04 mars 2018

Qahwa kizwana bi dest min neket ji mecbûrî qahwa normal vedixwim




Ev serê hefteyekêye Qahwa Salihê Kevirbirî ji min ra anîbû qediyaye. Qahwa swêdî dilê min rehet nedikir. Ez carê fêrî qahwa kurdî bûme, rojê carê, du caran venexwim sebra min nayê. Min îro hew debar kir, min bîstek berê lêxist çû 350 gram qahwa herî baş kirî û hatim. 

Û min bio lez di cezwê diyarbekrî da(min li Diyarbekrê kirîbû) qahwa xwe ya bi şîr çêkir û fîncanek jî îkramî xanimê kir. 

Nuha em herdu jî bi kêf qahwa xwe vedixwin.
Lê eybe meriv pesnê xwe bide, bes qahwa ez çêdikim tahm û lezeta wê gelkî ciyhê ye, new ek ya her kesî ye, dilê meriv rehet dike.

Hûn zanin xwarinên her kebaniyê wek hev ne xweş in. Kebanî heye, kebanî heye…
Lê helbet tahma wê bi qasî qahwa kizwana ne xweş e. 

Tahm û lezeta qahwa kizwana tiştekî din e, qahwa bav û kala ye, wek dew, dibê meriv qahwa kizwana jî bike vexwarina kurdan ya netewî...


Ji şansê min ra qahwa kizwana li Swêd tuneye, gerek meriv ya ji Kurdistanê ya jî ji Tirkiyê bide anîn. Dibê ez ji hevalên diçin û tên ra bibêjim lê wê jî ji bîr dikim…

Heta ew roj were ezê bi qahwa normal îdare bikim. Ez hinek hêl, kakule tevê dikim tahma wê xweûtir dibe. 

Do di şeva PAKê da hevalekî PAKê li xwe mukir hat, got ji xwe ra 1,5 kg. anîye û ji bo tuxtekê bide min ya dibê ez herim mîvaniya wî ya jî dibê ez wî biezimînim mal. 

Ewê li ser min buha rûne, wek kurdên Amûdê dibêjin, ewê li ser min ”buha bikelife”, lê ezê bikim, li ser min buha rûne ewê tahma wê xweştir be…

8 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    Di pê wê nivîs û tarîfa te ya Qahweya Kurdî ra min ji welêt ji bo xwe kîloyek qahweya kizwanan anî, û sed xiram jî kakule. Ez bi şîr çêdikim, bi rastî meriv jê têr nabe wer xweş e.

    Lê dîsa pirsek min heye, ya ku te jê ra digot qahwa kurdî ev e ne wilo? Yanî qahweya kizwanê ye?

    Sipasdar im ji te ra.

    Her bi me ra bî ...

    SvaraRadera
  2. Erê ew e. Ê ka para min? Hema te tuxtek jî ji min ra bişanda...
    Heneka dikim. Noşî can be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Apo, te ez li vê tahmê warqilandim para te tê de heye. Ez çaxa herim welêt bi awayekî ez digihînim apê xwe jî. Dinya biçûk e, xem nake. :)

      Radera
  3. Na, min henek kir. Ji bîr bike...
    Êdî meriv nikane henekekê jî bike heyran...:))

    SvaraRadera
    Svar
    1. Apo,

      Temam, nexeyide. :)

      Radera
  4. Nexeyidîme, min got gotina te kiriye giran e. Dibê meriv ji van partiyên kurd ra wiha nebêje...
    Partî kanin siyaseteke şaş bimeşînin. Mafê me heye em wan rexne bikin, lê dibê meriv li termînolijiya xwe miqate be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Apo,

      Ez dibêjim qey te cewaba hinên din bi şaşî li vir nivisiye.



      Radera
  5. Weleh nizanim, heger wisa be li qusûra min nenêre.
    Yekî bi navê "Anomîm" gotibû "hêvî dikim PAK û partiyên din ji bo çend parlamenteran xwe nefroşin..."
    Min bersîva wî da. Heger ew kes ne tu be li qusûra min nenêre...

    SvaraRadera

PARVE BIKE