanê xwe jibîrkiribe, ew milet ji ruyê erdê wenda bûye.

Lê miletên ku zimanên xwe ji bîr nekiribin herçiqas hatibin qetilkirin, zor û zulm dîtibin û marûzî surgûnan bûbin jî dawiya dawî rojeke hatiye gihîştine azadiya xwe. Loma jî ziman sîgorteya her miletî ye. Miletê bêyî vê sîgortaya zimên mahkûmê wendabûnêye.

Em kurdên bakur îro di demeke dîrokî ya pir krîtîk da dijîn, weke mielt berdewamiya hebûna me ketiye xeterê. Li hemberî vê tahlûkeyê çeka me ya herî mezin zimanê me ye.

Loma jî dibê em kurd ji zimanê xwe pir hez bikin û biparêzin, pê bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.

Zimanê me pêşeroja me ye. Roja ku em zimanê xwe wenda bikin weke milet emê jî ji ruyê vê cîhanê wenda bibin.



Şebekeyên tirk bi sedhezaran însan ji bo bişînin Ewrûpayê li Tirkiyê kom kirine



Tirkiye bûye xana zemo, ji çarhawêlî dinyayê rojê bi hezaran însan bi destên çeteyên tirk, bi riyên qaçax dikevin Tirkiyê û dû ra transportî Ewrûpayê dikin.

Tîcareta însanan dewsa turîzmê girtiye. Ji ber ku bazara turîzmê êdî kesad e, turîstê bi qalîte û xwe zane êdî naçe Tirkiyê.

Lema jî çeteyên tirk bi alîkariya dewletê ji Mogolîstanê bigere heta bi Afganîstanê, Pakîstanê, Îranê, Ozbekîstanê, Sirîlanka, Bengladeşê, hemû welatên Afrîkayê, bi kurtî çete û şebekeyên tirk ji her qoziya dinyayê bi sedhezaran însan birine Tirkiyê û peyder pey dişînin ser Ewrûpayê.

Nuha li Stenbolê û li Îzmîrê tenê bi ji her dera dinyayê bi dehhezaran kesên qaçax hene.

Li gorî xebera CNN Turkê, îro li Stenbolê li taxa Zeytînburnuyê di nava sê saetan da 180 kesên qaçax hatine girtin.

Ew jî li Zeytînburnuyê tenê û piştî sê saet kontrol. Heger ev kontrol rojekê û li hemû Stenbolê were kirin ewê bi sedhezaran însan werin girtin.

Yanî ev jî turîzmeke nuh e û him jî pereyekî pir tê da heye. Ev turîst ji bo dewletê û Erdogan gelkî bi kartir in… 

Erdogan van turîstan li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê wek şantaj bi kar tîne û ji Ewrûpayê xûgiyê digre. 

Nezan, reben û pepûkên Yekîtiya Ewrûpayê jî ji mercbûrî tim Erdogan bertîl dikin.

Erdogan, Yekîtiya Ewrûpayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin, YE ji xwe ra kiriye manga bermalî, kînga dilê wî bixwaze didoşe…

Pîrozkirin tiştekî îfade nake, kirin lazim e


Îro roja zimanê dayikê ya cîhnê ye. Ji sala 1999a da ye 21ê sibatê ji alî UNESCO-yê ve li cîhanê wek roja ”zimanê dayikê” tê pîrozkirin.

Bi vê minasebetê kurd jî roja 21ê wek roja zimanê dayikê pîroz dikin û nivîsan li ser girîngiya zimên dinivîsin.

Pîrozkirin baş e, bira pîroz bikin. Lê belê ji bo me kurdan mesela zimên bi nivîsan, bi pîrozkirina rojekê tenê çareser nabe, kirin lazim e.

Ne 21ê sibatê tenê, dibê her roja me roja zimanê dayikê be,dibê em kurd her roj, gav û saetê serê xwe bi micadela li hemberî asîmîlasyonê ra biêşînin.
Ji bo min bi xwe ne salê rojek tenê, her roj, ”roja zimanê dayikê” ye. Ev 38 sal in ez di jiyana xwe da vê îstîkrarê nîşan didim. Ev 11 sal in di bloga xwe da û 10 sal in jî di facebooka xwe da vê rojê bi nivîsandina bi kurmancî her roj pîroz dikim.

Mesele pir vekirîye, heger em kurd dixwazin kurd asîmîle nebin dibê em hemû rojên xwe bikin roja zimanê dayikê. Ne ku salê rojekê di facebookê da wek reqlam vê rojê pîroz bikin.

Pîrozkirin baş e, ez ne li dij im, lê tiştekî naguherîne.Ya muhîm praktîk e. Heger em ciddî ne û bi rastî jî ji zimanê xwe hez dikin, dibê em biryarên cidîtir bigrin, kurdî bikin zimanê xwe yê esasî, yê rojane, yê nivîsê, yê axaftinê…

Di nabêna hestê(hisê)netewî û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Bi riya zimên meriv kultur, muzîk, edebiyat, zargotin û dîroka gelê xwe nas dike. 

Bi zimên hestê meriv yê netewî xurt û geş dibe û bi pêş dikeve.

Bi zimên meriv bi kurdên din ra têkiliyê datîne û di nabêna meriv da girêdan û hestên netewî çê dibe.

Loma jî heger em dixwazin di meju û dilê kurdan da hestên netewî xurt û zînde bimîne, dibê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. 

Zimanê me beşekî qerekterê me ya netewî ye, bingehê esasî yê kultur û hebûna me ye. Bi vî zimanî em bûne xwedî edebîyat, muzîk, folklor û kulturke mexsûsî me û ji ya miletên din cudatir

Yê ku me û miletên din ji hev digerîne ziman e. Gava em zimanê xwe wenda bikin, wek milet em jî dikevin riya tunebûnê.


Kurdê naxwaze bihele û bibe tirk, ereb û faris dibê bi kurdî bizanibe û heger nizanibe dibê fêr bibe.

Kurdê nizane  bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse ne kurdekî temam e, wek merivekî seqet e…

Mirina zimanekî mirina miletekî ye. Heger em kurd naxwzin wek milet bimrin, dibê em nehêlin zimanê me bimre. 

Ji bo zimanê me nemire, dibê em wî fêrî zarokên xwe bikin.
Zimanê ji cîlekî, ji nifşekî dewrî çîlekî, nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Mirin û zindîmana zimanê me di destê me da ye.

Kurdino, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin, ji bo ku em wek milet wenda nebin, nebin tirk, ereb û faris.

Zimanekî mukemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin teşkîl bikim
/// Leibniz