Gava ez dibînim di medyaya sosyal da hin camêr li ser qelsiya kurdperweriyê, nasyonalîzmê di nava kurdan da bi tirkî şîretan li kurdan dikin ez aciz dibim.
Ji bo kurdan îro roj tiştê herî muhîm yê dibê kurd, partî û siyasetmedarên kurd bikin axaftina bi kurdî ye, xwedîderketina li zimên e.
Dibê zimanê kurdan yê danûstendinê, yê medyayê bibe kurdî. Zirara zimanê tirkî sed qatî ji kara wî pirtir e, îro wiha ye. Kurd pê asîmîle dibin, zimanê kurdî dihele, kultur û mantixê tirkan di nava kurdan da bi cî dibe.
Ji bo pêşketina şiûra netewî û nasyonalîzmê di nava kurdên Kurdistana bakur da karê herî bi tesîr û elzem axaftin û nivîsîna bi kurdî ye.
Heger di jiyana rojane da,
di siyasetê da zimanê kurdan bibe kurdî, eger kurd bi hev ra û bi zarokên xwe
ra bi kurdî bipeyivin nasyonalîzim ewê di nava kurdan da xurt be, ziman û
edebiyata kurdî ewê bi pêş keve.
NapoIyon gotiye, ”ji bo ku tu însanan derbasî hereketê bikî
du manîvela hene; berjewendî(menfaet) û tirs.
Dijminên me van herdu wasiteyan jî pir baş bi kar tînin. Û loma jî bi keriyan kirine hevalên xwe.
Qederê heta nuha tim em kurd bi girî kirin.
XXX
Lê ev tol û ev dêlik qey rojekê jî ewê li me were rahmê û cîlweyekê bike û carê
jî me bikenîne.Ez dibêjim me ken êdî heq kiriye.
Yekî gotiye:
”Ji hurmiska(kulma) mêrekî hişktir e gotinên jinekê. Çimkî yek diranên te diweşîne, ya din xeyalên te.”
Erê rast e, xewn û xeyalên gelekan bi wan gotinan hedimî…
XXX
Ji bo meriv li vê dinyayê bextewar be gelek fikir hene,
gelek tiştên cuda hatine gotin.
Bi baweriya min ji bo merivek bextewar be tiştê herî muhîm û esasî dibê ne bindest be, xwedî welat be.
Kar, mijûlî, zangînî, evîn hemû zêdahiyên baş in.
Lê gava meriv li welatê xwe bindest be, li welatê xelkê mahcir be, çi yê meriv hebe jî vala û bêfeyde ye.
Merivê li kuçê, kesê bêmal û bêsitare çi yê wî/wê hebe jî beradayî ye. Çimkî ew bêmalekî li kuça ye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar