Wek gelek heval pê hesiyan îro li dora çend saetan Facabooka
min qut bû, nexebitî.
Min tavilê kir qîrîn û hawar û ji der dora xwe, ji kesên hoste û zana alîkarî xwest. Min haya dinyayê pê xist.
Ez sedîsed nizanim lê em gihîştin wê qenatê Facebokê em bloke kirine.
Min bi swêdî çar nivîs ji wan FBê ra şand û min xwest bizanibim çima ez hatime blokekirin.
FBê bersîv neda min, lê danê êvarî FBa min vebû. Bîna min hat ber min. Û min dest bi belavkirina nivîsan kir.
Xwedê kir çend rojan, çend heftan ya jî çend mehan najot, here were 3-4 saetan tenê qut bû. Here were 3-4 saetan bê FB mam.
Lê dîsa jî bi min pir dirêj hat.
Lê dîsa jî sebra min nehat û min qiyamet rakir.
Gelo ne 3-4 saetan, 3-4 heftan ya jî bi mehan girtî bima, yanî FBa min çend mehan tunebûya gelo minê çi bikira?
Xwedê neke, ez naxwazim tiştekî wisa xeyal jî bikim !
Min ji xwe ra got, em ferz bikin hemû medyaya sosyal FB, twitt, telewîzyon, blog û hemû jahr û zuqûmên din rojekê werin girtin, yanî meriv nikanibe tiştekî belav bike û bixwîne, gelo merivê çawa debar bike?
Heta neyê serê meriv, meriv ferq nake, lê ji bo çend saetan be jî tunebûna Facebookê di jiyana min da valahiyeke mezin çêkir.
Min nizanîbû ezê çi bikim.
Kompîtora min vekirî bû, ez diçûm û dihatim û min diceriband.
Pileppila min bû, lê belê xanimê qet ne xema wê bû. Wek her tim ji xwe ra li telewîzyona xwe temaşe dikir.
Li hemberî wê telaşa min matmayî mabû, digot te xêr e, sebir bike, qey sibe du sibe, ya jî heta çend rojan ewê were…
Dema digot ”çend roj” ez dîn dibûm.
Min digot miheqeq tiliya Tirkiyê di vê da heye. Ancax tirk xerabiyên wiha bikin.
Ji xwe çi xerabî were serê kurdan miheqeq tiliya Tirkiyê ûş tirkan tê da heye…
Xanimê jî tavilê mohr gotinên min dikir û digot, ”wî, qey tiliya wan tê da heye, mêrik dinya girtiye destê xwe, dike viya jî li kurdan yasax bike…”
Xwedê kir zû vebû û bi rojan neajot. Heger bi rojan biajota kî zane ewê çi bihata serê min û minê çi bianiya serê Tirkiyê û tirlkan û çi kevir û kuçik li wan bibaranda !
Netîce min fêm kir em ne însanên 30-40 sal berê ne. Berê medyaya sosyal tunebû, ne FB hebû, ne twîtt hebû, ne telefon hebû û ne jî blog û tiştên din hebûn. Li welêt tew telewîzyon jî tunebû.
Me wexta xwe çawa derbas dikir, me çi dikir ez nuha meraq dikim?
Erê me dixwend, lê gelo me hemû wexta xwe bi xwendinê derbas dikir?
Nuha nayê bîra min.
Lê min pir dixwend, ew tê bîra min.
Welahasilî kelam min îro dît bêyî Facebook û Twîtt jiyan nabe, mal dibe hefs û zindan…
Înternetê, medyaya sosyal xuyê însên, hînbûnên însên, zewq û înterese û mijûliyên însên guhertine.
Em bûne muptelayê înternetê, telewîzyonê û medyaya sosyal. Bêyî wan dest û nigê me li hev digere û mer nizane çi bike…
Bi kurtî em ne merivên 30-40 sal berê ne, bi hînbûn, zewq û înteresên me ra, kultura me jî guherîye…
Apê Zinar, îro serê sibê çawa zû rabûm min ev nivîsa te dît û xwend. Dû re dîsa ketim xew û min xewna xwe de dît ku telefona min wenda bûye. Rojeke şilî bû , li kûçe û kolanan wek dînan digeriyam ji bo ku telefona xwe bibînim. Ez pir bi hêrs bûm ji ber ku her tiştê min di telefonê de bû. Weke ku yek ji malbatê miribe xemgîn bûm. Axir ji wê kabûsê pengizîm û çawa min destê xwe avêt kêleka xwe min telefona xwe dît. Ez niha rewşa te baş fam dikim. Xwedê bikim tu bê facebook ez jî bê telefon nemînin. Silav û hurmet.
SvaraRaderaXwedê kir xewn bû, însên bi destê xwe xwe kiriye êsîrê îcad û kişfên xwe. Trajediyeke însanan anîye serê dinyayê ye.
SvaraRaderaXalo, welleh ne Facebook a min u ne ji Twitter a min heye u ez dibejim jiyan be wan ji dibe le be internet nabe.
SvaraRaderaDew birê/birayê mêst e, netîce eynî tişt e.
SvaraRaderaJi bo te jiyan bêyî înternet nabe, ji bo min bêyî facebook nabe, ji bo xanima min bêyî tv nabe û ji bo Înan Eroglu jî bêyî telefon nabe...
Hêsîrî bi her rengî xirab e.
SvaraRaderaLazim meriv teslîmî hêsîrîyê nebe.
Erê rast e, êsîriya her tiştê xerab e, lê redkirin jî ne rehet e. Min jî ew gotiye.
SvaraRadera