![]() |
| Dr. Nemam Ghaourî ya di orta min û Mumtaz Aydin da ye |
Ez nuha ji Kitêbxaneya Kurdî têm.
Min li semînera Dr. Nemam
Ghaourî xanimê ya li ser rewşa jinên êzdî yên di sala 2014a da ji alî ereb û misilmanan va êsîr
hatibûn girtin û nuha di kampên Sûriyê û Îraqê da ne guhdarî kir.
Dr. Nemam Ghaourî, xainimeka kurda ji başûrê Kurdistanê ye û ji sala 2014a û vir da ye wek tuxtoreka volonter(yê bi riza xwe beşdarî karekî dibe)li kampên başûr û rojava di nava jin û zarokên êzdî da dixebite.


