12
Bi rastî jî derdê vî miletî nayê kişandin, tu dirêj dinivîsî hinek xwe aciz dikin, dibêjin te pir dirêj kir, tu kin dibirî, îcar jî hinekên din xwe dixeyidînin, dibêjin, ”Heqê te tuneye tu wilo yekcar biqedînî. Divê tu hemî tiştên ku te dîtine, fikrên xwe yên li ser wan tiştan yek bi yek binivîsî. Te ev soz dabû me beriya ku tu biçî.”De nuha were vê gelşê safî bike…
Ez dirêj dikim derdeke, kin dikim derdeke.
Yanî ez her deh tiliyên xwe bikim mûm û vêxim, bawer bikin dîsa jî nikanim her kesî razî bikim, miheqeq yekê derkeve û gazinekê bike.
Hêja Paytext Ezirgan, xwarziyê min ê delal, bi rastî jî tiştên ez qal bikim hîn pir in, lê ji bo ku xelk û alem nebêje, bavo ma ev bû, ”Notên Ewliya Çelebî yên Seyahetê” min hemû çavdêrî, bîranîn û serpêhatiyên xwe yên girîng nekir, min pir kin birrî.
Çimkî ez bala xwe didimê kes jî naxwîne, yanî wek meriv ji xwe ra lêxe û ji xwe ra bilîze.
Ji bo ku besta meriv baştir li karekî were dibê kiroxê wî tiştî hebin, ji bo hesp baştir bibeze dibê siwar halanan tê hilde.
Yanî bi gotineke din mesela ”erz û talebê” ye, dema mişterî kêm bin malê meriv di hustuyê meriv da dimîne, genî dibe.
Meriv dikane vê netîceyê ji şiroveyên xwendevanan derxîne, hela ji kerema xwe ra bala xwe bidê di binê her nivîsekê da çend şirove hene?
Dibê ez neqeqiyê nekim, weleh heta nuha çend kesan jî ji min ra nivîsîne, min ew neweşandin.
Lê li alî din ji bo weşandina klîpekê, ji bo beşdarbûna civînekê ez dibînim bi sedan însan hezkirina xwe nîşan didin, şiroveyan dinivîsin.
Yanî kul û derdên min zêde tevraneke tu yê li zirarê derkvî….
Lê bi vê minasebetê te tiştek anî bîra min, yanî tam wezna wê hat dibê ez bibêjim.
Berê dema ez li Kurdistanê bûm bi tirkî devoka bajaran hebû, devoka Amedê, Belîsê, Mêrdînê, Rihayê, Swêregê, Sirûcê, Wêranşarê, Erzerûmê û hwd. Hebû, dema yek dipeyivî meriv dizanîbû ku ew ji kîjan bajarî ye.
Lê nuha di nava mêran da heta dereceyekê hîn jî wiha ye, bes di nava jinan da ev yek ji kok da rabûye, jinên hemû bajaran weke stenboliyan dipeyivin.
Û bi taybetî jî keçên ciwan.
Ji xwe di nava keçan da tirkî pir û pir bi pêş ketiye, lê ew jî ne tirkiyeke devoka bajarê wê, tirkiyeke stenbolî dipeyive.
Dema keçikeke Wêranşarî, Swêregî, Amedî, Rihayî ya jî Wanî bi tirkî deng dike, tu dibêjî qey dê û bavê wê ji bav û kalan da stenbolî ne û ew bixwe jî li wir mezin bûye.
Li ser riya Wanê, di otobozê da ez rastî şair Berken Breh hatim, me li ser rewşa kurdî hinekî sohbet kir.
Ji min ra got, weleh li Şirnexê kurdî têk çûye, lê bi taybetî jî di nava keçan da kurdî li ber mirinê ye, piraniya keçan bi tirkî dipeyivin.
Got, baş xirab law dîsa bi kurdî dipeyivin, lê keçan dev ji kurdî berdane.
Dîsa li gor gotina Berken Breh, li Cizîrê rewş belovacî Şirnexê ye, li wir her kes bi kurdî dipeyive.
Min dixwest ez qala xurtbûna tirkî ya di nava keç û jinan da bikim lê min ji bîr kir, bi vê minasebetê va ye min ew jî got.
Hûn min ji we ra negotibû, di vegerê da ez sê rojan jî li Stenbolê mam. Bawer bikin di van her sê rojan da jî min hema hema hemû karên xwe bi kurdî meşand, ez çûm ku bi kurdî peyivîm û bi piranî jî kurd derketin.
Ji xwe hemû aşxane, îsportacî, tiştfiroşên li ber muze û mizgeftan, şufêrên texsiyan bawer bikin ji sedî nodûnehên wan kurd bûn.
Heta li Çarşiya Sergitî(Kapali Çarşiyê)jî rewş ne cuda bû, li wir jî ez dageriyam çend dikanan hemû jî kurd derketin.
Yanî li Stenbolê ji texmîna min zêdetir kurd hebûn.
Û turîstên ereb jî pir bûn, meriv diçû ku derê dengê erebî diket guhê meriv.
Cara dawî min Stenbol di sala 1979-an da dîtibû, wê demê trafîka Stenbolê pir xerab bû.
Tiştê min nuha dît sedîsed eksê wê bû, trafîka Stenbolê pir û pir baş bûbû. Carê wek her bajarekî Ewrûpayê taramvay, û otobozên pir dirêj pir bûn û diçûn her derê.
Ya din jî her der pir paqij bû, li yek dîwarê metroyê min yek xêz jî nedît, her der paqij bû.
Li Stockholmê ne wiha ye, gelek dîwarên bajêr û yên metroyê û hemû wasiteyên trafîka lokal ya bûne wek texteyên cîzvîzkirinê, ya jî mînderên wan qilêr û tahrîb bûne, li Stenbolê ne wiha bû.
Yanî bi gişttî trafîka Stenbolê pir baş bûbû.
Esas nêta min ew bû ku ez îşev li ser gotinên Osman Baydemir, ”li gel ya Tirkiyê, ewê al û parlamentoya Kurdistanê jî hebin” çend gotinan bibêjim, lê wa ye nebû.
Bêguman Osman Baydemîr rast gotiye û ji xwe dibê hemû siyasetmedarên kurd jî viya bibêjin.
Bi xêr sibe heger tiştekî hîn girîngtir neqewime ezê li ser rawestim.
Min îşev her tişt li bin guhê hev xist, kir gêrmiya gavanan…
Xalo,
SvaraRaderaEz te fam dikim. Lê dîsan jî ev dîtin u fikrên te ji bo min ji wan civîn u nivîsên siyasî hezar carî muhumtir e. Ya rast milletê me di nav siyaseteke xsexte da buye wek darê hishk. Her chiqas kurd in bibên jî, lê di warê kulturî da vik u vala ne, tu balkêshiyeke kulturî însanî li ce camêran nemaye u tune ye.
Ez bawer dikim li Ewropê kes tu qîmetekî zêde qîmetê nade tishtên ku di nav milletê me da derketine pêsh. Mirov chiqas pashta mayîbe, ewqas jî jiyana xwe eredayî derbaz dike.
Xalo, bi fikra min be, dîtinên te ji yên Ewliya Chelebî kêmtir nînin. Nifshên pêsherojê dê dîtinên te bixwînin, ne wan civînên vik u vala. Her weha tu dikarî di pêsherojê da van dîtinên xwe jî chap bikî. Bawer bike, heke ew wext hat, dê millet tenê van tishtan bixwîne, ne wan "cheqilmastên siyasî". Qet nebe xalo, divê du rojekê dîtinên xwe, rojekê jî tishtekî din binivîsî.
Silav u hurmet
Paytext-Erzingan
Mamo,
SvaraRaderaEsas tiste min meraq dikir sohbeten te ye siyasi bun le te behsa wan nekir.
Ez bi navê xa (xwe) bibêjim. Ez her roj malpera te vedikim, rastî ji bi dilûcan hemî nivîsarên te jî dixwînim. Bimîne di xa$îyê da mamosta.
SvaraRaderaGelî dost û birayên hêja, gazina min ne ji we ye, ji kesên ku muptelayê rojname, nivîskarên tirk û zimanê tirkî ne...
SvaraRaderaEw him pêshengiyê nadin kesî û him jî fêrî xwendina kurdî nabin...
Li tu dereke cîhanê ya din tuneye ku siyasetmedar û ronakbîrên miletekî bi zimanê gelê xwe nizanibe, ev sosireta giran tenê di nava kurdên Kurdistana bakur da heye.
Miletê kurd dibê ji van siyasetmedaran xelas bibe...