09 augusti 2010

Bira îşev jî wiha kin be...

Gelî xwendevan, dost û hevalên hêja, ez îşev pir dereng hatim mal. Nuha saet 11.30 ye. Loma jî îmkana min û nivîsînî tuneye.
Ez sebebê derengmayina xwe nabêjim, dema ez dibêjim hin heval xwe dixeyidînin, dibêjin hey te malik li me "viritand", qenekê "reqlama" me neke...
Lema jî li qusûra min nenêrin, ez sebebê vê derengmayina xwe îca nabêjim.
Carnan tiştê wiha jî dibe...
Ha dibê ez ji bîr nekim bibêjim ku lawikê me Serhat, bi saya alîkariya heval Evdile Koçer bi saxî û selametî hat gihîşt mal.
Nuha ji mer ra qala serpêhatiya xweya dramatîk dike.
Min jê ra got, tiştê min nivîsî ye têr nake, dibê tu bi swêdî dest bi romanekê bikî. Ji ber ku mijar tam li gor romneke xortan e.
Lê nakeve serî, dikene.
Esas heger têkeve serî jê tê, dikane binivîse. Di nivîsê da gelkî jêhatî ye.
Bi rastî jî serpêhatiyeke pir bi heyecan bû, lê xweş qediya.
Kurdbûn gelekê caran ji meriv ra dibe sebebê gelek serêşî, derd û belayaên giran.
Lê hin caran jî weke bûyera Serhat, kurdbûna meriv weke Xocêxizir digihîje gazî û hawara meriv, meriv ji ciyê teng xelas dike.
Temiya min li we hemû kurdan, kurdbûn û kurdayetiya xwe tu carî veneşêrin, weke nasnameyeke esasî tim bidin pêş û pê serbilind bin, di rojeke herî teng da ewê ji we ra lazim bibe...
Û helbet qedir û qîmeta hevalên xwe jî bizanibin, di rojên teng da ew jî ji meriv ra lazim dibin...

08 augusti 2010

Bazara leşker û hukûmetê qediya

Li gor çapemenî nuha dinivîse hukûmetê û leşkeran li hev kirine, serokerkaniya general Işik Koşaner wek ku Îlker Başbug dixwest ji bal serokwezîr Erdogan ve hatiye qebûl kirin.
Ji xwe serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, îro di axaftina xwe ya Îzmîrê da gotibû ku wî û serokerkan Îlker Başbûg li ser hemû navan li hev kirine, mutabiq mane.
Biryarnameyê ewê îşev ji bo tesdîqê bişînin ji serokkomar Gul ra.
Piştî îmzekirina Gul, êdî di nabêna leşker û hukûmetê da tu gelş namîne.
Lê helbet ev prosedur formalîteyeke pir biçûk e, bêguman Gulê tu îtîrazê nîşan nede, Erdogan çi qebûl helbet kiribe ewê jî qebûl bike.
Işik Koşaner di mesela kurd da ne qumandarekî ”nerm û demokrat” e, ne alîgirê çareseriyeke demokratîk e.
Yanî ez bawer nakim ku di nabêna wî û Başbûg da tu ferqeke hebe û ew ji Başbûg baştir be.
Ez bi xwe baş nizanim hukûmet li hember kîjan generalan bû û dixwest kîjan generalan bîne ser serê artêşê.
Piştî vê lihevkirinê gelo hukûmetê çi tawîz da artêşê û artêşê çi tawîz da hukûmetê, helbet girîng e.
Lê kê çi da û çi stend, ev yek nuha hîn baş ne zelal e, di rojên pêş da ewê zelaltir bibe.
Bi dîtina min ya ji wê jî girîngtir ”birr û bazara” leşkeran ya bi hukûmetê ra ye, dibê hukûmetê ev yek qebûl nekira.
Ev serê rojan e ku serokerkan Başbug bi rengekî pir vekirî bi hukûmetê ra bazariyê dike, tiştê ku li gor qanûnê mafê sivîlan, mafê serokwezîr û serokkomar e qebûl nake, dixwaze kesên ew pêşniyar dikin hukûmet qebûl bike.
Û leşker vê yekê jî ne li gor mafekî qanûnî, bi zorê dikin.
Ji ber ku heta nuha daxwazên xwe tim bi zorê bi hukûmetan dane qebûlkirin, loma nuha jî dixwazin vê adeta zorê û çavbirînê bidomînin.
Li gor qanûnên Tirkiyê, serokerkan pêşniyara xwe dike lê yên biryara dawî didin serokwezîr û serokkomar in.
Û ev yek jî dibê ne bi ”birr û bazarê”, bi şiklekî azad ji teref sivîlan ve were kirin.
Bes wa ye îcar jî bi temamî wiha nebû, dîsa hin daxwazên leşkeran bi darê zorê qebû kirin.Erê dibe ku hukûmetê hemû daxwazên leşkeran qebûl nekiribe, lê axirê ev serê rojan e bi wan ra bazariyê dike.
Carê ev bazarî bi serê xwe ne rast e û dibê neyê qebûlkirin.
Dibê hukûmetê ev yek ji bin da red bikira, lê îcar jî nekir.
Diyar e mêrikan natirsin.
Heger leşker bitirsiyane, heger bizanîbûna ku hukûmetê bi biryarekê hemû generalên ku bêîtîatiya qanûnan û biryara wan dikin di şevekê da ewê werin teqawîtkirin, bêguman ewê wiha nekirane.
Yanî ew jî malê xwe nas dikin…Lê li gel vê jî dibê meriv bibêje ku ev hukûmet dîsa li hember leşkeran baş tîk sekinîye, weke hukûmetên din zêde neketiye bin emrê wan.
Bazar qediya, bi xêr îcar nebû carek dinê.Lê ev liberxwedana hukûmetê bi kêmanî ji bo kesên din jî dibe nimûne û adet.…

07 augusti 2010

Hevalê baş wek şûrê Şamê ye

Tiştê îro hat serê min ancax meriv dikane di romanên sanfiktion(polîsiye)da bixwîne.
Heger ez nivîskarekî baş bûma minê ji vê serpêhatiyê romaneke pir baş derxista.
Lê ji min nayê.

Romannivîs bi derewan, ji ba xwe bûyerên wiha diqewimînin, lê ya min hemû rast e.
Ez ji we ra ji serî da qal bikim.

05 augusti 2010

Ziman xerabiyê nake, yê dike ênsan e

Birayê Marûf, gelek sipas ji bo dîtin û şiroveya te.
Lê wisa xuyaye ku di mesela zimên da serê te hinekî tevlihev e, tu zimên û kirinên însên tevlihev dikî.
Û li alî din te ji nivîsa min jî mane û netîceyek şaş derxistiye.
Te gotiye, ”bi ziman tenê ev gel rizgar nabe.”
Fena ku min tiştekî wiha gotibe.
Min di tu dera nivîsa xwe da negotiye,” bi ziman tenê” kurdê rizgar bibin ya jî serbestiya zimên tenê têra me dike, em serxwebûn û azadiyê naxwazin.
Ez nizanim te ev netîce ji ku dera nivîsa min derxistiye?
Derketina li dijî asîmîlasyonê, girîngî dayina zimanê kurdî nayê maneya ku ez dibêjim ev têra me dike, em tiştekî din naxwazin.
Pêşketina zimanê kurdî, astengkirina asîmîlasyonê ji bo rizgariya miletê kurd nabe asteng, belovacî wê mecal û alîkariyeke pir mezin e.
Helandin û wendabûna kurdî rizgariya miletê kurd ewê zahmettir bike, ne ku hêsantir.
Dibê tu viya fêm bikî.
Û ji xwe ji bo ku kurd rojekê rizgar nebin dewletê ev 85 sal in ku kurdî li kurdan qedexe kiriye, nahêle kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Dewlet baş dizane ku serbestbûna kurdî û rawestandina asîmîlasyonê ewê rê li ber rizgarbûna kurdan veke, ewê di nava kurdan da zanîn û hestên netewî geş bike, daxwaza serxwebûnê xurttir bike.
Dîsa di mesela ziman û kirinên însanan da jî tu pir şaş difikirî, tu zimên weke însan sûcdar dibînî û loma jî tu xwe jê dixeyidînî.
Ev dîtineke ne dirist e.
Di nimûneya jêr da tu dibêjî:
” Ji sala 87’an heta dawiya salên 90î radyonek kontrayî hebû. Li Amedê, li kişleya leşkerî ya DEVEBOYNÛ. Weşana bi Kurdî dikir; DÎCLENÎN SESÎ. Nizanim tu pê dizanî?”
Birayê delal, di vir da yê sûcdar ne ziman, însan e, kurdî bi xwe xerabiyê, ajantiyê, dijminatiya kurdan nake, yê dike însan e, yekî kurd e.
Loma jî dibê ji dêlî zimên, tu li dijî însanên ku wî bi kar tîne bî, li dijî siyaset û armanca wan bî, ne zimanê kurdî.
Kurdiya di devê dijmin da bi xwe başî û xerabiyê nake, yê dike însan e.
Dibê tu van herdu tiştan ji hev bigerînî.
Ma qey bi tirkî bike baştir e?
Xerabî bi kîjan zimanî dibe bira bibe, sûcdar ne ziman e, însanê wî zimanî bikar tîne.
Em ferz bikin ku ev dewlet, bêyî ku xwe biguhere û bi kurdan ra li hev bike, sibe di hemû rêxistin û dezgehên xwe da li gel tirkî, kurdî jî serbest bike, ma emê li dij derkevin, ma emê bibêjin na em naxwazin, çimkî hûn pê propagandeyên nebaş dikin, çimkî hûn pê li dijî me dipeyivn...
Xwezî dewletê ne di wê radyoyê tenê, di hemû radyo û telewîzyonên xwe da, di meclîs û dahîreyan da tiştên bi tirkî dibêjin, propagandeya bi tirkî dikin bi kurdî jî bigota û bikira.
Ma qey hemû tirk mecbûr in ku tenê tiştên baş bi kurdî bibêjin?
Çawa ku em bi tirkî tiştên ”xerab” jî ji tirkan û ji dewletê ra dibêjin, bêguman ewê jî ji me ra bibêjin.
Sibe roj faşîstên jî bi kurdî propagandeya li dijî serxwebûna Kurdistanê bikin, dewletê jî di radyo û telewîzyonan da bike.
Ma tu dibê em kurdî li tirkan û kurdên hevalbendên wan qedexe bikin?
Ya jî dema ew peyivîn em li dijî kurdî derkevin, em dev ji axaftina kurdî berdin?
Nimûneyeke din. Tu dibêjî:
”Ev cahşê ku tu pê re hêrs dibî bi Kurdî xayîntî bike tu yê çi bibêjî? Di artêşa tirk de jî waneyên(ders) Kurdî didin serbazan… Ma emê ji wan re bibêjin “eferim?”
Birayê ezîz, ziman ”xayintiyê ” nake, yê xerabiyê, ”îxanetê” dike ne ziman e, însan e.
Dibê tu van herdu tiştan ji hev bigerînî…
Loma jî dema yekî kurd jî bi gelê xwe ra ”îxanetê” bike, ezê ne ji zimanê kurdî, lê ji wî aciz bibim.
Te mesele çewt fêm kiriye.
Kêr, alet û çekeke meriv pê gelek karê baş dike, pê goşt û fêkî hûr dike, pê nan dibire, lê meriv dikane pê însanan jî bikuje.
Îcar ji ber ku meriv dikane kêrê ji bo karekî xerab jî bikar bîne, ma dibê meriv li dijî hebûna kêrê be, kêrê qedexe bike?
Em zanin ku sûc ne yê kêrê, yê însan e.
Ziman jî wiha ye.
Ziman wiha ye, hinekê ji bo xizmet û xebatên baş, pê şiîr û romanan binivîse û hinekê jî ji bo derew, xapandin û sîxuriyê bikar bîne.
Loma jî dibê tu ne li dijî kurdî, li dijî fikir û kirinên însan bî.
Heger artêşa tirk bi rastî jî dersên kurdî bide zabitan ez nabêjim “eferim”, ev ne karê min e, lê ji bo vê yekê ez li dijî fêrbûna kurdîjî dernakevim, ez nabêjim kurdî fêr nebin.
Heger ji destê min were ezê hemû tirkan, ji Bahçelî bigre heta bi Kenan Evren, baş û xerabên wan her kesî fêrî kurdî bikim...

04 augusti 2010

"Tirkekî" hezar kurd ji ser rê da xistin

Tirk îdîa dikin ku ”Tirkek bergendî cîhanê ye.”
Bi vê gotinê tirk dixwazin bibêjin ku ew ji hemû însanan jîrtir û biaqiltir in.
Herçî cîhan e helbet ev gotin û fikreke nîjadperest û beradayî ye.
Lê heger em wan û kurdan miqayese bikin, tirkek ne ”bergendî” hemû kurdan be jî bi kêmanî ji 1000 kurdî jîrtir û biaqiltir e…
Dema tirkek (ya jî kurdekî bûye tirk) bi tena serê xwe bikanibe 1000 kurdî ji ser rêda bixîne, zimanê wan ji kurdî bike tirkî, ev yek îspata biaqiliya tirkan e.
Ecele nekin, di vî warî da ezê nimûneyek pir konkret bidim.
Ev 2-3 sal in ez endamê platformeke meyla me.
Navê komê/grûpê ”Dîwanxane” ye.
Heger şaş di bîra min da nemabe demakê berpirsiyarên komê gotin li dora 1000 endamên komê hene.
Ev hejmareke ne hindik e.
Bifikirin ku hezar kurd ji hev ra bi kurdî dinivîsin.
Ev dibe weke dibistanekê, bi sedan kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibin, kurdiya wan bi pêş dikeve, bawerî, cesaret û qabîliîyeta wan ya nivîsandina bi kurdî xurt dibe…
Ji bo kurdên bakur ev ne tiştekî hindik e, pir girîng e, xwendevanên edebiyata kurdî zêde dibin.
Ev pêşketin zirarê dide dewletê.
Loma jî dewlet û hemû tirk naxwzin kurd fêrî kurdî, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibin.
Di destpêkê da hin endamên komê herçiqas carnan bi tirkî dinivîsandin jî lê bi giştî piraniya nivîsên komê bi kurdî bûn, nivîsên bi tirkî kêm dihatin weşandin, giranî tim li ser kurdî bû.
Lê heta ku tirkekî bi navê Cevdet Akbay(li gor gotina wî, ew kurdekî zaza ye, lê bi kirinên xwe ji tirkekî esîl jî xerabtir e)kete nava komê.
Piştî ku Cevdet Akbay bû endamê komê, zimanê komê hat guhertin, bû tirkî.
Cevdet Akbay merivekî ne îş aktîv û berhemdar e, rojê belkî çend meqaleyan dinivîse û di eynî rojê da jî bersîvên hemû rexneyan dide.
Tu dibêjî mubarek ne însan e, fabrîqeya nivîsê ye, 24 saetan dinivîse…
Ya jî meriv dibêje belkî li ser navê wî grûbek însan 24 saetan vî karî dikin.
Ya na ne mimkûn e ku însanek pê ra bigihîne rojê hewqas nivîs binivîse.
Ji bo karekî wiha dibê meriv ji ber kompoterê ranebe…
Cevdet Akbay merivekî pir jîr û biaqil e, ji bo ku bikanibe koma Dîwanxaneyê ji ser rê da bixîne, yanî zimanê komê bike tirkî ji xwe ra mijareke pir bi ”heraret” dîtiye; PKK û Abdullah Ocalan…
Çimkî mêrik baş dizane ku kesên xwe li ser birêz ”Serok” bixeyidînin û bi rojan wexta xwe bi leqeleqên vala biborînin pir in.
Cevdet Akbay weke abone her roj li ser Ocalan û PKK-ê tiştekî dinivîse, carnan çend caran.
Û her cara ku ew bi tirkî PKK-ê û Ocalan rexne dike, êrîşî dibe ser wan, dost û hevalên PKK-ê û heyranên Ocalan jî bi tirkî bersîvê didin wî.
Dû ra Cevdet Akbay bersîva wan dide.
Dû ra dîsa ew bersî didin Cevdet Akbay…
Dû ra dîsa Cevdet bersîvê dide wan.
Dû ra hinekên din jî, hinekên ku kêm caran bi tirkî nanivîsîn jî(mesela Serger Barî)xwe tevê dikin.
Îcar hinek bersîvê didin wî.
Û ew bersîvê dide wan...
Carnan li ser Ocalan û PKk-ê rojê bi dehan, belkî hîn jî zêdetir nivîs, rexne û bersîv ji komê ji min ra tên.
Û ev yek her roj wiha dom dom dike…
Lê hemû jî bi tirkî.
Çimkî nivîsên Akbay bi tirkî ne.
Kurdî ji binda rabûye, êdî kes bi kurdî nanivîse.
Û heta nuha ji nava van 1000 endamên Dîwanxaneyê yekî jî ji Cevdet Akbay ra negot, lawo te xêr e, çima tu wiha dikî?
Çima tu dibî sebebê têkbirina kurdî?
Heta berpirsiyarên Dîwanxaneyê jî ku berê xwedêgiravî doza kurdînivîsê li endaman dikirin, wan jî dev ji vê daxwaza xwe berdaye, diyar e ew jî vegeriyan e tirkî...
Meriv matmayî dimîne, yek însan çawa dikane di nava 1000 însanî da vî hukmî bike?
Baş e meriv kurd be û xêra kurdan bixwaze, çawa dikane bi nivîsên xwe bibe sebebê guherandina zimanê komeke 1000 kesî?
Heger bi rastî jî tu kurd î, bi zazakî binivîse, milet fêrî zazakî bike, çima tu milet fêrî tirkî dikî?
Ji bo vê xizmeta Cevdet Akbay ya ji zimanê tirkî ra dibê dewlet wî xelat bike.
Li gor gotina Cevdet Akbay ew kurdekî zaza ye û bi zazakî pir baş dizane.
Ez dibêjim pir baş dizane, ji ber ku carê ji min ra nivîsî bû.
Nuha heger Cevdet Akbay ne bi ”eslê” xwe tenê, lê bi dil û fikrê xwe jî kurd e û ez dizanim ku bi zazakî jî baş dizane, wê demê çima bi zazakî ya jî bi kurmancî nanivîse?
Heger nizane bira fêr bibe, heger kêm zane bira pêşda bibe…
Çima bi nivîsên xwe dibe sebebê têkbirina kurdî û belavbûna zimanê tirkî.
Hegr meriv bi fikir, hest û dilê xwe jî kurd be, meriv tu carî tiştekî wiha nake?
Loma jî ez dibêjim, Cevdet Akbay bi eslê xwe kurd be jî, bi kirin û xizmetên xwe tirk e û ji tirkekî tirktir e.
Di nava vê komê(Dîwanxaneyê) da zirara ku wî daye kultur, ziman û edebiyata kurdî(1000 kurd)ji ya mamoste û qerdiyanekî tirk ne kêmtir e.
Bi serê xwe tenê zimanê komeke ji 1000 kesî guherî kir tirkî.
Heger meriv kurd be û xwedêgiravî kurdayetiyê jî bike, wê demê dibê meriv ji zimanê xwe jî hez bike…
Û nîşan û îspata hezkirinê jî nivîsandin e.
Heger Cevdet Akbay ji binda bi kurdî nizanîbûya dîsa heta dereceyekê rê tê hebû, meyê bigota de bi kurdî nizane…
Lê baş dizane, têra xwe dizane.
Nenivîsîna wî ya bi kurdî ne ji ber nezanînê, ji ber nexwestinê û nehezkirinê ye.
Û ev yek ne ji bo wî tenê, ji bo her kesê ku bi kurdî dizanin lê nanivîsin wihaye…

03 augusti 2010

Generalê tirk: Cînayetên fail nediyar siyaseta dewletê bû

Koramîralê teqawût yê tirk Atila Kiyat, di kanala Haberturkê di programa ”Bêsansur da” li ser cînayetên ku di nabêna salên 1990 û 2000-î da li Kurdistanê bi destê dewletê hatine kirin gotiye, cînayetên fail nediyar yên di nabêna salên 1990 û 2000-î da çêbûn siyaseta dewletê bû. Li gor Kiyak, hinekan emir daye û hinekan jî emir bi cî aniye.
Kiyak gotiye,
”Kirinên derî huqûq çêbûn.
Îro kesên di doza Ergenekonê da bi îdîeya cînayetên fail nediyar tên darizandin û di hundur na hene.
Ji min ra dibêjin ku dema tu li Cizîrê bû te muxtar kuşt ya jî te bi muxtar ra filan kes kuşt.
Sal çend e?
1994, 1995 ..
Nuha ez jî dibêjim ku ji kerema xwe ra serokwezîr, serokkomar, serekerkan, waliyên OHAL-ê yên salên 94, 95, 93, 96 û 97-an hûn çawa dikanin di nava nivînên xwe da rehet razên?
Ji kerema xwe ra derkevin îzah bikin.
Cînayetên fail nediyar yên di van salan da hatin kirin siyaseta dewletê bû û van zarokan siyaseta dewletê meşandin ya na?
Heger hûn dibêjin na, ne siyaseta dewletê bû, bibêjin.
Lê nabêjin.
Ez dibêjim ku siyaseta dewletê bû.
Kesên wê demê dewlet îdare dikirin mixabin cînayetên qatilnediyar jî wek tedbîreke li hemberî terorîzmê didîtin.
Ji ber ku serpalek(ustegmenek) nikane bibêjê ”hela ka ez Hesen û Mihemed bikujim û îşê terorîzmê biqedînim.

Hinekan emir da.”Yên van gotinan dibêhe general e û li Kurdistanêî bi bi salan wezîfe kiriye, miheqeq destê wî jî di xwîna gelek ewladên kurd geriya ye, bi emrê wî jî gelek kurd hatine qetilkirin.
Loma jî mêrik eşkere dibêje ku me kiriye, lê ne bi serê xwe, emir dan me û me jî kir.
Yanî mêrik dibêje ji serokwezîr, serokkomar, serokerkan û wezîrê hundur bigre heta bi hemû waliyên wê demê giş berpirsiyar û sûcdar in, haya hemûyan ji van cînayetan heye.
Çimkî siyaseta dewletê ya wê demê ev bû…
Ji viya vekirîtir îtîraf nabe.
Dibê ev gotinên wî ji alî dozgeran ve weke qebûlkrina sûc bihata dîtin û li van kesan hemûyan doz bihata vekirin.
Lê mixabin kes guh nade îtîrafên wiha. Ji ber ku yên hatine kuştin kurd in, miletekî bêxwedî ye.

"Goşt û nenûk"

Dewleta tirk ji bo ku di pêşerojê da rê li ber veqetendina kurdan bigre Kurdistan bi zanetî paş da hîşt, ji bo ku kurd koçî bajarên tirkan bikin û di her warî da entegreyî civata tirk bibin nehîşt li Kurdistanê sanayî û aborî bi pêş keve û geş bibe.
Kurd li welatê xwe bixebitin.
Sinifa karkir û bûrjûvaziyê kurd pey da bibin.
Ji bo kurd bi Tirkiyê va baş werin girêdan dewletê di her warî da plan û projeyên pir kûr û dûr meşandiye.
Keç dan kurdan, ji kurdan keç girtin ji bo ku di nava civata kurd da gelşê û gurûbeke li dijî veqetandinê peyda bikin.
Loma jî him berdevkên dewletê û him jî rast û çepên tirk tim dibêjin, efenfim bi milyonan kurd li xerbê dijîn, bi milyonan kurd û tirk bi hev ra zewicîne, loma jî ”em bûne goşt û nenûk” û tu carî ji hev naqetin.
Helbet ev îdîa pir ne vala ye, bi rastî jî mêrikan bi saya vê ”zewacê”, ”entegreasyon” û asîmîlasyona bi dizî û bi plan qulpeke baş bi destê xwe xistine û ev qulp roj bi roj xurttir jî dibe.
Hêviya Zulfî Lîvaneliyê çepê berê jî ev ev qulpa dewletê ye, yanî ”zewac” û ”koça” kurda ye.
Di nivîsa xwe ya îro da Lîvanelî wiha gotiye:
”Piraniya hemwelatiyên me yên kurd ebeden naxwazin ji Tirkiyê veqetin. Ji xwe viya berî veqetandinê dest pê kiriye û hîn jî berdewam e, bi milyonan zarokên ku ji zewaca kurd-tirkan hatine dinê, ewê vê veqetandinê bêîmkan bikin.
Jixwe tu hêza ku bikanibe ji her dera Tirkiyê hemwelatiyên kurd ji mal û milk, ji kar û barên wan bike tuneye.
Jixwe hemwelatiyên me yên kurd di qadên Tirkiyê yên tîcaretê, siyasetê, sinet, kultur û medyayê da giraniyeke wan ya mezin heye, ew dev ji van qadan, ji mewqiyên xwe bernadin, nikanin hokdîng û fabrîqeyên bigrin û herin. Di praktîkê da tiştekî wiha ne mimkûn e.”
Lîvanelî û tirkan tenê wiha bigotana xem nedikir, mixabin bere bere gelek kurd û siyasetmedarên me jî êdî dest bi vê teoriya ”zewacê” û ”kurdên li xerbê” kirine, ew jî êdî qala ”goşt û nenûkê” dikin, dibêjin em nikanin ji tirkan veqetin.

Tiştê herî xerîb û ecêb, em jî bi tirkan ra bizewicin em dibin tirk û ew jî bi me ra bizewicin em dibin tirk...
Yanî li zirarê tim em in.
Heta carnan bêyî zewacê jî em xwe dikin tirk...
Yanî gelş ne "zewac" û "koç" tenê ye, li Kurdistanê jî gelekên me bûne tirk.
Lê Lîvanelî û kesên weke wî difirkirin ji bîr dikin ku ji bo veqetandinê, ji bo avabûna Kurdistaneke serbixwe ne şert e ku nufûsa kurdan 20-30 milyon be, 5 milyon kurd bimînin jî ev îş dibe û rojekê miheqeq ewê bibe.
Hema yên çûne Xerbê û bi tirkan ra zewicîne dixwaze bira giş bibin tirk jî, ev yek dîsa jî mafê kurdan yê veqetandinê ji ortê ranake.
Lê axirê kesên ku diçin li Xerbê bi cî dibin û bi tirkan ra dizewicin dibê bibînin ku tirkê herî çep jî çi difikire…
Hêvî û argumentê wan yê herî mezin koça bajarên Tirkiyê û "zewaca" bi tirkan ra ye...
Dibê meriv bi "nan" û "zewaca" xwe sergêjiyê ji serxwebûna welatê xwe peyda neke...

02 augusti 2010

Hemû partiyên kurdan dibê gotinên Baydemîr dubare bikin

Serokê Belediya Bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemir, li Dêrsimê di panela bi navê ”Di Pirsgirêka Kurd da Mijara Muxatabiyê û Xweseriya Demokratîk” da gotineke pir xweş kiriye.
Baydemîr, di axaftina xwe da qala başiya projeya ”Xweseriya Demokratîk” kiriye û dû ra jî gotiye, ”li kêlek meclîs û ala tirk, ewê meclîsa Kurdistanê jî hebe, ewê ala me ya kesk û sor û zer jî hebe.”
Li ser van gotinên Baydemîr, çapemeniya tirk dîsa li hurobiyê xist, Cîgirê Serokwezîr Cemîl Çîçek û berpirsiyarên hemû partiyên ku di meclîsê da temsîl dibin bi gotinên gelek ne xweş û bi hqaretên giran êrîş birin ser Baydemîr.
Serdozgerê Cumhûriyetê yê Dêrsimê, di derbarê vê axaftina Osman Baydemîr da tavilê lêpirsîn da destpêkirin.
Yanî tiştê tirk her tim dikin îcar jî dubare kirin, bi riya gef, êrîşên bêedeb û qîjewîjeke mezin dixwazin Baydemîr bitirsînin û gavekê paş da pê bidin avêtin, gotineke ”poşmanbûnê” ji devê wî bigrin.
Taktîka tirkan tim û tim ev e: di serî da bitirsîne ji bo ku hîn pêş da neçe, ji bo ku tiştên hîn zêde nexwaze.
Tiştê Baydemîr gotiye ne tiştekî pir zêde ye, kêm gotiye zêde negotiye.
Negotiye em veqetandinê ya jî federasyonê dixwazin, gotiye li gel meclîs û ala tirk, dibê meclîc û ala kurdan jî hebe.
Û ji xwe dibê hemû siyasetmedarên kurd, heta hemû kurd jî vê daxwazê bikin.
Siyasetmedarê ku ji bo kurdan vî mafê herî biçûk jî nexwaze hema bira têkeve binê erdê çêtir e.
Heger ewê parlamento û ala kurd tunebe wê demê ev şer ji bo çi ye?
Ji ber ku nûnerên kurdan newêrin qala ”al û Parlamentoya Kurdistanê” bikin, ji ber ku yên qal dikin û vî mafî dixwazin pir hindik in loma jî tirk cesaretê digrin ku bi vî rengî êrîşî Baydemîr bikin.
Heger hemû partiyên kurdan, hemû siyasetmedarên kurd ev daxwazên Baydemîr tim anîbûna zimên bêguman tirkan îro nikabîbûn xwe wiha dînomîno bikirana û bi gotinên wiha ne xweş êrîş bibirana ser Baydemîr.
Nuha tiştê herî rast ew e ku dibê hemû partiyên kurdan, bi hezeran siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar û hunermendên kurd bi beyanekê eynî gotinên Baydemîr dubare bikin, piştgiriyê bidin Baydemîr, bibêjin em jî eynî tiştî dibêjin û dixwazin.
Wê demê dewletê bibîne ku yê van daxwazan dike ne yek e, bi sedhezaran e, bi milyonan însan li pişt van daxwazan e.
Lê kurd tiştên wiha nakin, di demên wiha da ya bêdeng dimînin ya jî dengekî pir jar derdixin ku kes nabihîze.
Piştî van êrîşên tirkan û çapemeniya tirk, dibê nuha BDP-ê, HAKPAR-ê, KDP-ê TEVKURD-ê, partî û rêxistinên kurdên dîndar jî piştgirî dabûna gotinên Baydemîr û wan jî eynî tişt dubare kiribûna.
Wê demê bira dozgerên Komara Tirkiyê ne di heqê Baydemîr tenê da, di heqê bi hezaran kurdî da doz vekirana, bira ne şexsek tenê, miletek bidana mahkemeyê.
Hemû siyasetmedarên kurd dibê dev ji siyaseta ”zeytkirin û xapandinê”, ji ya tirsonektiyê, ji vinevinên pepûktiyê berdin û daxwazên xwe vekirî ji tirkan û dewletê ra bibêjin.
Ji bo ku dewlet jî û miletê tirk jî baş bizanibin ku nûnerên kurdan ji bo gelê xwe çi dixwazin…

01 augusti 2010

Meriv "kin" dike nabe, "dirêj" dike nabe...

12
Bi rastî jî derdê vî miletî nayê kişandin, tu dirêj dinivîsî hinek xwe aciz dikin, dibêjin te pir dirêj kir, tu kin dibirî, îcar jî hinekên din xwe dixeyidînin, dibêjin, ”Heqê te tuneye tu wilo yekcar biqedînî. Divê tu hemî tiştên ku te dîtine, fikrên xwe yên li ser wan tiştan yek bi yek binivîsî. Te ev soz dabû me beriya ku tu biçî.”
De nuha were vê gelşê safî bike…
Ez dirêj dikim derdeke, kin dikim derdeke.
Yanî ez her deh tiliyên xwe bikim mûm û vêxim, bawer bikin dîsa jî nikanim her kesî razî bikim, miheqeq yekê derkeve û gazinekê bike.
Hêja Paytext Ezirgan, xwarziyê min ê delal, bi rastî jî tiştên ez qal bikim hîn pir in, lê ji bo ku xelk û alem nebêje, bavo ma ev bû, ”Notên Ewliya Çelebî yên Seyahetê” min hemû çavdêrî, bîranîn û serpêhatiyên xwe yên girîng nekir, min pir kin birrî.
Çimkî ez bala xwe didimê kes jî naxwîne, yanî wek meriv ji xwe ra lêxe û ji xwe ra bilîze.
Ji bo ku besta meriv baştir li karekî were dibê kiroxê wî tiştî hebin, ji bo hesp baştir bibeze dibê siwar halanan tê hilde.
Yanî bi gotineke din mesela ”erz û talebê” ye, dema mişterî kêm bin malê meriv di hustuyê meriv da dimîne, genî dibe.
Meriv dikane vê netîceyê ji şiroveyên xwendevanan derxîne, hela ji kerema xwe ra bala xwe bidê di binê her nivîsekê da çend şirove hene?
Dibê ez neqeqiyê nekim, weleh heta nuha çend kesan jî ji min ra nivîsîne, min ew neweşandin.
Lê li alî din ji bo weşandina klîpekê, ji bo beşdarbûna civînekê ez dibînim bi sedan însan hezkirina xwe nîşan didin, şiroveyan dinivîsin.
Yanî kul û derdên min zêde tevraneke tu yê li zirarê derkvî….
Lê bi vê minasebetê te tiştek anî bîra min, yanî tam wezna wê hat dibê ez bibêjim.
Berê dema ez li Kurdistanê bûm bi tirkî devoka bajaran hebû, devoka Amedê, Belîsê, Mêrdînê, Rihayê, Swêregê, Sirûcê, Wêranşarê, Erzerûmê û hwd. Hebû, dema yek dipeyivî meriv dizanîbû ku ew ji kîjan bajarî ye.
Lê nuha di nava mêran da heta dereceyekê hîn jî wiha ye, bes di nava jinan da ev yek ji kok da rabûye, jinên hemû bajaran weke stenboliyan dipeyivin.
Û bi taybetî jî keçên ciwan.
Ji xwe di nava keçan da tirkî pir û pir bi pêş ketiye, lê ew jî ne tirkiyeke devoka bajarê wê, tirkiyeke stenbolî dipeyive.
Dema keçikeke Wêranşarî, Swêregî, Amedî, Rihayî ya jî Wanî bi tirkî deng dike, tu dibêjî qey dê û bavê wê ji bav û kalan da stenbolî ne û ew bixwe jî li wir mezin bûye.
Li ser riya Wanê, di otobozê da ez rastî şair Berken Breh hatim, me li ser rewşa kurdî hinekî sohbet kir.
Ji min ra got, weleh li Şirnexê kurdî têk çûye, lê bi taybetî jî di nava keçan da kurdî li ber mirinê ye, piraniya keçan bi tirkî dipeyivin.
Got, baş xirab law dîsa bi kurdî dipeyivin, lê keçan dev ji kurdî berdane.
Dîsa li gor gotina Berken Breh, li Cizîrê rewş belovacî Şirnexê ye, li wir her kes bi kurdî dipeyive.
Min dixwest ez qala xurtbûna tirkî ya di nava keç û jinan da bikim lê min ji bîr kir, bi vê minasebetê va ye min ew jî got.
Hûn min ji we ra negotibû, di vegerê da ez sê rojan jî li Stenbolê mam. Bawer bikin di van her sê rojan da jî min hema hema hemû karên xwe bi kurdî meşand, ez çûm ku bi kurdî peyivîm û bi piranî jî kurd derketin.
Ji xwe hemû aşxane, îsportacî, tiştfiroşên li ber muze û mizgeftan, şufêrên texsiyan bawer bikin ji sedî nodûnehên wan kurd bûn.
Heta li Çarşiya Sergitî(Kapali Çarşiyê)jî rewş ne cuda bû, li wir jî ez dageriyam çend dikanan hemû jî kurd derketin.
Yanî li Stenbolê ji texmîna min zêdetir kurd hebûn.
Û turîstên ereb jî pir bûn, meriv diçû ku derê dengê erebî diket guhê meriv.
Cara dawî min Stenbol di sala 1979-an da dîtibû, wê demê trafîka Stenbolê pir xerab bû.
Tiştê min nuha dît sedîsed eksê wê bû, trafîka Stenbolê pir û pir baş bûbû. Carê wek her bajarekî Ewrûpayê taramvay, û otobozên pir dirêj pir bûn û diçûn her derê.
Ya din jî her der pir paqij bû, li yek dîwarê metroyê min yek xêz jî nedît, her der paqij bû.
Li Stockholmê ne wiha ye, gelek dîwarên bajêr û yên metroyê û hemû wasiteyên trafîka lokal ya bûne wek texteyên cîzvîzkirinê, ya jî mînderên wan qilêr û tahrîb bûne, li Stenbolê ne wiha bû.
Yanî bi gişttî trafîka Stenbolê pir baş bûbû.
Esas nêta min ew bû ku ez îşev li ser gotinên Osman Baydemir, ”li gel ya Tirkiyê, ewê al û parlamentoya Kurdistanê jî hebin” çend gotinan bibêjim, lê wa ye nebû.
Bêguman Osman Baydemîr rast gotiye û ji xwe dibê hemû siyasetmedarên kurd jî viya bibêjin.
Bi xêr sibe heger tiştekî hîn girîngtir neqewime ezê li ser rawestim.
Min îşev her tişt li bin guhê hev xist, kir gêrmiya gavanan…