Zivistana me îro li Stockholmê xwe hinekî nîşanî me da, got, payiza xweş qedîya û êdî dora min e, dibê êdî hûn hesabê min bikin.
Min kincên xwe yên germ li xwe kir û ez bi tenê derketim meşa xwe ya rojane. Karê xanimê hebû nehat. 6 km. meşîyam, hewa gelkî ne xweş bû, şilope bû, geh dibû baran, geh dibû berf. Min meşa xwe kin kir. Mal xweştir e. Li Stockholmê dinya êdî zû tarî dibe. Dema tarîtîyê dest pê kir.
XXX
Bernard Shaw gotiye: "Guherîn nebe pêşketin ne mimkûn e. Yên nikanibin fikrên xwe biguherin nikanin tu tiştî biguherînin."
Hin sîyasetmedarên me bi neguherîna xwe pesnê xwe didin, dibêjin 50-60 sal berê ew çi bûn, îro jî ew eynî ne, qet neguherîne.
Lê ne rast e, pir hindik ew jî guherîne, bes ne têra xwe, guherîna wan têra vê serdemê nake.
Ji me ra nifşekî nuh lazim e, lê çi heyf ew jî di qada sîyasî
da xuya nake. Serok û pêşengên tevgera kurd a netewî hîn jî kesên rîsipî û
porsipî ne. Nifşê nuh xwe nêzî sîyasetê nake. Tenê di nav hêzên îslamî da meriv
xortan dibîne.
XXX
-Dostê baş mîna stêrkan e; tu wan her tim nabînî, lê tu zanî
ew her tim li wir in.
Dostên wiha pir hindik in, lê hene, dibê meriv qedrên dostên
wer bizanibe.
Bi guherîna demê ra kultur, exlaq û qerekterê însên jî
diguhere. Hevaltî, dostî û wefadarîya 50-60 sal berê nemaye.
Hin îstîsnayên hene dibê meriv bi ser da bizikzike, lê
miqatebe. Hevalê baş ji birayê nebaş çêtir e.
Dar bi pelên xwe, însan bi hevalên xwe xweş e. Hebûna hevalên
baş jiyana meriv xweş dike, dixemilîne.
Meriv bi hevalê xwe lekedar nebe, serbilind be ne tiştekî
hindik e.
Kesayetî û exlaqê meriv gelek caran bi kesên meriv pê ra
hevaltiyê dike ve girêdayî ye.
Hevaltiya li ser berjewendiyan ava bibe, bi dawîhatina berjewendiyan ra diqede. Dostaniya mayînde li ser hezkirinê, bawerîyê ava dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar