Îro roja zimanê dayikê ya cîhnê ye. Ji sala 1999a da ye 21ê sibatê ji alî
UNESCO-yê ve li cîhanê wek roja ”zimanê dayikê” tê pîrozkirin.
Bi vê minasebetê kurd jî roja 21ê wek roja zimanê dayikê pîroz dikin û nivîsan li ser girîngiya zimên dinivîsin.
Pîrozkirin baş e, bira pîroz bikin. Lê belê ji bo me kurdan mesela zimên bi nivîsan, bi pîrozkirina rojekê tenê çareser nabe, kirin lazim e.
Ne 21ê sibatê tenê, dibê her roja me roja zimanê dayikê be,dibê em kurd her roj, gav û saetê serê xwe bi micadela li hemberî asîmîlasyonê ra biêşînin.
Ji bo min bi xwe ne salê rojek tenê, her roj, ”roja zimanê dayikê” ye. Ev 38
sal in ez di jiyana xwe da vê îstîkrarê nîşan didim. Ev 11 sal in di bloga xwe
da û 10 sal in jî di facebooka xwe da vê rojê bi nivîsandina bi kurmancî her
roj pîroz dikim.
Mesele pir vekirîye, heger em kurd dixwazin kurd asîmîle nebin dibê em hemû rojên xwe bikin roja zimanê dayikê. Ne ku salê rojekê di facebookê da wek reqlam vê rojê pîroz bikin.
Pîrozkirin baş e, ez ne li dij im, lê tiştekî naguherîne.Ya muhîm praktîk e. Heger em ciddî ne û bi rastî jî ji zimanê xwe hez dikin, dibê em biryarên cidîtir bigrin, kurdî bikin zimanê xwe yê esasî, yê rojane, yê nivîsê, yê axaftinê…
Di nabêna hestê(hisê)netewî û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Bi riya zimên meriv kultur, muzîk, edebiyat, zargotin û dîroka gelê xwe nas dike.
Bi zimên hestê meriv yê netewî xurt û geş dibe û bi pêş dikeve.
Bi zimên meriv bi kurdên din ra têkiliyê datîne û di nabêna meriv da girêdan û hestên netewî çê dibe.
Loma jî heger em dixwazin di meju û dilê kurdan da hestên netewî xurt û zînde bimîne, dibê em zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin.
Zimanê me beşekî qerekterê me ya netewî ye, bingehê esasî yê kultur û hebûna me ye. Bi vî zimanî em bûne xwedî edebîyat, muzîk, folklor û kulturke mexsûsî me û ji ya miletên din cudatir
Yê ku me û miletên din ji hev digerîne ziman e. Gava em zimanê xwe wenda bikin, wek milet em jî dikevin riya tunebûnê.
Kurdê naxwaze bihele û bibe tirk, ereb û faris dibê bi kurdî bizanibe û heger nizanibe dibê fêr bibe.
Kurdê nizane bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse ne kurdekî temam e, wek merivekî seqet e…
Mirina zimanekî mirina miletekî ye. Heger em kurd naxwzin wek milet bimrin, dibê em nehêlin zimanê me bimre.
Ji bo zimanê me nemire, dibê em wî fêrî zarokên xwe bikin.
Zimanê ji cîlekî, ji nifşekî dewrî çîlekî, nifşekî din nebe mahkûmî mirinê ye. Mirin û zindîmana zimanê me di destê me da ye.
Kurdino, bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin, ji bo ku em wek milet wenda nebin, nebin tirk, ereb û faris.
Zimanekî mukemel bide min, ez ji te ra miletekî mezin teşkîl bikim
/// Leibniz
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar