Heger îdîayên Abdulla Hawez yên li ser Tirkiyê rast bin, heger bi rastî jî
Nêçîrvan Barzanî vexwendina Tirkiyê ji ber Efrînê red kiribe û ji tirkan ra
gotibe ew birayên me ne û emê alîkariya wan bikin, ji bo hemû kurdan destpêkeke
xêrê ye, tarîxî ye, dibê meriv pir kêfxweş bibbe û jê ra li çepikan xe.
Dostiya PDKê û Barzanî ya bi AKPê û Erdogan ra gelek eşîrên
kurd û bi hezaran kurdên nêzî PDKê û Barzanî xist himêza Erdogan.
Her wisa ev siyaseta Barzanî ya Tirkiyê û AKPê têkiliyên nabêna gelek kurdan jî xera kir, bû sebebê kurd ji hev dûr kevin û dijminatiya hev bikin. Heger ne ev siyaseta Barzanî bûy bi îhtîmaleke mezin têkiliyên PDKê û PKKê û YPGê ewê gelkî baştir bûya. Û ENKS jî nediçû nava Îtîlafê û nediket bin baskê Tirkiyê.
Heger îdîayên di vê nivîsê da rast bin û Mesûd Barzanî bi
rastî û ji dil siyaseta xwe ya Tikriyê û AKPê biguhere, ne ji bo kurdên başûr û
rojava tenê, ji bo kurdên bakur jî merheleyeke nuh û destpêkeke tarîxî ye.
Çimkî siyaseta PDKê û barzaniyan ya Tirkiyê û AKPê zirareke
pir û pir mezin da tevgera kurda ya netewî, bû sebebê gelek gelş zirarên mezin.
Hêvî dikim Barzanî û kurdên Kurdistana Başûr bi tevayî
gihîştibin wê baweriyê ku Tirkiye marekî kor e, dûpişk e, neyarê hebûna kurda
ye û li vê dinyayê tu dewlet bi qasî Tirkiyê û tu milet jî bi qasî tirkan ne
neyarê qewmê kurd e.
Hedefa dewleta tirk û miletê tirk tunekirina kurdan ji
ruyê dinyatê ye.
Dibê KDP û Barzanî êdî fêm bike ku Tirkiye û tirk bi peran,
bertîlê, bi têkiliyên aborî dev ji neyartiya PDKê û hemû kurdan ber nadin.
Tirkiye, Erdogan li dû tunekirina miletê kurd e, PDK, YNK,
PKk, YPG ji wan ra feq nake, Barzanî, Ocalan, Salih Muslim ji bo Tirkiyê ferq
nake, hemû jî neyarên wan in. Barzanî û kurdên başûr dibê êdî vê rastiyê
bibînin û siyaseteke li gorî vê rastiyê li hemberî Tirkiyê bimeşînin. Ew jî
dibê giraniyê bidin yekîtî û hevkariya kurdan, ji bo vê yekê însîyatîfê bigrin.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan li ser êrîşa Efrînê gotiye:
”Ev havîn him ji bo rêxistina terorê û him jî ji bo alîkarên wê ewê germ derbas be, wer xuya dike. Berê Minbiç ewê ji terorîstan were paqijkirin, dû ra heta em rojhilatê Ferêt ji bo xwe û ji bo birayên xwe yên ereb dikin herêmeke ewle emê rêya xwe bidomînin.”
Bi van gotina Erdogan nêt û hedefa xwe vekirî gotiye.
Li gorî van gotinên Erdogan, Tirkiye piştî Efrînê ewê êrîşê bibe ser Minbicê û dû ra jî hemû Kurdistana Rojava dagir bikin.
Û ev êrîş ewê heta hevaînê dom bik.
De wa ye Erdogon plan û hedefa xwe diyar kiriye, dibê kurd jî êdî li gorî wê tedbîrên xwe bigrin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar