05 augusti 2010

Ziman xerabiyê nake, yê dike ênsan e

Birayê Marûf, gelek sipas ji bo dîtin û şiroveya te.
Lê wisa xuyaye ku di mesela zimên da serê te hinekî tevlihev e, tu zimên û kirinên însên tevlihev dikî.
Û li alî din te ji nivîsa min jî mane û netîceyek şaş derxistiye.
Te gotiye, ”bi ziman tenê ev gel rizgar nabe.”
Fena ku min tiştekî wiha gotibe.
Min di tu dera nivîsa xwe da negotiye,” bi ziman tenê” kurdê rizgar bibin ya jî serbestiya zimên tenê têra me dike, em serxwebûn û azadiyê naxwazin.
Ez nizanim te ev netîce ji ku dera nivîsa min derxistiye?
Derketina li dijî asîmîlasyonê, girîngî dayina zimanê kurdî nayê maneya ku ez dibêjim ev têra me dike, em tiştekî din naxwazin.
Pêşketina zimanê kurdî, astengkirina asîmîlasyonê ji bo rizgariya miletê kurd nabe asteng, belovacî wê mecal û alîkariyeke pir mezin e.
Helandin û wendabûna kurdî rizgariya miletê kurd ewê zahmettir bike, ne ku hêsantir.
Dibê tu viya fêm bikî.
Û ji xwe ji bo ku kurd rojekê rizgar nebin dewletê ev 85 sal in ku kurdî li kurdan qedexe kiriye, nahêle kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Dewlet baş dizane ku serbestbûna kurdî û rawestandina asîmîlasyonê ewê rê li ber rizgarbûna kurdan veke, ewê di nava kurdan da zanîn û hestên netewî geş bike, daxwaza serxwebûnê xurttir bike.
Dîsa di mesela ziman û kirinên însanan da jî tu pir şaş difikirî, tu zimên weke însan sûcdar dibînî û loma jî tu xwe jê dixeyidînî.
Ev dîtineke ne dirist e.
Di nimûneya jêr da tu dibêjî:
” Ji sala 87’an heta dawiya salên 90î radyonek kontrayî hebû. Li Amedê, li kişleya leşkerî ya DEVEBOYNÛ. Weşana bi Kurdî dikir; DÎCLENÎN SESÎ. Nizanim tu pê dizanî?”
Birayê delal, di vir da yê sûcdar ne ziman, însan e, kurdî bi xwe xerabiyê, ajantiyê, dijminatiya kurdan nake, yê dike însan e, yekî kurd e.
Loma jî dibê ji dêlî zimên, tu li dijî însanên ku wî bi kar tîne bî, li dijî siyaset û armanca wan bî, ne zimanê kurdî.
Kurdiya di devê dijmin da bi xwe başî û xerabiyê nake, yê dike însan e.
Dibê tu van herdu tiştan ji hev bigerînî.
Ma qey bi tirkî bike baştir e?
Xerabî bi kîjan zimanî dibe bira bibe, sûcdar ne ziman e, însanê wî zimanî bikar tîne.
Em ferz bikin ku ev dewlet, bêyî ku xwe biguhere û bi kurdan ra li hev bike, sibe di hemû rêxistin û dezgehên xwe da li gel tirkî, kurdî jî serbest bike, ma emê li dij derkevin, ma emê bibêjin na em naxwazin, çimkî hûn pê propagandeyên nebaş dikin, çimkî hûn pê li dijî me dipeyivn...
Xwezî dewletê ne di wê radyoyê tenê, di hemû radyo û telewîzyonên xwe da, di meclîs û dahîreyan da tiştên bi tirkî dibêjin, propagandeya bi tirkî dikin bi kurdî jî bigota û bikira.
Ma qey hemû tirk mecbûr in ku tenê tiştên baş bi kurdî bibêjin?
Çawa ku em bi tirkî tiştên ”xerab” jî ji tirkan û ji dewletê ra dibêjin, bêguman ewê jî ji me ra bibêjin.
Sibe roj faşîstên jî bi kurdî propagandeya li dijî serxwebûna Kurdistanê bikin, dewletê jî di radyo û telewîzyonan da bike.
Ma tu dibê em kurdî li tirkan û kurdên hevalbendên wan qedexe bikin?
Ya jî dema ew peyivîn em li dijî kurdî derkevin, em dev ji axaftina kurdî berdin?
Nimûneyeke din. Tu dibêjî:
”Ev cahşê ku tu pê re hêrs dibî bi Kurdî xayîntî bike tu yê çi bibêjî? Di artêşa tirk de jî waneyên(ders) Kurdî didin serbazan… Ma emê ji wan re bibêjin “eferim?”
Birayê ezîz, ziman ”xayintiyê ” nake, yê xerabiyê, ”îxanetê” dike ne ziman e, însan e.
Dibê tu van herdu tiştan ji hev bigerînî…
Loma jî dema yekî kurd jî bi gelê xwe ra ”îxanetê” bike, ezê ne ji zimanê kurdî, lê ji wî aciz bibim.
Te mesele çewt fêm kiriye.
Kêr, alet û çekeke meriv pê gelek karê baş dike, pê goşt û fêkî hûr dike, pê nan dibire, lê meriv dikane pê însanan jî bikuje.
Îcar ji ber ku meriv dikane kêrê ji bo karekî xerab jî bikar bîne, ma dibê meriv li dijî hebûna kêrê be, kêrê qedexe bike?
Em zanin ku sûc ne yê kêrê, yê însan e.
Ziman jî wiha ye.
Ziman wiha ye, hinekê ji bo xizmet û xebatên baş, pê şiîr û romanan binivîse û hinekê jî ji bo derew, xapandin û sîxuriyê bikar bîne.
Loma jî dibê tu ne li dijî kurdî, li dijî fikir û kirinên însan bî.
Heger artêşa tirk bi rastî jî dersên kurdî bide zabitan ez nabêjim “eferim”, ev ne karê min e, lê ji bo vê yekê ez li dijî fêrbûna kurdîjî dernakevim, ez nabêjim kurdî fêr nebin.
Heger ji destê min were ezê hemû tirkan, ji Bahçelî bigre heta bi Kenan Evren, baş û xerabên wan her kesî fêrî kurdî bikim...

1 kommentar:

  1. Rêzdar Zinarê Xamo. Ez Mamosta maruf nasnakim. (Lê gomane ew mamostayê zimanê tirkî ye, an jî tirkwarî li ser wî gelik bi bandor e). Lê çiqas ez ji nivîsara te têgihe$tim, ew kes dibêje, "weqas li ser ziman ranewestin, li berku dewlet jî bi zimanê Kurdî (bo berjewendîyê xa/xwe) carna daxifî..hwd"
    Kekê min, hêja Zinar, ew kes e$kire dibêje, ku dev ji parastina zimanê Kurdî berdin. duyem; ziman weqas girîng nîne, ya girîng filan rêxistine, an jî serok e.! Sêyem; Netewperestîya hov(îlkel mîllîyetçilik) bo me ne çareserîye..hwd!
    Silav û rêz. R. Sîtav

    SvaraRadera

PARVE BIKE