03 maj 2019

Çîroka min û te

Ji zû da ye
dinya alem zane

Çîrokek min û te heye

Ez li ser te tim dibêm û dilûbînim
Di çîroka min û te da
tu dil î
ez dildar im
Tu evîn î

ez jî evîndar im
Bi şev û roj ji kezebê dinuhurînim
lê tu carî xwe nagihînim te
têra dilê xwe bi te şa nabim
Her ku ez berbî te têm
tu ji min dûr dikevî
Waha meke
Min bêhêvî meke
Ev dil dimre
lê tu carî terka te nake


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE