04 mars 2018

Qahwa kizwana bi dest min neket ji mecbûrî qahwa normal vedixwim




Ev serê hefteyekêye Qahwa Salihê Kevirbirî ji min ra anîbû qediyaye. Qahwa swêdî dilê min rehet nedikir. Ez carê fêrî qahwa kurdî bûme, rojê carê, du caran venexwim sebra min nayê. Min îro hew debar kir, min bîstek berê lêxist çû 350 gram qahwa herî baş kirî û hatim. 

Û min bio lez di cezwê diyarbekrî da(min li Diyarbekrê kirîbû) qahwa xwe ya bi şîr çêkir û fîncanek jî îkramî xanimê kir. 

Nuha em herdu jî bi kêf qahwa xwe vedixwin.
Lê eybe meriv pesnê xwe bide, bes qahwa ez çêdikim tahm û lezeta wê gelkî ciyhê ye, new ek ya her kesî ye, dilê meriv rehet dike.

Hûn zanin xwarinên her kebaniyê wek hev ne xweş in. Kebanî heye, kebanî heye…
Lê helbet tahma wê bi qasî qahwa kizwana ne xweş e. 

Tahm û lezeta qahwa kizwana tiştekî din e, qahwa bav û kala ye, wek dew, dibê meriv qahwa kizwana jî bike vexwarina kurdan ya netewî...


Ji şansê min ra qahwa kizwana li Swêd tuneye, gerek meriv ya ji Kurdistanê ya jî ji Tirkiyê bide anîn. Dibê ez ji hevalên diçin û tên ra bibêjim lê wê jî ji bîr dikim…

Heta ew roj were ezê bi qahwa normal îdare bikim. Ez hinek hêl, kakule tevê dikim tahma wê xweûtir dibe. 

Do di şeva PAKê da hevalekî PAKê li xwe mukir hat, got ji xwe ra 1,5 kg. anîye û ji bo tuxtekê bide min ya dibê ez herim mîvaniya wî ya jî dibê ez wî biezimînim mal. 

Ewê li ser min buha rûne, wek kurdên Amûdê dibêjin, ewê li ser min ”buha bikelife”, lê ezê bikim, li ser min buha rûne ewê tahma wê xweştir be…

PAK li Stockholmê bi dost û dilxwazên xwe ra hat ba hev




Do êvarî li Stockholmê em gelek dost û heval mîvanên PAKê bûn. Me bi hev ra şeveke xweş derbas kir û sohbeteke berhemdar kir.
Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê) li Stovkholmê bi dost, dilxwaz û hevalên xwe ra hat ba hev û bi hev ra xwarinek xwarin û sohbeteke baş kirin.

PAK li Kurdistanê jî û li Ewrûpayê jî kar û xebatên pir baş dike. Li gorî hêz û îmakanên xwe hewil dide li hemberî êrîşên dewletê tiştekî bike û muxalefeteke kurd û Kurdistanê organîze bike. 

Ev kar û xebata PAKê ji alî hemû kurdên welatparêz ve tê dîtin û teqdîr kirin. Xwezî hemû partiyên kurd wek PAKê dilxwazê yekîtiyê û hevkariyê bûna. 

Ji bo vê şeva xweş û mîvanperweriya hevalên PAKê, li ser navê xwe ez spasiya Komîteya Piştgiriya PAKê ya Ewrûpa dikim û dibêjim mala we ava be. 

Kar û xebata hûn dikin hêjayî teqdîrê ye. Di van rojên giran da bêdengnemana li hemberî zulmê karekî bi rûmet û hêjayî teqdîrkirinê ye.

Em bi hev ra xurt in, emê bi hev ra xurttir bibin. Ji bo vê xebeta we ya ji bo kurd û Kurdistanê mala we ava be. 



Di êrîşên ser Efrînê da bi qasî Tirkiyê, Rûsya jî sûcdar e. Tirkiye bi destûra Rûsyayê êrîşî Efrînê dike.
Rûsya ne bi kurdan ra tenê, bi Sûriyê ra jî qeleşiyê dike. Xwedêgiravî mitefikê Sûriyê ye lê destûrê dide Tirkiyê axa Sûriyê dagir bike.
Heger ne ev bêexlaqî û qeleşîya Rûsyayê bûya Tirkyê nikanîbû guleyekê jî bera Efrînê bida, nikanîbû bihostekê jî têkeve axa Kurdistanê.


Tiştê Keya Îzol gotiye rast e, bi rastî jî Ewrûpa ji Tirkiyê ditirse û lema jî newêrin ji Erdogan û rejîma wî ra tiştekî bibêjin. Tiştê îro Erdogan dike li hemberî kurdan, li Efrînê dike ji yên Mîlosewîç pir xerabtir in. Lê Ewrûpa dîsa jî newê ji Erdogan ra bibêje gula te tahl e. 
Tirkiye bi rengekî pir vekirî bi terorîst û çeteyên îslamî ra rîst, piştgirê dide wan, van çeteyên terorîst wek beşekî artêşa xwe bi kar tîne. Van qatilên îslamî her roj vîdeoyên wahşterê belav dikin. Lê Ewrûpa dîsa jî dengê xwe nake.




Mahçûpyan gotiye, "Ez dibêjim êdî dem hatiye meriv bibêje ev rejîmeke çito ye?”
Wey roj baş !
Ma ev dem nuh hatiye?
Herî kêm 6-7 sal berê dibê te ev gotion bikira. Di vê rejîmê da ciyê te jî tuneye û bi derengî be jî wa ye te fêm kiriye.

03 mars 2018

Yek însan kane bibe sebebê cengeke pir mrzin



Yek însan, tenê yek însan kane bibe sebebê cengeke mezin, kane bibe sebebê kuştina bi hezaran mirovan û wêrankirina gelek welatan.

Merivek tenê kane miletekî, welatekî, herêmekê bavêje nava agir û bibe musebîbê malwêraniyên mezin.

Hîtler yek ji van kesan bû, ji ber îdeolojîya xwe ya nazîst bû sebebê Cenega Dinyayê ya Duyem û wêrankirina tevayîya Ewrûpayê.

Îro li Tirkiyê jî yek meriv tenê, tenê yek şexs bûye sebebê şerekî bi xwîn û malwêran.

Tenê yek şesx bûye sebebê şerekî nabêna kurd û tirkan yê neheq û bi xwîn.

Û hemû civata tirk jî daye dû vî şexsê nexweş, vî merivê irqçî û şerxwaz. 

Piştgiriya wî û îdeolojiya wî ji bo tirkan jî û ji bo kurd û ereban jî, ji bo Ewrûpayê, herêmê û dinyayê jî tenê malwêranî ye, tenê xwîn û malkambaxî ye, tenê hêsir û girîye.

Merivekî tenê kane zirareke hewqas mezin bide welatê xwe. miletê xwe, cîranên xwe û dinyayê...

2018-0302


XXX
Tirkiye bi leşkerekî pir giran êrîşî nahiya Raco dike. Li herêmê şerekî giran heye.

Li gorî beyana artêşa tirk vê sibehê di roja 42a ya êrîşa ser Efrînê da li hemberî nehiya Raco operasyoneke pir berfireh dane dest pê kirin. 

Di şerê gelek leşkerên tirk hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî medyaya tirk 8 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Lê gorî daxuyaniyên YPGê kuştî û birîndar ji gelkî zêdene. Wer xuya dike artêşa tirk do derbek mezin xwar û lema jî îro bi leşkerekî hîn giran, belkî bi dehhezaran leşker, cerdevanên kurd û çeteyên îslamî bi hev ra êrîşê dibin ser nahiya Raco.

Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Fransa, Rûsya hemû dibêjin Efrîn jî di nava biryara agirbestê da ye, lê Tirkiye guh nade kesî, dibêje me carê dest pê kiriye em venagerin, emê Efrînê dagir bikin û ji kurdan vala kin û 350 hezar ereb lê bi cî bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî li ser êrîşa ser Efrînê îro got, ”operasyon ewê çiqasî bajo ne diyar e û bi Efrînê jî ne sînordarkirî ye.”

Ji xwe Erdogan û berpirsên Tirkiyê her tim dibêjin piştî Efrînê ewê êrîşî Minbicê bikin û dû ra jî peyder pey hemû ”korîdora terorê paqij bikin”, yanî Kurdistanê Rojava ji kurdan paqij bikin. Hedefa Tirkiyê ev e û viya jî her roj dibêjin.

2018-0302


Rejîma Îranê ya îslamî û terorîst li Kurdistana Başûr sabotajên xwe yên li hemberî kurdan didomîne.
Do li Kurdistana Başûr li nehiya Hewlêrê li Bineslawe sabotajeke bombeyî li hemberî du pêşmergeyên PDK-Îranê hat kirin.
Di encama teqînê da du pêşmergeyên Partî Demokrat ya Kurdistana Rojhilat giran birîndar bûn. Ji birîndaran yekî li nexweşxaneyê jiyana xwe wenda kir.
Tê gotin herdu pêşmerge law û ba in.
Rejîma meleyên faşîst suqastên xwe li dervayî Îranê jî li hemberî kurdandidomîne. Vê rejîma meleyên faşîst heta nuha li gelek welatan bi dehan kurd dane kuştin.
Hukûmeta Kurdisdtanê dibê miheqeq sûcdar û qatilên bûyerê bigre û ceza bike. Dibê çeteyên Îranê li Kurdistanê bi rehetî nikanibin van qetlan bikin.
2018-0302


Ma zimanê klasîkên me ne kurdî ye?




Di nabêna min û Nûdem Herzex da berê li ser gotinekê, dû ra li ser edebiyata kurdî ya klasîk sohbeteke çê bû. Min dixwest wê sohbetê parve bikim lê Herzex ew îmkan rakiribû, yanî meriv nikane nivîsê parve bike. Lema jî min nivîsên min û wî kopî kirin û li jêr diweşînim. Bi vî hawî hevalên min jî kanin wê sohbeta me bibînin.

”BÊHIŞÎYA EDEBÎYATA KURDÎ
Belê ezbenî
Mixabin, zimanê me têra edebîyateke têr û tije nake. Çima em xwe bixapînin?
Belê ez jî nola her kesî bi vî zimanê têrî edebîyateke têr û tije nake dinivîsim û bi serê çavên xwe dibînim têrê nake.

Ka mînakekê bide min berhema kîjan nivîskarî têra edebîyateke zexm kirîye ez jî li ser wê berhemê têrnebûna wê darîçav bikim, bingeha gotinên xwe xwirt û qewîn bikim.

Hê gramereke me, rastnivîseke me, hevberîyek, civakîbûnek di zimanê me de nebûye gidî, çima em xwe bixapînin? Hema li navê kitêban binêre. " Her tişt di te de ye" "Mihemedê tenik" , " Berdin bila tarî be" "Folklora Mêrdîn", "Hinara dawî ya dinyayê" Dikarim bi sedan mînakan bidim. Hevokên weke "Xewa min reviya" wê têra edebîyateke baş bikin?”
Nûdem Herzex

Zinarê Xamo Nûdem, meriv ne ”bi serê çavên xwe”, bi ”çavên serê xwe” dibîne.”

Nûdem Hezex Zinarê Xamo mamostecan kesên deh tenûr nan bi kurdî xwarin dikare ferqa wan fam bike:-) belkî di deh klamên dengbêjîyê de dibûre gotina min.

Zinarê Xamo Nûdem, înad meke, ne wisa ye. Hela ji stranekê nemûneyek wek te gotiye nîşan bide.
Por, çav, guh, dev û yên din hemû organên serî ne, aidî serî ne. Serê çav tuneye, lê çavê serî heye. Lema meriv bi çavê serê xwe dibîne.
Lê dîsa jî tu zanî…

Nûdem Hezex Mamoste ji te we ye tu mishefa zimên î
Bi serê lêvê/ lêvan
Bi serê zimên
bi serê çavan
Ev vegotin tev hene ma te nebihîstibe ez çi bikim.
serê çavan û çavên serî ne eynî tiştin. 
Niha kompîtura min xerabûyî ye lê di transkrîpsiyonên klamên dengbêjîyê de mînak zaf in

Bu çavên serê xwe dîtin
Kendi* gozleriyle gormek
Bi serê çavên xwe dîtin
Göz ucuyla gormek.

Nûdem Hezex Tişteke dî bibêjim ev bû çar sal ez li ser transkrîpsîyonên klamên dengbêjîyê dixebitim ne bê bingeh im, keda ez didime zimanê zindî û organîk û xwezayî kesên min nas dikin dizanin, ên nasnakin min pûç û vala dibînin 

Zinarê Xamo Spas ji bo bersîva te...


Nûdem Hezex Mamostecan Zinarê Xamo xweska te di derheqê nivîsê de gotina xwe bigota, te behsa fikrê xwe bikira te behsa şaşîtîya teorîya min bikira û bigota şaş e, zimanê me çawa têra edebîyatê nake û te bingeha wê dagirta, lêbelê tu hatî tê zîq got nizamçi şaş e. ûslûbeke ne xweş e ha, Ne ûslûba Mirovekî şareza û jîr û zane ye ha nexwe ez ji kesatîya te hez dikim û rêzdar im. Kurd tev wisa ne. Li tiştekê digerin ji bo xwe bi ser bixin û hew.
Mala te bêtir ava be mamostecan, ezbenî û ezqurban.

Zinarê Xamo Spas ji bo van gotinên qedirzan. Bêguman min kanîbû li ser fikra te ya zimanê me zeîf e, têra edebifyateke xurt nake jî fikrê xwe bigota. Tu rastiyê dixwazî min xwest bibêjim lê li ser rê bûm, diçûm mîvaniyê. Lema min negot.


Lê ez ne bi wê fikrê te ra me. Bi baweriya min bi kurmancî jî meriv kane şahesaran binivîse.
Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî 300-350 sal berê berhemên ji yên ereb, faris û tirkan û fransiz û rûs û îngilîzan kêmtir nenivîsîne.

Problem ne ziman e, însan e, nivîskar e.
Yê berhemên mezin û nemir dinivîse ne ziman e, însan e, heger zanîn hebe bi her zimanî berhemên nemir tên nivîsîn.
Heger îro me Ehmedê Xanîyek û Melayê Cizîrîyek tuneye ev ne ji ber zeîfiya kurmancî ye, ji ber tunebûna kesên wek wan in.
Nûdem Hezex Hêjayê Ezîz Zinarê Xamo 

Eger piştî Mele û Xanî berhemeke me ya şaheser derneketibe sedema wê bêzimanî ye. Berhemên wan ne bi kurdî ne. Zimanê edebîyata klasîk tev ji ser çar sitûnên çar zimanan ava bûne. Erebî, farisî, Tirkî û Kurdî. Ji bo wê ev kesên tu behsa wan dikî bûne sebeba xerakirina sentaks, xweza, rih û herka zimanê me. 

Eger îro em ne xwedîyê zimanekî civakî yê yekber û hevber bin bi saya zimanê wan e. Ji ravekirinê ta hevoksazîyê organîzmaya zimanê me tarûmar kirine. Edebiyata me ya ew zimanê klasîzmê ji xwe re kirî bingeh ji bo vê sedemê ji koka zimanê xwe dur ketîye.

Dengbêjan tenê edebîyata kurdî jîyandine û temenê zimanê me gihandina îro.
Edebîyata me dengbêjî ye. Mixabin di qada edebîyata nivîskî de kesên Pala xwe bidin wê edebiyata civakî , hevber, yekber û sosyalîze bûyî nînin.
bi silavên jidil...



Zinarê Xamo Birayê Nûdem, zimanê klasîkên me ne kurdîya gelêrî ye rast e, zimanekî giran e, lê belê ne rast e meriv bibêje ne bi kurdî ye. Ez bi xwe ne bi wê fikirê ram e. 

Di mesela sentaksê da tiştê tu dibêjî rast e. Gotinên zimanekî din ne muhîm e, ya muhîm, ya berhemekê dike kurdî ya na sentaks e.

Lê wek te be jî, tirk ji klasîkên xwe ra dibêjin ”osmanlica”, em jî ji zimanê klasîkên xwe ra bibêjin ”kurdmanî” ya jî navekî din lêkin jî tiştê min gotiye pûç nake. 

Ez dibêjim yê berhemekê dike ”şaheser” ne ziman e, nivîskar e, mistewa wî ya întelektuelî ye, hakîmîyeta wî ya zimanê xwe ye. Heger meriv zimanê xwe baş zanibe bi her zimanê berhemên baş tên nivîsîn. 

Klasîkên me her yekî kanîbûn bi sê zimanan binivîsanadana. Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî bi kîjan zimanî binivîsandana jî berhemên wan sertac bûn, şaheser bûn. 

Lê îro bi tirkî binivîse jî Ehmedê Xanîyekî me Cizîrîyekî me tuneye. Yanî her tişt ne ziman e.

Bi gotinê ez nabêjim hemû berhên edebî yên bi kurmancî hatine nivîsên pûç in, ne hêja ne. Na, ez tiştekî qiha ebeden nabêjim û heqê min ji bo gotineke wiha jî tuneye.

Çimkî ne haya min ji hemû berhemên kurmancî heye û ne jî ez kesekî di wê mistewayê da me kanibim li ser nivîskarên kurd gotineke wiha bibêjim. Miheqeq di nava wan da jî berhemên pir hêja hene nuha em qedrê wan nizanin. Lê sibe ew were zanîn. 

Tu zanî gelek nivîskarên ewrûpî yên nuha bûne klasîkên dinyayê gelekên wan piştî mirina xwe meşhûr bûne, di saxiya wan da gelekê caran kesî berhemên wan çap nekiriye. 

August Strindberg yek ji wan bû. Gelek caran berhemên wî hêjayî çapê nedidîtin.

Lê wek min berê jî got, herçî edebîyat e bi her zimanî meriv kane berhemên mezin û pir hêja binivîse. Heger meriv zimanê xwe baş zanibe, heger ew zanîn, ew çap, ew kapasîte bi meriv ra hebe.


 Nûdem Hezex Wele mamosta gelek kesên di edebiyatê de biserketî gava dîtine zimanê wan ê zikmakî têra edebiyatê nake serî li 'edebîyata mînor" dane. Di hûnera edebîyatê de di sêrî de de grîngîya zimên çawa nîne mamostecan. Kesekî ne zanyarê zimanê xwe, kesekê zimanê wî ne têr û tije wê çawa edebiyatê bike? Çima wergerên kitêbên M Uzun ji yên kurdî serkeftîtir in? 

Kesekî bi rih û xwezaya zimanê kurdî nizane wê çawa helbestên baş binivîse an kurdî wê çawa têra vegotina wî bike?

Kesên bi "Şîrazî " dizanin wê çima qîmetê bidin teqlîdên wî?

Îro di edebiyata Tirkî de ka kî behsa bakî, nefî, Fuzûlî dike? Qîmetê didin wan. Bi tenê li zanîngehan behsa wan tê kirin. Ên me 24 Seetan behsa Mela û Xanî dikin, çima?

Çimkî zimanê me heye lê nîne. Zimanekî çêkirî û ne yekber û ne xwedî rêzik û gramer, zimanekî blber wê çawa bibe zimanê gel bixwîne.Gelek nivîskar bi zimanê herema xwe û bi gramera xwe dinivîsin.

Yek dibêje nîn e, yek dibêje nî ne, yek dibêje nîne. Di zimanekî de rastnivîsên bi serê xwe û beredayî nabin.

Eger her nivîskarê tirk bi devoka herema xwe binivîsa îro me dikarî behsa zimanê Tirkî û edebiyata wan bikira?

Ji bo resiman ziman ne hewce ye, ji bo heykeltrsşî jî lêbelê edebîyateke baş bi zimanekî xwirt mimkûn e. 

Îro hemû kurd " ey Dilberê de Menal e, Feqîyê Teyran edî kal e" dizanin, çima? Çimkî ew zimanê gel e. Jê fam dikin, zimanê civakî(sosyalîze) ye, li hemû herêman bi awayekê tê gotin.

Di romana xwe de dibêje "xwînî xwînî av vexwariye" yanî Wergera kana kana su içtî. De bi vî zimanî em ê çawa wê berhemên baş bi vî zimanî bixwênin.

Zinarê Xamo Nûdem, nuha te mijar guhert û îcar tu qala tiştên din dikî. Di serî tda e got, ”zimanê kurdî têrî edebîyateke têr û tije nake.” 

Te sebebê tunebûna ”edebîyateke zexm”, berhemeke giranbiha bi qelsiya kurdî ve girê da, te got ji ber ku kurdî zimanekî zeîf e lema ji nava me nivîskarên mezin dernakevin, lema bi kurmancî berhemên baş nayên nivîsîn.
Nuha jî tu qala hin gelşên dikî. 

Nuha jî tu dibêjî ”Kesekî ne zanyarê zimanê xwe, kesekê zimanê wî ne têr û tije wê çawa edebiyatê bike?”

Min negotiye yekî bi zimanê xwe nizanibe kane berhemeke baş bixuliqîne. Ji xwe mijara me ne ev bû.

Bêguman edîbê, nivîskarê ne hakimê zimanê xwe be, ya jî zimanê xwe baş nizanibe nikane bibe nivîskarekî baş, nikane ”şaheseran” bixuliqîne. 

Nikane çimkî edebiyat bi zimên dibe, ji bo nivîsîna berhemên nemir dibê nivîskar him zimanê xwe baş bizane û him jî mistewa wî/wê ya întellektuelî bilind be. 

Bêguman yekî nezan, cahil û ne hakimê zimanê xwe nikane berhemeke nemir bixuliqîne.

Viya her kes zane. Çi dibe bira bibe, meriv ne hostê wî îşî be meriv nikane tiştekî baş çêke.

Min tiştekî eksê vê negotiye. Te got kurdî têra edebîyayeteke zexm û qewî nake, min jî got na dike, min got gelş ne ziman e, bi her zimanî, heger meriv şarezayê zimanê xwe be kane berhêmên baş û nemir binivîse.

Sebebê kitêbên Mehmet Uzun bi tirkî ji kurdî bêtir tên xwedin mijareke din e. Têkliya wê bi qelsiya kurdî û xurtîya tirkî nîne, sebeb asîmîlasyon e. 

Kurd asîmîle bûne, nikanin bi kurdî bixwînin, tiştê dixwînin fêm nakin. Asîmîlasyonê kurd qudûmşikestî kirine.

Û ya din jî gelek kurd xwe û zimanê xwe biçûk dibînin. Asîmîlasyonê şiûrê netewî bi gelek kurdan ra zeîf kiriye.
Nîvê zimanê tirkî erebî, farisî, kurdî û gotinên biyanî ne.

Nîvê zimanê farisî erebî ye, lê bi herdu zimanan jî berhemên pir baş hatine nivîsîn û tên nivîsîn. Nivîskarên mezin derketine û derdikevin.

Yanî kêmasiya nivîskarên, edîbîn kurmanc ne ji ber qelsiya kurdî ye, ne hakimên zimanê xwe ne, zimanê xwe baş nizanin. 

Heger zimanê xwe baş bizanibin tu kêmasiyeke wan ji nivîskarên tirk tuneye.



02 mars 2018

Min bazareke nuh kir !


Gelî dost û hevalên ezîz û xwendevanên hêja, min bazarek kir û dixwazim we jî ji vê bazara xwe haydar bikim.

Bi Xwedê min kompîtoreke(laptopeke, datayeke) nuh û top kirî û ji do êvar da ye bi wê dinivîsim.

Kompîtora min 5-6 sal kevn bû û pir giran bûbû, gelek caran dihat girtin, pir germ dibû û ji min ra hin gelş çê dibû. 

01 mars 2018

Turgenyev û parsek




Kêfa min gelkî ji vê diyaloga Turgenyev ra hat. Yê parsek jî merivekî pir zana û alim bûye, gotiye ya muhîm ne pere ye, dil e, dilekî pak e.

Te ji min ra got "birayê min" !
Rojeke zivistana St. Petersburgê ya sar û serma bû, çûk li hewa diqefilî. Nivîskarê bi nav û deng Turgenyev diçû mala xwe. Bi rê da parsekekî destê xwe li ber vegirt û sedeqeyek jê xwest. 

Turgenyev sekinî, destê xwe xist hemû bêrîkên xwe lê ji şansê xerab yê parsek ra di bêrîkên wî da pere tunebû. Bi destê parsek li ber wî vegirtibû girt û bi şermezarî jê ra got:

“Birayê minê ezîz, min efû bike, tiştekî minê ez bidim te tuneye.”

Yê parsek lê vegerand û bi dilovaniyeke mezin ji Turgenyev ra got:

“Te da min begê min. Te ji min ra got birayê min…”

Û ji hin romanên Turgenyev çend numûn xweû.

"Şexsiyet, begê min, ya herî girîng ev e. Şexsiyeta meriv dibê wek zinarekî saxlem be. Çimkî her tişt li ser wê ava dibe. "
Bav û Zarok. Rûpel 61.

"Evîn, evîn tu çiqasî bi hêz î ! Kane bi rehetî efû bike, tahamul dike. A evîn ev e, dibê ev be."
Evîna Pêşî. Rûpel 121

"Demek wiha tê
vegere ji hin rêyan,
uzrên hin xetayan,
maneya hin însanan namîne." 

"Mirin henekeke kevn e, lê belê bi her kesî wiha tê tiştekî nuh e."
Bav û zarok

Însan û medyaya sosyal



Foto ji Googlê hatiye girtin

Înan Eroglu nivîsa min ”Jiyan bêyî Facebook nabe” ya li ser çend saet qutbûna Facebooka min xwendiye û piştî wê xewneke pir xof dîtiye. Eroglu xewna xwe wiha nivîsîye:

”Apê Zinar, îro serê sibê çawa zû rabûm min ev nivîsa te dît û xwend. Dû re dîsa ketim xew û min di xewna xwe de dît telefona min wenda bûye. Rojeke şilî bû , li kuçe û kolanan wek dînan digeriyam, ji bo ku telefona xwe bibînim. Ez pir bi hêrs bûm ji ber ku her tiştê min di telefonê de bû. Weke ku yek ji malbatê miribe xemgîn bûm. Axir ji wê kabûsê pengizîm û çawa min destê xwe avêt kêleka xwe, min telefona xwe dît. Ez niha rewşa te baş fam dikim. Xwedê bike tu bê facebook ez jî bê telefon nemînin. Silav û hurmet.”

Xwedê kir xewn bû, însên bi destê xwe, xwe kiriye êsîrê îcad û kişfên xwe. Trajediyeke însanan anîye serê dinyayê ye. Û xelasbûn jî jê ne mimkûn e. Beleovacî wê her ku biçe ev girêdana înasanan ya înternetê û medyaya sosîal ewê zêdetir bibe û ewê xûy û tebîeta însên biguhere.

Ji xwe ji nuha da guherî ye, hemû têkilî û jiyana me ketiye telefoneke biçûk û kompîtoreke, dema ew wenda bibin em xwe kût û şilf tazî his dikin.

Ev meseleyeke pir cidî ye. Ewrûpiyan bi hezaran lêkolîn li ser vê mijarê çêkirine û çê dikin. Ez kurd bêguman ji van tiştan û îmkanan pir dûr in, lê meriv kane serpêhatiyên xwe, hestên xwe, dîtinên xwe bibêje. 

Hêvî dikim çend kesên din jî wek Înan Eroglu serpêhatiyên xwe binivîsin.

Heger em dixwazin kurd nebin tirk dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bepeyivin



Wek dê û bav dema zarokek ji meriv ra çê dibe meriv mecbûr e navekî lêke. 

Dema mezin dibe jî dibê meriv bişîne dibistanê û wî/wê fêrî xwendin û nivîsandinê bike. 

Ev yek ne lutfeke û ne jî fedekarîyeke, bi vacayî mafekî zarok yê însanî û vatiniyeke dê û bavîtiyê ya mecbûrî ye.

Yê me kurdan li welatê me urdistanê îmkanên me yên perwerde bi kurdî tuneye, lê li Swêd pir hindik ev îmkan û maf yanî xwendina bi zimanê xwe wek her kesî ji bo zarokên me jî heye. 

Lema divê em kurd jî vî mafê xwe bi kar bînin û zarokên xwe miheqeq bişînin dersa zimanê dayikê.

Bi baweriya min ew kurdên zarokên xwe ji vî mafê herî însanî, yanî ji fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe bêpar dihêlin zulmeke pir mezin û neînsanî li zarokan dikin.

Wek miletên yên din dinyayê îro dewleteke me ya serbixwe û pasaporteke me ya netewî tuneye, nasname û pasaporta me zimanê me ye. 

Dema em zarokên xwe ji vê nasnameya netewî bêpar bihêlin, ne tenê em zulmeke mezin li wan dikin, her wisa em di şexsîyet û ruhê wan da jî kêmasiyeke, zeîfiyeke û birîneke pir kûr çêdikin.



Zimanê me pasaporta me ye, bêyî pasaport kes nizane meriv kî ye û ji ku ye…

Wek kurdekî gava tu bi zimanê xwe, bi kurdî nizanibî, tu bi hezar û yek zimanên din bizanibî jî vala ye.

Li ba min bi qasî filisekî jî qîmeta wê zanîna te tuneye..
Gerek meriv zimanê xwe berî yê xelkê, tarîxa xwe berî ya xelkê zanibe û welatê xwe jî berî yê xelkê nas bike.

Heta ji meriv tê dibê meriv zarokên xwe fêrî kurdî bike, yanî bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyoive û heger meriv li Swêd be dibê bişîne dersa zimanê dayikê.

Gelekên me navê kalikên xwe nizanin, tarîxa gundê xwe nizanin lê secera hin mezinên ereban, tirkan, rûsan û almanan ji ber zanin, Tirkiyê qulik bi qulik zanin, lê belê Kurdistanê nizanin û gera li Kurdistanê jî qet nayê bîr û bala wan.

Çimkî tirkan em asîmîle kirine, serê me şuçtine, asîmîlasyonê em nezan û korfahm kirine.

Lema jî evîna welêt, meraqa dîtina Kurdistanê, ger û seyrana li beşên din yên Kurdistanê li ba kurdan kêm e, heta tuneye.
Lê her kes dixwaze here li Tirkiyê bigere.

Jiyan bêyî Facebook nabe !


Wek gelek heval pê hesiyan îro li dora çend saetan Facabooka min qut bû, nexebitî. 

Min tavilê kir qîrîn û hawar û ji der dora xwe, ji kesên hoste û zana alîkarî xwest. Min haya dinyayê pê xist.

Bi vê minasebetê ez fêr bûm yê FBa wî naxebite ne ez tenê me, çend kesên din jî hene.