Rûdawê di sernivîsa xwe da ji Qiralîçeya Norweçê ra gotiye, Şahjin.
"Evîn Haciyê cilên Kurdî diyarî Şahjina Norwecê kirin...”
Cara pêşî ye navdêreka wiha dibihîzim. Dîyar e îmalateke Rûdawê ya nuh e. Jixwe di piranîya xeberên Rûdawê da îmalatên nuh hene. Hewqas pir in êdî nayê hesêb.
Min li ferhenga dijîtal nêrî, navên wek, ”banû, melîke, qiralîçe, sitî, şahbanû,
keybanû, siltanxanim” hene, lê ”şahjin” tune ye.
Mafê Rûdawê tune ye hewqasî bi kurmancî bilîze. Ev ne rast e, bêmesûlîyetî ye. Kesên berpirsîyar dibê vê lîstika bi kurmancî bisekinînin.
Bibêjin ”qiralîçe, melîke” ya jî şahbanû baştir e, rasttir e. Qiral û qiralîçe rasttir e, her kes jê fahm dike.
XXX
-Ji kesê kitêbxana wî heye û pir dixwîne metirse.
Kesê dibê esas dibê tu jê bitirse, yê tenê kitêbek wî heye,
wê miqedes dihesibîne û qet nexwendîye.
Freidrich Nietzsche
Jixwe bi piranî yên li dinyayê dibin sebebê gelek şeran û
qetlîaman jî ev kesên xwedî vê kitêba miqedes in.
XXX
Facebookê îro ev rismê dilşahîya min a 8 sal berê nîşanî min
daye, fena ku xwestibe bibêje, binêre, 8 sal berê bi hatina xanimê û êmîşî ji
Kurdistanê anîbû tu wiha kêfxweş bûbû.
Rast e, ez pir kêfxweş bûbûm, lema nuha jî parve dikim.
XXX
Gerek her kurd, zengîn, feqîr, rast,çep, dîndar û ataîst,
elewî, sûnî, kurmanc, zaza, soran, goran, hewram, yanî her kurd gerek ji halê
xwe yê îro ne razî be, bixwaze ji vê perîşanîyê û bindestiyê xelas bibe.
Em ji halê xwe yê îro razî bin em tu carî nikanin ji
bindestê xelas bibin. Gerek em tim ji xwe bipirsin:
-Emê ji vê bindestiyê çawa xelas bibin?
Û dû ra jî li çareyekê, li rêyekê bigerin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar