14 november 2026

Em her sal dibêjin xwezî bi par

Em tim dibêjin belkî sibe ji îro baştir bibe. Lê texmîna me tu carî rast dernayê, hêvîya nabe rastî. Sal bi sal, em dibêjin xwezî bi par.

Li beşekî Kurdistanê demekê ji me ra li hev tê, kabê me mîr tê, rewş hinekî baş dibe, tu hew dinêrî tiştên bi salan, bi fedekarî û bi bedelên mezin bi kavçîyan hatibûn topkirin, serok û sîyasetmedarên me bi heskê belav kirin, em dîsa vegerîyan perîşanîya berê; heta ji ya berê jî gelkî xerabtir.

Tiştê nuha li Kurdistana Başûr û Rojava dibe malwêranîya me ye, serokên me bi destên xwe miletê xwe perîşan û neyarên xwe jî pir dilşa kirin.

Nizanim çima û ji bo çi, lê di me kurdan da kêmasîyek, gelşek heye; sedsed heye.

Heger tunebûya nuha em jî wek miletên din, miletên ji me gelkî paşdatir ji bindestîya ereb, faris û tirkan derketibûn, bûbûn xwedî dewlet.

Lê ez dîsa bibêjim, hêvî dikim sibe ji îro baştir be. Em mecbûr in bêhêvîtîyê ji xwe dûr xin û bi hêvî bin.

XXX

-Di di çirê (di lampeyê)da qazyaxî tunebe, fitîlê çi bike, di însên da aqil tunebe, fikrê çi bike?

-Heger hûn li zahmetîya perwerdeyê difikirin, dibê hûn carekê jî li bedelê cehaletê bifikirin.

-Dibê meriv li gorî şiklê ji derve xuya dike qîmetê ne nede însanan û tiştan, xwê jî wek şekir sipî xuya dike, lê ne şekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar