Serokê Belediya Bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemir, li Dêrsimê di panela bi navê ”Di Pirsgirêka Kurd da Mijara Muxatabiyê û Xweseriya Demokratîk” da gotineke pir xweş kiriye.
Baydemîr, di axaftina xwe da qala başiya projeya ”Xweseriya Demokratîk” kiriye û dû ra jî gotiye, ”li kêlek meclîs û ala tirk, ewê meclîsa Kurdistanê jî hebe, ewê ala me ya kesk û sor û zer jî hebe.”
Li ser van gotinên Baydemîr, çapemeniya tirk dîsa li hurobiyê xist, Cîgirê Serokwezîr Cemîl Çîçek û berpirsiyarên hemû partiyên ku di meclîsê da temsîl dibin bi gotinên gelek ne xweş û bi hqaretên giran êrîş birin ser Baydemîr.
Serdozgerê Cumhûriyetê yê Dêrsimê, di derbarê vê axaftina Osman Baydemîr da tavilê lêpirsîn da destpêkirin.
Yanî tiştê tirk her tim dikin îcar jî dubare kirin, bi riya gef, êrîşên bêedeb û qîjewîjeke mezin dixwazin Baydemîr bitirsînin û gavekê paş da pê bidin avêtin, gotineke ”poşmanbûnê” ji devê wî bigrin.
Taktîka tirkan tim û tim ev e: di serî da bitirsîne ji bo ku hîn pêş da neçe, ji bo ku tiştên hîn zêde nexwaze.
Tiştê Baydemîr gotiye ne tiştekî pir zêde ye, kêm gotiye zêde negotiye.
Negotiye em veqetandinê ya jî federasyonê dixwazin, gotiye li gel meclîs û ala tirk, dibê meclîc û ala kurdan jî hebe.
Û ji xwe dibê hemû siyasetmedarên kurd, heta hemû kurd jî vê daxwazê bikin.
Siyasetmedarê ku ji bo kurdan vî mafê herî biçûk jî nexwaze hema bira têkeve binê erdê çêtir e.
Heger ewê parlamento û ala kurd tunebe wê demê ev şer ji bo çi ye?
Ji ber ku nûnerên kurdan newêrin qala ”al û Parlamentoya Kurdistanê” bikin, ji ber ku yên qal dikin û vî mafî dixwazin pir hindik in loma jî tirk cesaretê digrin ku bi vî rengî êrîşî Baydemîr bikin.
Heger hemû partiyên kurdan, hemû siyasetmedarên kurd ev daxwazên Baydemîr tim anîbûna zimên bêguman tirkan îro nikabîbûn xwe wiha dînomîno bikirana û bi gotinên wiha ne xweş êrîş bibirana ser Baydemîr.
Nuha tiştê herî rast ew e ku dibê hemû partiyên kurdan, bi hezeran siyasetmedar, ronakbîr, nivîskar û hunermendên kurd bi beyanekê eynî gotinên Baydemîr dubare bikin, piştgiriyê bidin Baydemîr, bibêjin em jî eynî tiştî dibêjin û dixwazin.
Wê demê dewletê bibîne ku yê van daxwazan dike ne yek e, bi sedhezaran e, bi milyonan însan li pişt van daxwazan e.
Lê kurd tiştên wiha nakin, di demên wiha da ya bêdeng dimînin ya jî dengekî pir jar derdixin ku kes nabihîze.
Piştî van êrîşên tirkan û çapemeniya tirk, dibê nuha BDP-ê, HAKPAR-ê, KDP-ê TEVKURD-ê, partî û rêxistinên kurdên dîndar jî piştgirî dabûna gotinên Baydemîr û wan jî eynî tişt dubare kiribûna.
Wê demê bira dozgerên Komara Tirkiyê ne di heqê Baydemîr tenê da, di heqê bi hezaran kurdî da doz vekirana, bira ne şexsek tenê, miletek bidana mahkemeyê.
Hemû siyasetmedarên kurd dibê dev ji siyaseta ”zeytkirin û xapandinê”, ji ya tirsonektiyê, ji vinevinên pepûktiyê berdin û daxwazên xwe vekirî ji tirkan û dewletê ra bibêjin.
Ji bo ku dewlet jî û miletê tirk jî baş bizanibin ku nûnerên kurdan ji bo gelê xwe çi dixwazin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar